Rêbera Komîteya Parastina Rojnamevanan bo Ewlehîya Rojnamevanan: şopandina nûçeyan di cîhaneke metirsîdar û guhêrbar

Amadekirin: Franck Smith
Şêwirmendê Komîteya Parastina Rojnamevanan û Pisporê Ewlehîya Rojnamevanî
Li gel cûdakirina ji ewlehîya teknolocî bi rêya berpirsên ewlehîya teknolocî yên komîteyê Tom Loenthol  û Danny Obrien
Bêhtir der barê kesên ku rêber çêkirine

Metirsîyên ku rojnamevan rastî wan tên, salane zêde dibin. her sal bêhtirî 30 rojnamevanî tên kuştin û 90% ji van kujeran ji sezayê direvin. Her weha bi sedan ji rojnamevanan her sal rastî lêdan, gefxwarin û acizîyan tên, hin ji wan jî bi rêya çavdêrîyê û şopandinê tên armanckirin an jî bi rêya guhdarkirina telefonên wan û têkilîyên wan ên înternêtê. Rojek derbas nabe bêyî ku 150 rojnamevan di zindanan de hebin û hin ji wan jî bê tomet in. hîn jî zêdeyî 35 rojnamevanan windayî ne. ji alîyekî din ve rojnamevan di karê xwe de rastî westaneke hestyarî tên dema ku nûçeyên girêdayî êş û mirinê mîna êrîşa zayendî li ser zarokan û êrîşên terorî li ser sivîlan dişopînin.

Cîhan ji bo rojnamevan devereke piçûk e. bi saya teknolocîyaya dîcîtalî; her mirov dikare gav bi gav nûçeyan bişopîne, her weha dikare şopandina nûçeyan ya ku ji alîyê rojnamevan an dezgehine ragihandinê yên destnîşankirî jî bibîne. Kesên tundrew û sextekar dizanin ku ragihandin nerînan ava dike her weha rojnamevan dikarin gefê li çalakîyên wan bixwin.  Hin dewlet rastî asteke bilind ji partîtîya torên ragihandinê yên weşandî bi rêya television, radio û înternêtê tên ji ber vê yekê jî sînor di nav rojnamevan û alîgiran de nemaye, ev jî li ser giringîya bêalîtîya rojnamevanan teqez dike. Puxteya vê yekê jî belavbûna jîngehekê ye ku dijatîya rojnamevanan dike çi li bajarokên piçûk an li herêmên cengê ên nandewletî be. Ji rojnamevanan tê xwestin ku di vê demê bêhtirî hemû deman xwe biparêzin.

Karê nûçeyî yên bazirganî jî hatiye guhertin, kêmkirina nirxên odeyên nûçeyan bû sedema xwespartina bo rojnamegerên serbixwe ji bo bidestxistina çîrokên nûçeyî yên xetên pêşîn, ji Tsonamiyê ta bi bûyerên trafîkê, şerên çekdarî û tawanên birêxistî. Tevî ku gelek rojnamevan radihêjin belge û nîşanên rojnamevanî yên dezgehên ragihandinê yên mezin lê ew karmendên xwedî girêdan in, dibe ku ji wan bê xwestin xwe amade bikin, li xwe miqate bin û alavên pêwîst ji xwe re bikirin. Dibe ku ev zehmetî rastî welatîyên rojnamevan bêhtir bên. Kesên bêpere kar dikin ew çîrokên nûçeyî ji bo torên nû yên ku ber bi pêşketinê ve diçin, dişopînin, û tenê hin piştgirî û perwerde distînin, dibe ku ew hinek jî carcaran nebe. Îroj; ji hemû dema bêhtir rojnamevan çîrokên nûçeyî yên ku dixwazin wan bişopînin hildibijêrin her weha biryara awayêkarê li ser distînin, an jî ew ta asteke bilind bi tena xwe kar dikin.

Ev rêber hemû agahîyên ku divabe rojnamevan di cîhaneke guhêrbar û xwe nû dike, nas bike, di nav xwe de dihewîne. Ew ji bo rojnamevanên navxweyî û navdewletî ji hemû astan re ye, awayên xweamadekirina rojnamevanên nû li hemû cîhanê ji bo karê xwe yê pêşîn diyar dike û agahîyên rojnamevanên ku vegeriyane karê meydanî nû dike her weha şîretên ji hemû astên zanebûnê der barê mijarên girêdayî ewlehîya dîcîtalî û nirxandina gefan de, dide rojnamevanan.

Rêber van mijaran di nav xwe de dihewîne:

i- amadekarîya sereke

  • Rojnamegerîya navdewletî
  • Rojnamegerîya navxweyî
  • Belgeyên xwespartina rojnamegerî
  • Lixwegirtina parastinê
  • Miqatebûna bijîşkî
  • Bergirîyên kesane

1- nirxandina metirsîyan û bersivdayîna wan

  • Nirxandina ewlehî
  • Jêder û agahî
  • Çek û ewlehî
  • Tundîya zayendî
  • Revandin
  • Bersiva gefan

2- ewlehîya teknolocî

  • Pilankirina ewlehîyê
  • Fêmkirina gefê
  • Parastina pêwendîyan
  • Berevanîya di baer agahîyan
  • Agahîyên dûr
  • Bijartina passwordeke xurt
  • Paşgotin

3- şerên çekdarî

  • Perwerdeya ewlehîyê
  • Parastin
  • Rojnamevaneke alîkar an serbixwe
  • Rêzikên cengê
  • Checkpoint
  • Teknolcîyaya têkilîyan bi rêya satelaytan di jîngehên dijber de.

4- Tawana Birêxtî û sextekarî

  • Amadekarîyên sereke
  • Pilankirin û lêpirsîn
  • Vekirina armancên dijber
  • Bidestxistina agahîyan
  • Karên alîkarîyê
  • Nîşanên hişyarkirinê

5- kar û pirsgirêkên sivîlane

  • Deverên buyer û şewatan û karên alîkarîyê
  • Deverên çêbûna tawan û karên terorî
  • Raporên girêdayî derbasbûna samanên taybet
  • Dijrabûn û karên tund

6- bobelatên niştîmanî

  • Metirsîyên rastî rojnamevanên serbixwe tên
  • Pilanên odeyên nûçeyan ên taybet
  • Veguhestin û alav
  • Saxlemîya meydanî

7- nexweşî û metirsîyên ku gefê li welatîyan dixwin

  • Amadekarîyên sereke
  • Xweparastin

8- metirsîyên domdar

  • Ewlehîya kesane
  • Ewlehîya malbatî
  • Çavdêrî
  • Pilankirina bo rewşên awarte

9- rêaksyonên girêdayî westanê

  • Nîşanên westanê
  • Lixwemiqatebûn

10- puxte: cîhana sibe

Pêvek:

Elêf: lîsteyên lêvegerê

Ba: perwerdeya ewlehî

Cîm: kompanîyên parastinê

Dal: kereste û delîlên rojnamegerî

Ha: rêxistinên rojnamevanî

Waw: jêderine din

Zay: mînaka nirxandina rewşa ewlhîyê

Bo daxistinê bi forma PDFê, li vê derê bixe