Pirdanîna Bo Kenda Dîcîtalî Di Bibelgekirina Mafên Mirovan De Li Sûrîyeyê

Datinaf bi Erebîyê – wêneya The Engine Room

Navenda Sûrîyeyî ya Damendî û Lêpirsînê re – Rêxistinên mafên mirovan û yên teknolocîyê di kongireya RightsConê li Brusselsê hefteya bûrî li hev civiyan da ku pêşketinên dawîn yên der barê girêdana di nav întenêtê û mafên mirovan de behis bikin. Di heman demê de di encama karê hevpar yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, Benetech û The Engine Roomê      de, çapa erebî ya rêberê (Datnaf)ê : çawanîya rûpelkirina agahîyên dîcîtalî bo armancên lêkolîna di warê mafên mirovan de. Rêberê (Dantaf)ê di gulana 2016an de ji alîyê rêberên civakên mafên mirovan û teknolocî û agahîyan ve ku nûnertîya bêhtirî 40 dezgehî dikin, hatiye damezrandin. Werger çapa Erebî jî alîya Mîdanê ve bû, ew jî dezgeheke bipêşxistina alavên dîcîtalî di warê rojnamegerîya cîhanî û wergerê de ye.

Wergera rêberê Datnafê alîkarîya civaka sivîl a Sûrîyeyî dike ku agahîyên girêdayî sûdeyên grûpeke cûrbecûr ji alavên dîcîtalî baştir bi dest bixe. Her weha çapa Erebî ya rêberê (Datnaf)ê alîkarîya grûpên xwedî çavkanîyên sînorkirî dike ku ew jî sûdeyê ji agahîyên dîcîtalî di warê bibelgirina xwe de bike. Lê ev rêber nabe awayekî alternative ji şopandina rêbazekî rast re lê rêberê (Dantaf)ê rê dide karînên grûpên bibelgekirinê bo fêmkirina çawanîya alîkarîya agahîyên dîcîtalî di warê binpêkirinên mafên mirovan de, her weha çespandina awayên bibelgekirinê yên kevn mîna hevdîtinan.

Rêberê (Dantaf) ne tenê bo civaka sivîl bi nirx e, lê dema ku awayê navdewletî yê serbixwe û bêalî  yê Neteweyên Yekbûyîyê dest bi pêşxistina rêbazê xwe yê çêkirina dosyayên dozan bike bi rêya danheva belgeyan û analîzekirina wan, ew dê ji ber pirbûna agahîyên ku li Sûrîyeyê çêbûne û cihêrangîya çavkanîyên dîcîtalî yên berdest (ji nav wan jî wêneyên peytan, agahîyên dezgehên ragihandinê yên civakî û belgeyên telefonî) rastî astengîyên mezin were.  Ji ber ku karê awayê navdewletî yê bêalî û serbixwe ji yê Komîteya NYyê ya şopandina rastîyê li der barê Sûrîyeyê de firehtir e, gelek dezgehan pêşniyar kiriye ku NY tîmeke karê teknolocîyê çêke da ku ev “awa” alavên dîcîtalî yên berdest û cûrbecûr binerxîne. Pir giring e ku “awa” têkilîyê li gel dezgehên bibelkirinê re deyne da ku cûreyên agahîyên berhevkirî û çawanîya rêzkirina pêşikîyên komkirin û analîzekirinê yên taybet bi vî awayî bo temamkirina karê ku berê hatiye kirin, fam bike.

Eger grûpên bibelgekirinê yên Sûrîyeyî xwestin ku egera sûdgirtina ji dosyayê dozan ên ku “awa” dê wan bo dadgehên navdeweltî çêbike, bilind bie, divabe çarçoveyê rêbazê ku dê di naskirina rastîya agahîyên dicîtalî û ewelkirina wan rast be. Dibe ku rêberê (Datnaf)ê alîkarîya dezgehan bo hezirîna di metirsîyan de bike, tevî ku ew tu çareyên zelal jî pêşkêş nake. Tevî ku çapa Erebî ya rêberê (Datnaf)ê dikare bijardeyên berdest ji grûpên civaka sivîl a Sûrîyeyî re pêşkêş bike lê divabe her dezgehek bijardeya baş box we hilbijêre da ku karibe bingeheke xurt bo berhevkirin û analîzekirinê li gor wê ji xwe re çêbike.

Dtu dikarî çapa Erebî ji vir daxe. Rêberê (Datnaf)ê bi zimanê Spanyolî û îngilîzî jî peyda ye. Ji bo pêşkêşkirina miqatebûna bi wergerandina rêberê (Datnaf)ê bo zimanine din an naskirina hin agahîyên din der barê projeya (Datnaf)ê de,  ji kerema xwe re têkilîyê li gel The Engine Roomê re deyne : [email protected].

Bo naskirina hin agahîyên din an pêşkêşkirina nerînan, ji kerema xwe re emailekê ji Navenda Sûrîyeyî ya Damendî û Lêpirsînê re bişîne:  [email protected]