Sûriye: Hikim bingehek yasayî ye û hêviyê dide ziyandîtiyên rejîmê

Daxuyaniya hevpar: FIDH – Federasyona Navdeletî ya Mafên Mirovan û SCM – Navenda Sûriyê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad

Parîs, 14 Çileyê paşîn/ Rêbendana 2022 – Kolonêlê berê yê Sûrî Enwer Raslan duh bi hepsa hetahetayî hat sizakirin di biryareke bingihîn da li Koblenz, Almanya, ku ew yekem biriyara tawanên li dijî mirovatiyê ye li dijî endamekî ppstbilind yê rêjîma Sûriyê. FIDH û SCM pêşwazî li biryarê dikin, ku pîvaneke dadperwerî û hêviyê pêşkêşî ziyandîtiyan dike, û tekez dikin ku divê ew dadgeha pêngavek be bo çendîn dadgehên din li dijî ew tawanên hovîtiya ku li Sûriyê hatine kirin, berpirsyar dibînin.

Koordînatora Koma Çalakiya Dozgeriyê ya Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan (FIDH) Clémence Bectarte ragihand: “Ev biryara bingehîn bi cesaret û biryardariya qurbanî, şahid û çalakvanên Sûriyê pêk hat. Hêvîdar e ku dadgehkirinên din li pey wê werin, ji ber ku divê şerê li dijî bêcezakirina tawanên rejîmê berdewam be.”

Dibe ku ev hukm bibe wek mînakek û rê li ber sûcdarên din yên îdiakirî veke ku li derveyî Sûriyê werin darizandin; Ev divê bibe destpêkek ji rêzek ji hewlên dozgeriyê re ji bo berpirsên tawanên rêjîma Sûriyê — ku piraniya wan bi tevahî bêceza ne.

Dadgehkirin, ku li Koblenz, Almanya hat lidarxistin, û di Nîsana 2020an da dest pê kir û ku yelemîn dadgeh bû li ser asta cîhanê derbarî tawanên rejîma Sûriyê li dijî xelkên sivîl. Rejîm li ser desthilatdariyê berdewam e, tevî ku bi sed hezaran qurbaniyên sivîl hatin kuştine. Navenda Destûra Bingehîn û Mafên Mirovan a Ewropayê (ECCHR) digel 3 parêzeran piştgirî dan 14 dozgeran. Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM), ku endamê FIDHê ye, ligel rêxistinên din yên civaka sîvîl, bi naskirina sûcdaran, komkirina delîlan, hevkarîya bi dozgerîyê ra ji bo avakirina dozan û pêşkêşkirina roleke girîng list” û îfada şahîd.

Mazin Derwîş, damezrîner û rêveberê SCM, got: “Her çend ew ne şûna rêyek neteweyî ya dadweriya veguhêz in, lê biryara îro, û biryarên paşerojê yên potansiyel yên dadweriyên Ewropî yên di bin dadweriya gerdûnî de ne, dikare bêcezabûnê bitewîne û mafên ziyandîtiyan di bingeha çi çareseriyek siyasî ya pêşerojê da bihêle.”

Karbidestê payebilind yê rejîmê Enwer Raslan serokatiya yekîneya lêkolînê ya zindaneke veşartî ya nêzîkî Şamê ku bi navê El Xetîb, an Şaxa 251 tê naskirin, kir, ku tê de xwepêşanderên dijî hikûmetê hatin îşkencekirin û kuştin. Raslan di hemû sûcên ku li dijî wî hatibûn kirin da sûcdar hat darizandin: ew bi kêmî ve 4000 dozên îşkenceyê, 27 kuştin û du êrîşên zayendî de hevparê sûc hat dîtin. Îmkana wî ya serbestberdana bi şert nîne.

Lêgerîn li Rêyên Edaletê

FIDH û endamên wê di lêgerîna berpirsiyariya tawanên li Sûriyê da bi rêyên cuda yên dozgerî yê da çalak in. Federasyonê ji bo hesabpirsîna kesên ku di tawanên giran deaji aliyê rayedarên rejîmê, aktorên serhildêr û hemwelatiyên Rûs ve hatine kirin, xebat dike.

Di çiriya pêşîn/ Kewçêra 2018an da, dadwerên Fransî fermanên girtinê yên navdewletî bo sê karbidestên pilebilind yên rejîmê derxistin ku bi tawanên hevpar di tawanên dijî mirovatiyê û tawanên cengê yên têkildarî windakirin, îşkencekirin û kuştina Mazen û Patrick Dabax da, bi saya şiyana şopandina sûcdarên hovîtiyên di pergalên dadweriya neteweyî de li welatên sêyemîn – dadrêsiya derveyî erdê. FIDH û rêxistina wê ya Fransî, LDH û SCM ev doz dabûn destpêkirin.

FIDH, LDH, û SCM – rêxistina endama Sûrî ya FIDH – di sala 2020-an de di girtin û tawanbarkirina Îslam Allûş, berdevkê berî yî koma serhildayên Sûrî grûpa Ceyş eIslam, ku tawan li dijî sivîlên ku di bin serweriya wê de dijîn, bûn alîkar. Her wiha guman tê kirin ku girûpê parêzera mafên mirovan Rezan Zeytûne, Wail Hemada, hev-avakarê komîteyên hevrêziyê yên xwecihî û du hevkarên wan, çalakvana siyasî Semîra El-Xelîl û parêzerê mafên mirovan Nazim El-Hemedî revandin, girtin û îşkence kirin. (Duma 4).

Herî dawî, FIDH, SCM û rêxistina endamê Federasyonê ya Rûsyayê, Navenda Mafên Mirovan Memorial, giliyek li dijî aktorên Rûs ên ku qurbaniyê sûrî, Mohamed A., di sala 2017 de îşkence kirin û kuştin, hêsan kirin. yekeya paramîlîter a di bin desthilatdariya hikûmeta Rûsyayê de ye. Ev doza ku li Moskowayê hatiye vekirin, ji bo tawanên hovane yên ku ji alîyê aktorên Rûsî ve li Sûrîyayê hatine kirin, pişkek dadwerî dike – ev ne hindik e, ji ber ku desthilata vetoyê ya ku Rûsya jê re bi saya kursiya wê ya daîmî di Encumena Ewlekarî ya NY de heye.

FIDH û endamên wê dê berdewam bin li şopandina rêyên dadmendiyê ji bo ku aktorên hemû aliyên şerê Sûriyê bersiva tawanên xwe bidin.