Rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya Komara Erebî ya Sûrîyayê

 

Sivîlên Sûrîyayî di bin êrîşên bi çekên birêkûpêk û êrîşên asmanî yên hêzên hikûmeta Sûrîyayî û hêzên asmanî yên Rûsî de ne.

Parîs 11 Adar 2022

Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêpirsînê ya Komara Erebî ya Sûrîyayê rapora xwe ya nû pêşkêşî Encumena Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî kir, di raporê de bal kişand ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan li seranserê welat ji Tîrmeh ta Berfanbara 2021an.

Rapor li ser xala berpirsiyarî û proseya dozkirinê li hejmarek ji welatên Ewropî, li dijî tawanbarên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê li Sûrîyayê disekine. Komîteyê biryara der barê efserekî berê yê îstixbarata Sûrîyayê de weke “dîrokî” bi nav kir û li ser dozên din axivî, wek doza Doktorê li Elmanyayê, şervanê berê yê Cebhet El-Nusrayê li Holandayê û doza li Fransayê hatiye vekirin. li dijî endamekî berê yê Ceyş El-Îslam. 

Rapor behsa sivîlên sûrîyayî yên ku bi çekên rênîşander ên rast tên êrîşkirin û herwiha êrîşên bêserûber û asmanî ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrîyayê û hêzên asmanî yên Rûsî ve hatiye kirin.

Komîteyê got ku hêzên hikûmeta Sûrîyayê berdewam in li ser veşartina çarenivîs û cihê girtîyan, û ev yek carna xizm û endamên malbatên qurbaniyan dixe metirsîya gefxwarinê. Rapor behsa bombebarana bêserûber li bakurê Sûrîyayê, desteserkirina erdan û sizayên li ser rêjîmê kir. Her wiha behsa cudakariya ku hîna jî jinên Sûrîyayî bi giştî dikişînin û binpêkirinên ku di gelek rewşan de rastî wan tên.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadiya Derbirînê pêşwaziyê li rapora Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêpirsînê li Sûrîyayê dike, û teqezîyê li ser giringîya rola ku Netewên Yekgirtî dikare ji bo rawestandina bobelata li Sûriyê bigerîne, bi taybetî di warê cîbicîkirina pêşniyarên hatine kirin di rapora komîsyonê de, ku tê de teqezî li ser pêwîstiya rawestandina hemû êrîşên bêserûber û rasterast li ser sivîlan, ji bilî rawestandina tavilê ya îşkenceyê, û avakirina mekanîzmayeke navdewletî ya taybet ji bo vekolîn û diyarkirina cihê hemû girtî û/yan windayan. û çarenivîsa wan eşkere bike, li gel teqezkirina li ser pêwîstiya vegera penaberên sûrîyayî bi dilxwazî ​​û ewledarî, da ku rastî ziyanên laşî yan binpêkirina mafên xwe yên mirovî yên sereke nebin.

Navend karê mîkanîzmayên navdewletî yên lêkolînê derbarê tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li seranser erdnîgariya Sûrîyayê derketine, pîroz dike, û teqez dike ku tu rê ji bo rawestandina van binpêkirinan nemaye ji bilî kiryarên navdewletî yên cidî ji bo radestkirina dosyayên binpêkirinên giran ên mafên mirovan. ji Dadgeha Tawanan a Navdewletî re, tevî ku bersiv ji bêcezakirinê re heba û gavên wisa cidî ji berê ve biahatana avêtin, em nedigihan rewşa îro û me tawanên cengê di sere Rûrîya li Ukrainê nedidîtin.