Hevgirtin digel Saziyên Civaka Sivîl yên Filistînî

Wezîrê Ewlehî yê di Deslata serdar û dagîrkera Filistîn û Colana Sûrî, Binî Gîtis, şeş rêxistinên civaka sivîl ya Filistînê di lîsta Terorî da destnîşan kir li gor Yasaya ŞerDij Terorê ya Îsraîlî 2016an, ew jî:

  1. Saziya Demîr bo Çavdêriya Hêsîr û Mafên Mirovan
  2. Shazia Al Haq
  3. Tevgera Cîhanî bo Bergirî li Zarokan- Şaxê Filistîn
  4. Navenda Bîsan bo Vekolîn û GeşePêdanê
  5. Yekîtiya Komîteyên Kar Kiştûkalî
  6. Yekîtiya Komîteyên Jina Filistînî

Ku ev hemû sazî li wezareta Navxoyî ya Filistînî li gor yasaya Komîta û Saziyên Sivîl hatine tomarkirin.

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, bi tundî biriyara Deslata serdar û dagîrkera Filistîn û Colana Sûrî şermezar dike, û dest nîşankirina wan di lîsta terorê da, ku ev biriyar bandorê li ser karên rêxistinên civaka sivîl yên Filistînî dike, û binpêkirin ji mafên Filistîniyan ye di serî da mafên wan di çarenivîsê da.

Gef li rêxistinên navbirî, jêr siyasetên Îsraîlê yên bipilan tê binavkirin, ku armanc jê reşxistin li ser kiriyarên hêza dagîrker li Filistîn û Colanê, ku dixwazin miletê filistînê ji alavên aştiyana bêpar bikin, nimaza xebatên civaka sivîl ya filistînî ku kardikirn bo lêpirsîna îsraîlê û rêbigre li berk u ji sizadanê tawanên wê yên şer û yên dijî mafên mirovan bireve,  Lewra, ne balkêş bû ku biriyara wezîrê ewlehî yê wek gurdanekê li dijî Saziya Alhaq û rêxistinên civaka sivîl yên filistînî, ku biriyar hat piştî biriyara Dadgeha Navdewletî di destpêkirina lêpirsînê derbarî tawanên ku Îsraîlî li dijî Filistîniyan.

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad dibîne, ku ew parçîmên hikûmeta Îsraîlî derbarî biriyarê çi rastî yan yasa nînin ku li ser bapend bibe, lê ew tenê dikevin jêr siyaseta gurdanê, û astengîkirina karên sivîl, û saziyên mafên mirovan li Filistînê, daku nikarbin karên xwe yên bo mafên mirovan serrast bikin, wek belgekirina ew binpêkirinên ku hikûmeta Îsraîlî dike.

Bê gûman, ew helmetên lekdarkirina rastîyê yên hikûmetên Îsraîlî ku birêve dibin li dijî rêxistinên Filistînî û Navdewletî û li dijî bergirên mafên mirovan, di rêya navlêkirin bi Terorê, aramanca wan bo mafjêxistin ji wan saziyan ji berk u dadweriya mafên filistîniyan dixazin, ji vir, biriyara wezîrê ewlehiya îsraîlê di destnîşankirina karên saziyên filistenî bi karên terorê, wisa dike ku astengî û şer li dijî çi karên civaka sivîl bên kirin, û li dijî ew xebatên ku tên kirin bo belgekirina binpêkirnên dewleta dagîrker.

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad dubare dike, ku beriyarê şermezar dike, û dibîne ku ew gurdanek metirsîdara li dijî xebatên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan li Filistînê, û bang li civaka navdewletî, û dewletên yekîtiya Ewrûpa yê û rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî dike, peyrewyên mafên mirovan li filistînê bihêz bike, û alîkariya xebatên civaka sivîl ya filistînê bike, û bertkek tund li dijî biriyarê bê standin.