Komîteyeke Navneteweyî dibêje ku Hikûmet di ber êrîş Xan Şeyxûnê de berpirs e
Diruşmek ji metirsîyên jehrê agahdar dike li bajarokê Xan Şeyxûnê, Parêzgeha Êdlêbê, Sûrîye, 5ê nîsana 2017an ©2017 Ebdilsemed Dagol/ Ajansa Anadolê/ Getty Images
(New York) – Human Rights Watchê îroj got ku ji dewletên endamên “Encumena Ewlekarîyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyîyê” û dewletên endamên “Lihevkirina Çekên Kîmawî” tê xwestin ku tedbîran ji bo garantîkirina cezakirinê bistînin, piştî ku lêpirsîneke navneteweyî diyar ku ku hikûmeta Sûrîyeyê di ber êrîşa kîmawî ya nîsana 2017an de ku derdora 100 kes tê de hate kuştin, berpirs e.
Desteya lêpirsînê yak u bi nave (Mîkanîzma Lêpirsînê a Hevbeş) tê naskirin got ku ew “ji berpirsyarîtîya komara Erebî ya Sûrîyeyê di ber berdana xaza sarînê de li Xan Şeyxûnê di 4ê nîsana 2017an de teqez e.” her weha lêpirsîn gihaşte encama ku rêxistina (Dewleta Îslamî) yak u bi navê DAIŞê tê naskirin xerdela Kibrîtê li gundê Im Hoşê di 15 û 16ê îlûnê de bikar anîye ku ev xaz kulbûnê çêdike.
Ole Solvang; cîgirê rêveberê beşê rewşên awarte di Human Rights Watchê de got: “divabe rapora mîkanîzma lêpirsînê a hevbeş dawîyê ji derewên hikûmeta Sûrîyeyê re deyne. Bikaranîna Sûrîyeyê ji çekên kîmawî re gefeke metirsîdar e bo qedexekirina navdewletî ya li ser van çekan. Berjewendîya hemû dewletan e ku nameyekê bişînin tê de diyar bikin ku ev tawan bê pirsyarî derbas nabin.”
Ji Encumena Ewlekarîyê tê xwestin ku bilez bikeve tevgerê de da ku cezakirinê bi rêya verzkirina sezayan li ser kesên berpirs di ber êrîşên kîmawî de li Sûrîyeyê garantî bike. Ji dewletên dewletên endam tê xwestin ku li gor lihevkirina qedexekirina çekên kîmawî mafên Sûrîyeyê bidin sekinandin û bi awayekî fermî bala Komeleya Giştî û Encumena Ewlekarîyê yên navneteweyî bikişînin ser binpêkirina Sûrîyeyê bo hevpeymanê.
Di 26ê cotmehê de, mîkanîzma lêpirsînê ya hevbeş rapora xwe der barê êrîşa Xan Şeyxûnê de pêşkêşî Encumena Ewlekarîyê kir. Human Rights Watch li kopîyeke raporê vegerîya.
Ev rapor ne yê pêşîn e ku mîkanîzma lêpirsînê a hevbeş tê de dibîne ku Hikûmeta Sûrîyeyê çekên kîmawî bikar anîye. Lêpirsînê berî nuha diyar kiriye ku Hêzên Hikûmetê berî nuha 3 caran herî kêm di salên 2014an û 2015an de çekên kîmawî bikar anîye her weha DAIŞê jî carekê çekên kîmawî bikar anîye.
Qedexekirina li ser çekên kîmawî bi hebûna 192 dewletên endam, qedexeya herî mezin li ser çekan di qanûna navdewletî de dinimîne. Di raporeke xwe ya gulanê de, Human Rights Watch gihaye encama ku bikaranîna Hikûmeta Sûrîyeyê bo çekên kîmawî li ser asteke berfireh tê pêkanîn û dibe ku ev yek bigihê asta tawanên li dijî mirovahîyê.
Mîkanîzma Lêpirsînê ya Hevbeş diyar kir ku ew ji ber bikaranîna çekên Kîmawî pir tengaz e: “eger ev bikaranîn raneweste tevî qedexekirina civaka navdewletî, nebûna sizayan dê alîyên din han bide – ne tenê li Sûrîyeyê lê devirine din jî. gerek e ev kar rawestin.”
Encumena Ewlekarîyê Mîkanîzma Lêpirsînê ya Hevbeş di tebaxa 2015an de damezirand da ku “bi karê destnîşankirina kes an alîyên ku bûjenên kîmawî bikara anîne rabe.. weke çek li Komara Erebî ya Sûrîyeyê”.
Rûsîyeyê piştgirîya biryara çêkirina Mîkanîzma Lêpirsînê ya Hevbeş kir lê di demeke borî a vê mehê de vîto li dijî biryara dirêjkirina dema karê mîkanîzmê bikar anî.
Human Rights Watchê got ku ji endamên Encumena Ewlekarîyê li gel Rûsîya tê xwestin ku wîlayeta Mîkanîzma Lêpirsînê a Hevbeş dirêj bikin da ku karibe karê xwe di êrîşên çekên kîmawî yên din de berdewam bike. Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî di raporeke xwe ya tîrmehê de got ku şanda şopandina rastîyan di îdîyayên herî nêzî rastîyê de di 60 bûyerên bikaranîna çekên kîmawî de li Sûrîyeyê dikole.
Di bûyerekê ji wan de êrîş nêzî bajarokê Letaminê bû di 30ê adarê de, berî 5 rojan ji êrîşa li ser Xan Şeyxûnê, bkaranîna xaza sarînê têde hate teqezkirin ku xazeke rehan a kujer e. di dawîya çêkirina raporê de, rêxistin dê doze veguhêze bo mîkanîzma lêpirsînê a hevbeş da ku karibe nasnameya berpirsê êrîşê destnîşan bike ew jî eger wîlayeta wê were dirêjkirin.
Solvang got: “Rûsîya doza çêkirina lêpirsîneke serbixwe dike, ev jî encam e. pirsa nuha ev e: gelo Rûsîya dê piştgirîya cezakirina binpêkirinên pîvanên navdewletî bike an dê prensîpên xwe ji bo parastina hevalbandê xwe yê Sûrîyeyî bike qurbanî?.”
Jêder: Human Rights Watch.