Bi Van Awayan Rojnamevan Dikarin Çavdêrîya Îlektronî nas bikin

Bi rêya : Jorge Luis Sierra

Rojnamegerên ku li herêmên desthilatên dektatorî kar dikin, rastî çavdêrîya îlêktronî tên. Carcaran ev çavdêrî li ser asteke berfireh tê pêkanîn li şûna ku berê wê bidin armanceke destnîşankirî, her weha armanca çavdêrîyê şopandina tiştên ku rojnamevan dikin û çîrokên ku dişopînin.

Hin caran armanca çavdêrîyê şopandina karê kesekî taybet e.

Hin caran li çavdêrîyê tê nerîn weke tiştekî normal. Dibe ku rojnamevan vê yekî baş nasbikin û çavdêrîyê wekî metirsîyeke bê çare di karê xwe de bibînin. Hin rojnamevanan ji Pakistanê got “ew dikarin çavdêrîya xwe bi rehetî bikin, lê tu tiştî nabînin”, her weha rojnamevanin ji Amaerîkaya Latînî van tiştan dibêjin “tu tiştê veşartî li cem me tuneye”. Di her du rewşan de, helwesta rojnamevanan neyênî ye.

Dibe ku di hin rewşên din de, rojnamevan dijatîya çavdêrîya îlêktronî bike ji ber ku metirsîyeke ewlehî tê de ji wî û jêderên wî re heye her weha êrîşeke li ser azadîya rojnamegerî û derbirînê.

Pirsa sereke ev e, eger rojnamevan bixwaze dijatîya çavdêrîya îlêktronî bike, ew ê çawa bizane ku çêdibe?

Ev van şîretan li rojnamevanên di bin metirsîya çavdêrîya taybetmendî, saxlemî û ewlehîya agahîyên wan û nasnameya jêderên wan dikim:

Her dem amade be: çavdêrîya îlêktronî ne tenê awayeke berhevkirina agahîyan der barê karê rojnamevanan û jêderên wan, dibe ku ji bo êrîşeke metirsîdar jî were bikaranîn dema ku hemû awayên din ên tirsandinê ji bo rawestandina lêpirsîna rojnamegerî têk biçin. Dîsa jî, divabe rojnamevan desthilatan bi çavdêrîyê agahdar bikin her weha doza alîkarîya hevkarên xwe di tor û dezgehên xwe yên ragihandinê de bikin li gel grûpên berevanîyê mîna Komîteya Parastin Rojnamevanan, Peyamnêrên bê Sînor, Rory Big Trust, Freedom House an madeya 19an.

Parastina alavên te yên taybet: kompyûter, telefon û alavên din divabe bi rêya programên vayrosan, şîfre û passwordên xurt parastî bin. Divabe her dem tu aplîkêşinên telefona xwe jî nû bike. Ev her du gav xetên berevanîya te yên pêşîn in. tu dikarî lîsteyeke agahîyên alavên parastinê yên ku tu dikarî bixî alavên xwe de li vir bibînî.

şopandina tedbîrên parastinê yên baş: awaya herî belav ya kompanîyên taybet û hikûmetên dektator û komên tawankar bo çavdêrîya îlêktronî ew e nîçîrîya xapînok e. êmailek ji te re tê û doza vekirina dosyayekî dike ku programê çavdêrîyê tê de ye.

Çawa be, van dosyayan veneke, nameyên xwe teve analîza bike eger şanderê wan jî cihê bawerîyê be. Min programeke hînkirinê der barê xweparastinê çêkiriye, tu dikarî li vir bibîne.

Çavdêrîya agahîyên te yên taybet: eger gumanên te hebin ku telefona çavdêrîkirî ye, binêre bê beyanatên te zêde tên bikaranîn an na. dema programê çavdêrîyê aktîv be, ew beyanatên te bikar tîne ji bo kişandina wêneyan, numareyên têkilîyê û vîdyoyan.

Çavdêrê betarîya telefona xwe be:  kêmbûna hêza betarîyê nîşana hebûna prgramekî nehebandî ye ku ji hêza betarîyê dixwe. Binêre bê betarîya te zêde hêzê dixwe dema bi înternêtê ve girêdayî be an na.

Çavdêrîya germahîya alavê: eger rêjeya germahîya alava t edema tu bikar nayinî bilind be, dibe ku ev yek nîşana hebûna programekî nebaş be.

Jinûsazkirina alavê: yek ji tedbîrên parastinê ye. Eger tu guman bikî ku telefona te çavdêrîkirî ye, çapekê ji agahîyên xwe bibe û ji nû ve saz bike.

Şîfreyê deyne ser pêwendîyn xwe: eger pêdivîya te bi telefonekê an şandina nameyekê xwedî agahî hebe, hewl bide ku tu şîfre bikî. OpenPGP û MeetJitsi du bijardeyên baş in her weha Signal aplîkişina herî bijartî ye li cem rojnamevanan.

Bila tu hay ji çavdêrîyên cihêreng hebî: eger tu guman bikî ku tu tê çavdêrîkirin, hay ji derûdora xwe hebe. Gelo tu tirimbêlên ne normal li dor ofîs an xanîyê te hene? Divabe rojnamevanên ku karên metirsîdar dikin her dema ha ji vê yekê hebin taybet dema ku têkilîyeke wan a girîng hebe.

Jorge Luis Sierra rojnamevanê Meksîkan yê ku xelat wergirtiya û di ewlehîya dîcîtalî de pispor e. bêhtir der barê karê wî weke hevkar di Navenda Knight de ji vir nas bike.

Wêneya sereke xelata Behreya Giştî wergirtiye, bi rêya Jay Fagan

Jêder: Tora Rojnamevanên Navdewletî