Çend Rêxistinên Sûrî û Navdewletî bang li INTERPOLê dikin ku wan ji tevtûşên Hişyariya Sor biparêze

Daxpyaniya Çapemenî yê

Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM) û (Fair Trials) navdewletî digel hevkarên xwe de, metirsîyên cidî derbarî biriyarê IINTRPOLê da dardixe ku ew dê derfetê bide hikûmeta Sûriyayê tevlî benka zaniyariyan ya Rêxistinê bibe ku dê derfetê bide deslatdariya Sûriyayê di derxistina belavokên Sor, ku dê jiyana hezaran penaberên Sûrî li Ewropayê di bike metirsiyê da. Nameya şandî, ku ji aliyê 19 rêxistinên penaberên Sûriyê va hat îmzakirin, bang li INTERPOLê dikin ku tedbîrên tund dîne bo misgerkirina ewlehiya penaberan.

Di nameyê da wiha hat gotin: “Tê zanîn ku desthilatdarên Sûriyê muxalifên siyasî, rojnamevan û xebatkarên tenduristiyê û mirovahî yên sirgûnkirî wek ‘terorîst’ û sûcdarên xwestinê bi nav dikin. Jixwe ku wê bi hezaran kes bi awayekî neamade hatine dadgehkirin û cezakirin, û em di metirsîyê da ne ku ew kes niha di nav lîsteyên Hoşiyariya Sor da ne, yan di nav belavokên ku ji Sûriyê derdikevin.”

Bruno Min, Rêvebirê Yasayî û Siyaseta yê (Fair Trials) li (Brîtanî ya yê û Cîhanê), got:

“Metirsiyek pir cidî heye ku desthilatdarên sûrî ji bo bikaranîna Hişiyariya Sor bo girtin, girtin û radestkirina penaberan bikar bîna, ku Berê jî bûye, û ew dê dîsa biqewimin ager INTERPOL karûbarên başkirina tedbîrên xwe pabend neke.

Penaber ji bo parastina ji çewisandinê jiyana xwe tên Ewropayê. Lê INTERPOL vê parastinê bi dest xistina amûrên xwe yên qanûnî ji bo çewisandiyan dişkîne. Di derbarê ka INTERPOL çawa dixwaze penaber û penaxwazan nas bike û ewlekariya wan misoger bike, ne zelaliyek diyar heye. Divê INTERPOL baştir bike.”

Danî Albaac, Rêveberê Parêzvaniyê li Navenda Sûriyê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, got:

“Di dema ku baweriyeke giştî bi INTERPOLê weke rêxistineke navdewletî ya pîşeyî heye, lê ew bawerî bi hikûmeta Sûriyê tune ye, ji ber berdewamiya binpêkirina mafên mirovan. Lewra metirsiyên cidî hene ku hikûmeta Sûriyê endamtiya xwe ya di INTERPOLê da bi awakî qerêj bikar bîne, û girîng e ku bala INTERPOLê bikşîne ser van ageran.”

Di nameyê da tê gotin ku her çend karûbar hene ku rê li ber belavbûna Hişiyariya Sor li dijî penaberên fermi bigirin, “lê delîlên pir hindik hene ku nîşan bidin ku ev mekanîzma bi bandor in”. Belavokên Sor jî dikarin bandorê li kesên ku mafên penagerî yê dixwazin bike. INTERPOL berê diyar kiribû ku ji bo parastina mirovan pêvajoyên wê hene, lê raveyek zelal nade ka ev pêvajo çawa dixebitin û ne jî ji ber binpêkirinên berê çawa hatine başkirin.

Îmzakerên nameya vekirî daxwazê ji INTERPOLê dikin ku dabîn bike ku daxwazên Sûriyê di bin çavdêriyeke taybet de bin û “nîşan bide ku pergalên wê berxwedêr in” da ku li hember hewildanên têkbirina ewlehiya penaberan li Ewropayê bisekinin.