li ser Mafê Bidestxistina Zanyariyan û Parastina jêder li Sûriyê

Kurteyeke cîbicîkar

Bejdariya kara ya hemwelatiyan girêdayî zanyariyan e, ji bo wê yekê mafê mirov di zanîn û dîtina zanyariyan de, yek ji giringtirîn bingehên avakirina dîmoqratiyê ya her welatekî li cîhanê ye, herweha bidestxistina zanyariyan alaveke sereke ye di rûbirûbûna gendeliyê û eşkerekirina şaştiyên hikûmetan de ye, û bi wê yekê rojnamevan û rêxistinên Ne-Hikûmî bi şêweyekî alîkar berev çareseriya şaştiyan dikarin balê bikişînin li ser wan şaştiyan. Herweha gehiştin bo zanyariyan bûye mafekî sereke ji mafên mirovan ji bo bidestxistina mafine din, ew yek jî xwestekeke berê ya her kesekî ye ji bo bejdariyê di civakê de û standina biriyarine hişmendane ji hejmarek şûngirinên din, herweha karakirina mafê bidestxistina zanyariyan merceke sereke ji bo gehiştin bo wekheviya seranser û dadweriya regezmendiyê ye (Gender).

Ji ber ku bidestxistina zanyariyan kevirê bingehîn yê gerentiya azadiya derbirîn û nerînê, û azadiya rojnamegeriyê ye, karakirina mafê azadiya derbirînê û azadiya rojnamegeriyê bê mafê bidestxistina zanyariyan nabe. Di sî salên dawiyê de, li cîhanê şepêleke berfireh ya derxistina yasayên bidestxistina zanyariyan derkete holê. 100 welatan yasayên xwe yên derbarê bidestxistina zanyariyan derxistin. Û ta niha 134 welatan yasadananên ku gerentiya vî mafî dikin derxistine, dinav wan de heft welatên Erebî hene, ev in: (Urdun 2007, Tûnis 2011 û Yemen 2012, Sûdan 2015, Libnan 2017, Mexrib 2018 û herî dawiyê jî Kiwêt 2020). Serbarî du welatan ku gerentiya mafê gehiştin û bikaranîna zanyariyan di destûrên xwe de dan e, ew jî Misir û Ceza`ir in, Ceza`ir bi rêya serrastkirina destûrî ya sala 2016an, û Misir di serrastkirina destûrî ya sala 2019an.

Weke hêvî ku em jî weke van welatan bicî bînin, armanca vê lêkolînê nasandina giringiya vê babetê û bihêzkirina bejdariya gelêrî di danûstandina giştî derbarê derxistina Sûriyê yasayeke bi vî awayî ye ji bo gerentiya bidestxistina zanyariyan ji bo hemwelatyan bi giştî û ji bo rojnamevan û ragihandkaran bi taybetî, û gerentiya parastina azadiya jêderên zanyariyên wan û dehifdan berev vê yekê.

Ji bo wê yekê, tîma Navenda Sûriyê ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê bi hevkarî li gel lêkolînerê serbixwe `Urwa Xelîfe rapirsînek ji bo dîtina nerînên rojnamevanên Sûrî derbarê herdu dozên azadiya gehiştin bo zanyariyan û parastina jêderên rojnamevanî encam da, ew yek jî bi armanca têgehiştineke berfirehtir ya çalencên girêdayî van herdu babetên pir girîng ji bo karê rojnamevanî û azadiya derbirînê li Sûriyê. Ev lêkolîn weke pêngaveke destpêkî ye weke şopandinekê li gel arasteya cîhanî derbarê yasakirina mafê bidestxistina zanyariyan, hevdemî giringiya encamdana civatên gengeşeyî yên berfireh li gel aliyên corbicor yên xwedî bandor di berhevkirina yasakirineke bi vî şêweyî  de û li gel aliyên sûdmend ji vê yasayê bi armanca gehiştin bo yasayeke seranserî ya bidestxistina zanyariyan li Sûriyê.