5 xalên belî yên bikaranîna navgînên têkilîya civakî li Rojhilata Navîn

Bi rêya : Damian Radcliffe*

Piştî şeş salan ji destpêka Bihara Erebî ve û pirsgirêkên ku li gelek deverên Rojhilata Navîn çêbûn, hê jî herêm di bin bandora wan buyeran de dijî.

Karê pêşketî yê ku Andy Carvin di vê demê de kir, bû sedema destpêka qonaxeke nû ji nûçeyên navgînên ragihandinê yên civakî, Carvin sûd ji malpera Twitterê girt ji bo destnîşankirina jêdera çîrokên nûçeyan, biparvekirina wan û naskirina rastîya wan bo nûçeyên lezgîn.

Navgînên têkilîya civakî xwedî roleke sereke ne li ser erdê û di odeya nûçeyan de. Ev  gengeşe vekirî ye û nerîn di nav “guhertina piçûk – çima dê şoreş li ser Twitterê neyê belavkirin” di pirtûka “pirtûka kolanê- çawa ciwanên Misir û Tûnisê Bihara Erebî bi rê ve birn“, her weha nivîsara Clay Shirky der barê “Teknolociya, rewşa giştî û guhertina siyasî de” lê tiştê belî ew e ku piştî şeş salan, giringîya navgînên ragihandina civakî di ragihandinê û pêwendîyan de kontrolê li ser dîmena rojhilata navîn ji hemû deman bêhtir, dike.

Li jêr, pênc xalên sereke hene ku ji rojnamevan û rêxistinên nûçeyî yên ku li herêmê kar dikin tê xwestin ku baş li wan binêrin.

  • Nabe Facebook were paşguhkirin:

Dibe ku ev yek gelekî zelal be, lê hejmara bikarênerên çalak yên mehane bo mezintirîn tora civakî di cîhanê de, ji sala 2012an ve li Rojhilata Navîn 3 caran bêhtir bûye. Li seranserî herêmê, nuha; li herêmeke ku 300melyon kes lê dijîn,  136melyon bikarêner mehane li ser Facebookê hene, dibe ku ev yek berfirehtir bibe.

Agahîyên Zanîngeha North Western li Qeterê didin xuyakirin ku Aplîkêşina WhatsAppê ya herî navdar e li herêmê.

  • Bikaranîna platformên dîtbar berfirehtir dibe

Li gel vê yekê, xizmeteke din a girêdayî Facebookê – Instagram – hejmara bikarênerên wê ji yên twitterê pirtir bûne, ev yek jî li gor lêkolîneke hejmarên bikarênerên înternêtê li Misir, Libnan, Erebistana Seûdî û Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî.

Li gorî xwendina cîhanî ya jîyana girêdayî înternêtê ku ji alîyê ajansa lêkolînan ya Kantar TNSê hate zanîn ku Instagram û Snap chat zû bi zû li Erebistana Seûdîyê û Mîrîtîyên Erebî belav dibe.

Li Mîrîtîyên Yekbûyî, Instagram ji 38 % di 2014an de, giha 60% di 2017an de, li Erebistana Seûdî ji 57% giha 82%. Di heman demê de, bikaranîna Snap Chatê li Seûdîyê di nav her du salên 2014an û 2016an de ji 24% giha 74%, li Mîrîtîyên Yekbûyî jî ji 15% giha 53%.

  • Rojhilata Navîn ji Vidioyan hez dike.

Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pir li vidioyên Facebookê temaşe dike, her weha li ser asteke cîhanî ev herêm ya duyem e di temaşekirina vidioyan de li ser înternêtê, piştî DYA.

  • Hêçana Telefonan pir girîng e

Gelek navgînên ragihandinê yên civakî bi rêya telefonê tên bikaranîn. Ji nav bikarênerên Facebookê yên ku hejmara wan 136melyon e li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, 93% bi rêya telefonan derbasî înternêtê dibin.

Ji sala 2013an ve, 50% ji temaşkirinên Youtubeê li Seûdîyê û 40% li Mîrîtîyên yekbûyî, bi rêya telefonan bûn. Da ku em bibîr bînin jî, aplîkêşinên mîna WhatsApp, Snap Chat û Instagram tenê  bi rêya telefonê tên bikaranîn.

GSMA dibîne ku hejmara giştî ya pêwendîyên telefonan di pêşerojê de dê ji 117melyonan bigihêje 327melyonan. Berî 15 salan, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tenê 119melyon bikarênerên telefonan hebûn.

  • Tirsa li ser taybetmendîyê û bendên din

Hê jî hikûmet û desteyên rêxistinî li herêmê xwedî têkilîyeke netebat in li gel teknolociyayê. Di sala 2016an de, xizmet tenê yan demdemî bûn, yan herdemî bûn. Ji nav wan jî gelek xizmetên li Tirkîyeyê di Adar, Tîrmeh û Mijdarê de. Mîrîtîyên Yekbûyî berî çend mehan qanûneke nû ku bikaranîna torên taybet ên girîmanî qedexe kir.

Zanîngeha North Western li Qeterê got “derdora her 7 ji 10 bikarênerên înternêta niştîmanî dibêjin ku wan awayên bikaranîna navgînên ragihandina civakî ji ber tirsa li ser taybetmendîyan, guhertine.”

Ji rojnamevan û rêxistinên nûçeyan tê xwestin ku ew baş zanibin bandora vê yekê dê li ser berhevkirin û belavkirina nûçeyan hebe ji lew re dibe ku em bibînin miqatebûn tenê bi xizmetên şîfrekiriî mîna WhatsApp û Telegramê bi berdewamî hebe.

Damian Radcliffe professor e di rojnamevanîyê de li zanîngeha Oregonê û hevkar e di navenda Taw ya rojnamegerîya îlêktronî de.

Jêder: Tora Rojnamevanên Navdewletî.