Şopandina Rojnamevanî ya Profêşinal: “Montaca” programeke nû alîkarîya rojnamevanan bo şopandina şer û cengan dike.

Ji alîyê: Sam Berkhead

Bêhtirî pênc salan li ser destpêka şerê Sûryeyî derbas bûye, û di vê demê de, bi saetan dîmenên der barê şer de hatine çêkirin  ku ji dîmenên şer jî bêhtir bûn

Di nav pirbûna van video û wêneyan, rojnamevan çawa dikare rastîya tiştê ku li ser erdê çêdibe nasbike?

Programeke nû bi navê (Elmontac) alîkarîya rojnamevanan û rêxistinên mafên mirovan û kesên din dike ku ew karibin dîmenên şer analîz bikin û ji rastîya wan piştrast bin da ku karibin bi awayekî ravekirî bo cemweran veguhêzin.

Bikarêner dikarin bi rêya destnîşankirin çax û deverê li Youtubê bigerin, vîdioyan li ser navê kesine taybet, dever û tiştine taybet çêbike, bi hevkarî agahîyan  analîz bike da ku tu bigihê rastîya dîmenê.

Navenda Carterê ev aw abo çêkirin vê nexşeya şerê Sûryeyî bikar anîye, ev nexşe jî pêşveçûna şer li Sûryeyê diyar dike.

Bi rêya bikaranîna Elmontacê ji bo analîzkirina vîdioyeykê ji şer, ev nexşe dikare demên agahîyan yên rast peyda bike her weha dikare bibe jêdereke sereke ji bo rojnamevanan û kesên ku di ware mafên mirovan de kar dikin.

Agahîyên Elmontacê rê li ber afirandina nexşeyên bandora derbeyên Rûsî yên asîmanî, çalakbûna hikûmeta Esed û tevgera DAIŞê, bo navendê vekir.

Navendê di daxuyanîyekê de ragihand ku “Elmontac” alîkarîya girûpa xwe dike ku ew karibe vîdioyê analîz bike ew jî

bi rêya hevkarîyê. “ew bala me dikişîne ser analîzkirinê li şûna danheva agahîyan”.

Jigsaw” afrînera “Montacê” dibêje ku ev program ji “Blingkat” damezrênerê “Eliot Higgins” hatiye, ku ew ji ber gera di nav dîmenên şerê navxweyî li Sûryeyê di Youtubê de hatiye naskirin, armancxa wî jî ew bo lêpirsîna di hin êrîşan de, bikaranîna çekên kîmawî û tevgera hêzên çekdar.

Ji bo bikaranîna “Montacê”, divabe bikarêner programê bi googleê ve girêbidin. Tu dikarî wisa projeyekê damezrîne, li vîdioyan bigere da k utu wan tev li projeya xwe bikî û bi hevkarên xwe yên kar re belav bike.

Montac beşeke ji “çîrokeke têkûz” nuha jî di bin tecrubeyê de ye, hin pilanên biparvekirina agahîyên wê hene her weha ew ê di demeke nê de peyda be.

Wêneyê sereke dîmeneke ji “şopandina enîyan li Sûryeyê” ya Navenda Carterê diafirîne.

Jêder: Tora Rojnamevanên Navdewletî