Projeya Torbînên ba yê ku dê li bakurî Colanê were avakirin, metirsîyekê li ser hebûna niştecihên Sûrîyayî dinimîne

Projeya Torbînên ba yê ku dê li bakurî Colanê were avakirin, metirsîyekê li ser hebûna niştecihên Sûrîyayî dinimîne


 

16ê Nîsana 2020an

Daxuyanîyeka Rojnamevanî

 

Komîteya Niştîmanî ya Binesazîyê ya Îsraîlê di civîna xwe ya 9ê îilona 2019an de, bi piranîya endamên xwe li ser projeya Torbînên ba yên ku dixwaze li ser erdên gundên mayî li Colana Dagîrkirî ava bike, erê kir, ku ew erd bi awayekî sereke sêv ê kerezan berhem didin. Di 12ê rêbendana 2020an de, komîteya wezarî ya dest bi plana projeyê kir û ji 30ê heman mehê ve bû biryareka hikûmî. Hêjayî nîşandanê ye ku proje dê ji hêla kompanîya Energy-X were birêvebirin, ku bi xwe kompanîyeka Îsraîlî ye. Proje ji 32 torbînên ba pêk tê, bilindahîya her yekê ji wan 220 mitr e û torbînên herî mezin yên li ser bejahîyê ne di cîhanê de ne.

Desthilatên Îsraîlê ev projeya metirsîdar derxiste holê tevî hejmareka mezin a dijrabûnên ku ji hêla sazîyên çandinîyê û kesên ji Colanê hatin nîşandan, ji nav wan dijrabûneka ji hêla Rewangeha (Navenda Erebî ya Mafên Mirovan li Colanê) û Komeleya Mafên Hemwelatîyan li Îsraîlê p Komeleya Muxetîtûn ji bo mafê pilankirinê, lê tev hatin redkirin.

Proje, eger çû serî, dê bandorên xirab li ser Sûrîyayîyên Colanê li paş xwe bihêle û dê beşekê giring ê aborîya çandinîya teqlîdî nemaze ya sêvû kerezan,wêran bike. Li gel metirsîyên wê li tendirustîya niştecihan ku dê rastî pêlên bindengî û ronahîya ziyandar bên, di encamê de ew ê rastî pirsgirêkên bihîstinê werin. Metirsîyên zêde yên projeyê li ser cotkaran û malbatên wan e ku piranîya demên salên li nav erdên xwe dimînin û torbîn dê li ser wan were avakirin, ku bi sedan malên piçûk di nav wan erdan de hene, di encamê de egera nexweşîya wan mezintir e. Zanyarên di ware çandinîyê û hêza alternatîv û jîngeh û fîzîk û tendirustîyê de dibînin ku torbîn dê cotkaran neçar bikin ji nav bi hezarên donimên erd derkevin ku ji berî dehên salan sêv û kerezan berhem didinku ew erd jî bêhtirî sêyekê ye ji erdên wan.

Her weha avakirina projeyê dê bibe sedema sînorkirina berfirehîya avakirinê bo sê gund ji pênc gundên dagîrkirî ku piştîya dagîrkerîya 1967an li Colanê mane, ew jî Mejdel Şems, Mesede û Beqasa ne. Ev yek dê pirsgirêka niştebûnê ya ku rastî niştecihên van gundan tê mezintirbike li gel xirabkirina xwezaya Colana dagîrkirî. Li gor agahîyên peyda di nav destê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de, desthilatên Îsraîlê dixwazin torbînan di nav erdên çandinîyê yên Sûrîyayîyan ava bike da ku welatîyên xwe ji ziiyanên torbînan biparêze.

Ev proje li gel berdewamîya şerê çekdarî li Sûrîyayê tê der, ku Îsraîl weke dewleteka dagîrker sûdeyê ji derfeta berdewamîya şer digire da ku serdestîya xwe li ser Colanê xurttir bike û hin guhertinan li ser erdê bi cih bîne ku di pêşerojê de neyên hilanîn. Ku berîya salekê karibû mikurhatina serokê Amerîkî Donald Trump bi serdestîya îsraîlê li ser Colanê bi dest bixe.

Em rêxistinên îmzeker li gel şermezarkirina me ji vê projeya metirsîdar re ji ber bandora wê li ser Sûrîyayîyên Colanê, ku dixwaze dagîrkerîya aborî ji Colanê re biçesipîne ne li gorî Mafê Sûdgirtinêyê ku di madeya 55an ji lihevkirina Lahayê ya çarem ya sala 1907an, ji lew re em ji desthilata dagîrker daxwaza dikin:

  • Pabendîya bi qanûna navdewletî û rawestandina vê projeyê û hemû çalakîyên berfirekirinê li Colanê û dûrketina ji çi guhertinan li Colana Dagîrkirî, ji bilî yên ku ewlehîya niştecihên Sûrîyayî peyda dike.
  • Rêzdarîya li mafê danîna çarrenûsê li gor qanûna navdewletî bo xelkên Sûrîyayî li Colana dagîrkirî.
  • Rawestandina derxistina rêdanên sûdgirtina ji jêderên xwezayî li Colana Sûrîyayî û birêxistina çalakîyên kompanîyên bazirganîyê yên Îsraîlî bi armanca rêzdarîya li pîvanên navdewletî û pîvanên mafên microvan. Li gel stendina erêkirina niştecihên Sûrîyayî di projeyên girêdayî jêderên wan ên xwezayî de.
  • Dûrketina ji sûrgirtina ji pandemîka Coronayê bo derbaskirina vê projeyê

Ji Civaka Navdewletî:

  • Fişara li ser Îsraîlê ji bo vekişîna ji bicanîna projeya Torbînên ba û xwedîderketina li pabendîyên xwe yên ji lihevkirin û belgenameyên navdewletî hatine encamdan, her weha pabendîya wê bi rêzdarîya li mafên niştecihên Sûrîyayî li Colana dagîrkirî.

Li ser van xalan em îmze dikin:

  1. Elheq
  2. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan (SN4HR)
  3. Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan (FIDH)
  4. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)
  5. Impunity Watch
  6. Oronamo ya Dadmendîyê û Mafên Mirovan
  7. Tora Sûrîyayî ya Qanûnî li Holandê
  8. Şemil, Hevgirtina Rêxistinên Civaka Sovîl a Sûrîyayî
  9. Sazîya Elyewm Eltalî
  10. Sazîya Bedail
  11. Sazîya Biratî ya Mafên Mirovan
  12. Navenda Elqahîrayê ya Lêkolînên Mafên Mirovan (CIHRS)
  13. Navenda Ramela ya Lêkolînên Mafên Mirovan (RCHRS)
  14. Navenda Wisûlê ya Mafên Mirovan (ACHR)
  15. Musawat
  16. Rêxistina Kiş Melik
  17. Nuqtet Bîdaye

 


 

Bo Naskirina Agahîyinên din:

Om Kelsûm Hemed – Berpirsa Têkilîyan – Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

Email: [email protected]