4 alavên dîcîtalî di odeya nûçeyan de

bi rêya: Maria Mora

dibe ku karê çêkirina vegotina çîrokan karekî zehmet be bo odeya nûçeyan bitaybet dema ku jêderên alike nebin, tevî wilo jî gelek alavên dîcîtalî yên alîkar hene dikarin alîkarîya rojnamevanan bikin da ku agahîyên dîtbar û awayên behre di vegotina çîrojan de pêşkêş bikin.

Hevkarê Tora Rojnamevanan a Navdewletî di Googleê de Îrşad Defterî û Rêvebera îdîtekirinê li India Spendê Fereh Takûr pêşengîya rahênaneke gav bi gav der barê çawanîya bikaranîna hin ji van alavan kirin ew jî bi rêya programekî înternêtê yê fêrkirinê. Ev alavên destnîşankirî hêsan in ji ber ku pêdivîya wan bi kodên bikaranînê tuneye her weha Defterî şîrove kir û got ku ew beşekî programên dezgeha Dwan Jones.

Hin ji van alavan bi rêya programeke rahênanê hatine ronîkirin ji nav wan:

DotMat

DotMat alaveke wênekêşîya agahîyan e û bêpere ye, alîkar e bo têkilîdayînê. Dikare guncîna element, kes an kompanîyekê bo gelek alîyan bide xuyakirin. Alav rê dide rojnamevanan ku vegotinekê tev li wêneyê bikin.

(bi awayekî praktîk bibîne di çîroka hilbijartinan de ji alîyê India Spend) alav ji alîyê Defterî  ve û tîma Hindî ve hatiye pêşxistin.

Fusion Tables

Ev alava wênekêşîyê alîkarîya rojnamevanan dike ku xanxanika çêbikin û agahîyên xwe bi hêsanî li ser nexşe an nîgarekê çêbikin. Alav agahîyan li se înternêtê jî dihêle. Google programên fêrkirinê li ser înternêtê pêşkêş dike da ku gav gav tu dest bi bikaranîna proram bikî.

Google My Maps

Dibe ku Fusion Tables zehmet be ji lew re alaveke hêsantir a çêkirina nexşeyan heye. Rojnamevan dikarin vê alava hêsan, bêpere û înteractîv bikar bînin û wêne û vîdyotan tev li deveran bikin. Li gor Defterî piştî ku India Spend nexşeyên Googleê li gel çîrokên xwe bikar anî hate zanîn ku xwîneran carên aktîvbûna bi gotarê re bilind kirine ku her xwînerekî 4 caran li nexşeyê xistiye

Atavist

Alaveke çêkirina çîrokên dirêj li ser înternêtê ye, rojnamevan dikarin Atavistê bikar bînin ji bo destnîşankirina dîzayineke taybet bo rûpelê ku deq, wêne û vîdyoyê li xwe digire her weha dikare dengên SoundCloudê, nexşe û tiştên din li gel serenaveke destnîşankirî li ser înternêtê teev li hev bike. Çêkirina rûpela Atavist hêsan e li gor Defterî ku dibêje alava herî baş e bo çêkirina çîrokên înteraktîv ku xelkên dikarin bi alîyê çep û rast biçin ne tenê jor û jêr.

Li programa fêrkirinê ya li jêr temaşe bike:

Bêhtir der barê programên rahênanê yên Tora Rojnamevanên Navdewletî ji vir nas bikin.

Irshad Daftari  zanyarekî stratîcî ye di warê ragihandinê de; rojnamegerîya dîcîtalî, beşdarîya cemaweran û pêşxistina berhemên nûçeyî. Zanebûneke wî di warê perwerdekirina rojnamevanên navxweyî de heye li ser alavên rojnamegerîyê li ser înternêtê, ji nav wan wan jî google, fusion tables, datamins, news sheep, facebook zindî û programên cûrbicûr. Bo naskirina agahîyên bêhtir der barê karê wî de weke hevkarekî Tora Rojnamevanên Navdewletî li Googleê li vê derê bixe.

Jêder: Tora Rojanemvanên Navdewletî