Sûrîya Lehengên xwe ji dest dide Yehiya Elşerbecî û Islam Debas di zindanên Sûrîyayî de hatin kuştin

“Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” bi xemgînî nûçeya mirina hevkaran “Yehya Elşerbecî” û “Islam Debas” ji we re vediguhêze ku nûçeyên teqezkirina bidarvekirina wan di 15ê rêbendana 2013an de hatibûn teqezkirin. Kaxezên mirina “Elşerbecî” li gel birayê wî “Mihemed Elşerbecî” yê ku bi nave Maen tê naskirin roja 23yê tîrmeha 2018an hatin radestkirin, tevî ku Maen li gor agahîyên malbatên di 13ê berfanbara heman sale de miriye.

Yehya Elşerbecî yê ku gotiye “ez kuştî bim çêtir e ez kujer bim” piştî salekê û çar mehên îşkencekirina hovane hate kuştin. Şerbecî yek ji serkirdeyên tevgera sivîl a aştiyane ya bala bû li Dareyayê her weha yek ji damezrênerên “komîteyên hevrêzkirinê yên navxweyî” bû, di 6ê îlona 2011an de hate girtin û “Xeyas Meter” rêhevalê wî yê ku di 10ê îlona 2011an de termê wî bo malbatê hatibû radestkirin, pê re hatubû girtin.

“Yehya Elşerbecî” û “Islam Debas” ji çalakvanên tevgera sivîl a aştiyane yên herî bala ne li Sûrîyayê berî destpêka şoreşa azadîyê di adara 2011an de, ku bi nave “tevgera Dareya ya aştiyane” dihate naskirin. Şerbecîyê ku di (1979)an de ji dayik bûye, di gulana 2003yan de ji ber çalakîyn sivîl li Dareyayê ji ber çalakîyên sivîl ên dijatîya sextekarîyê û paqijkirina kolanan hatibû girtin ku di heman serdemê de Qanûna Awarteyê destpêşxerîyên welatîyan yên ku li jêr çavdêrîya dezgehên ewlekarîya Sûrîyayê de bûn, qedexe dikir, li gel qedexekirina kombûyînê û xewna guhertinê. Ji ber wilo 4 salan di zindana Sêdnayayê ya leşkerî de mabû her weha ji mafên xwe yên sivîl û mafê rêwîtîya bê par mabû.

“Islam Debas” di 1989an de ji dayik bûye û di zindanên Sûrîyayî yên tarî de , sala 2013an hate kuştin, lê nûçe di 16ê tîrmeha 2018an de giha malbatê. Debas xwendekarekî endezyarîyê ye û ji ber çalakîyê serkirdayetîya tevgera sivîl a aştiyane li Dareyaya ku ala şoreşê hilda, hate girtin di roja 22yê tîrmeha 2011an de, di îna ku bi nave “îna yekîtîya niştîmanî” de dihate naskirin.

Lîsteya şehîdên aştiyane yên ku jîyana xwe di ber xewna rûmet û azadîyê de kirin qurbanî, dirêj e û îroj hikûmeta Sûrîyayê kaxezên mirina wan dide malbatên wan weke gaveke paşguhkirina dosyaya girtîyên zindanên Sûrîyayî di çarçoveya qonaxa “jinûavakirinê” de ku piranîya hikûmetan dikin û çavên xwe li ser tawanên herî mezin digire ew jî “kuştina di bin îşkenceyê” de ku hikûmeta Sûrîyayî ji roja pêşîn vex we pê paye dikir dema ku termê “Hemza Elxetîb” paşê yê “xeyas Meter ” radest kir weke nameyeke siyaseta xwe.

Hikûmeta Sûrîyayî di hemû bijardeyên xwe de serkeftî bû ji çaxa ku siwreyên şoreşê nemane û xenên bajêr jî nemane û qehfên zarokên bajêr kire rêyeke sal û hibijartinên bê .. lê kî dikare bajêr ji pêşerojekê ku ji hêla şahên cengê tê avakirin; ne ji hêla kesên hişmend ve, xilas bike?