Daxwaznameya îmzekirina daxuyanîya hevbeş der barê çarenûsa winda û girtîyan de li Sûrîyayê, û garantîkirina azadî û saxlemîya berevanên mafên mirovan

Daxwaznameya îmzekirina daxuyanîya hevbeş der barê çarenûsa winda û girtîyan de li Sûrîyayê, û garantîkirina azadî û saxlemîya berevanên mafên mirovan

9ê berfanbara 2019an

Berî şeş salan, navenda hevbeş a Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan, ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piûtgirîya Projeyên Piçûk û Kovara Tilina AlHuriyê, li bajarê Dûmayê (Xûtaya Rojhilatî bakurî Şama paytext) hate êrîşkirin ji hêla komên çekdar ve, û çar berevankerên mafên mirovan revandin; Rezan Zeytûne, Semîra Xelîl, Wail Himade û Nazin Hemadî. Alîyên kontrolker hatin guhertin û bi dehhezaran hatin koçberkirin û çarenûsa hevkarên me heta îroj, hîn nediyar e.

Bo wan û bi hezarên winda û girtîyan li Sûrîyayê, em rêxistinên îmzeker, ji nû ve  pabendîya xwe nîşan didin, bi xebata bi hemû awayan bo diyarkirina çaranûsa wan, berevanîya di ber mafên wan de di dadmendî û cezakirinê de û dijatîya reva ji sezayê, weke mercekê sereke yê avakirina dewleteka democrat a cûdakirina desteyan û parastina mafên mirovan û hemwelatînîyê li gor qanûnê li Sûrîyayê.

Di heman dema ku xebatên me ber bi rastî, dadmendî û cezakirina kesên ku ew revandine û yên ku tawanên li dijî mirovahîyê li Sûrîyayê bi cih anîne, berdewam in;  desthilatên defaktoyê li seranserî Sûrîyayê, bi siyasetên revandinê, windakirina bi dare zorê û girtina keyfî weke mîkanîzma sereke ya veşartina tawanan bi tawanên mezintir, berdewam in. li gel berdewamîya kiryarên windakirina berevanên mafên mirovan li Sûrîyayê ji hêla alîyên şer ve, gavên ber bi çareya siyasî ve lezgîn dibin.

Ji lew re, em bi bîra alîyê û dewletên garantorên çareya siyasî li Sûrîyayê ve tînin, ku eşkerekirina çarenûsa windayan û rizgerkirina girtîyan û garantîkirina dadmendîyê û cezakirina tawankerên mezin, garantîya nimûneyî ya danîna sînorekî bo reva ji sezayê ye, li gel danîna kevirê pêşîn yê çesipandina aramî û aştîyê li Sûrîyayê û herêmê.

Em, rêxistinên îmzeker, li ser van yekan teqez dikin:

  • Berdewamîya xebatên berevanîya di ber mafên hemû welatîyên Sûrîyayî de, eşkerekirina rastîyê, çesipandina dadmendîyê û sezakirina berpirsên di ber tawanên metirsîdar de.
  • Berdewamîya xebatên çespandina mîkanîzmên cezakirinê yên zelal û dadmend bi garantîyên navdewletî, weke garantîyeka sereka a aştîya domdar li Sûrîyayê.
  • Daxwazkirina ji dewlet û alîyên garantor ku gavên çareserîyê li Sûrîyayê peyda bikin û xwedîderketina li berpirsyarîtîyên çêkirina çareserîya aştîya domdar, bi rêya; dayîna pêşikîyê bo gavên avakirina bawerîyê û di serî de eşkerekirina çarenûsa winda û girtîyan û fişara li ser alîyên şer bo pabendî û alîkarîyê.
  • Daxwazkirina ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ku li berpirsyarîtîyên xwe yên berevanîya di ber mafên mirovan de, xebatên eşkerekirina îarenûsa winda û girtîyan û garantîya azadî û saxlemîya berevanên mafên mirovan, xwedî derkevin. Di encamê de, bo garantîya destpêka pêvajoyeka siyasî li Sûrîyayê ku bibe bingeha dewleteka democrat.
ActiveWatch Navenda Erebî ya Mafênb Mirovan li Colanê
Adala (Klînîka Qanûnî) Navenda Filestînî ya Mafên Mirovan
Al Mezan Navenda Kewakîbî ya Dadmendîya Veguhêz û Mafên Mirovan
BADAEL Navenda Libnanî ya Mafên Mirovan
Baytna Syria Navenda Navdewletî ya Kazaxî a Mafên Mirovan û Serwerîya Qanûnê
Bi-Dadê re Navenda Qahîrayê ya Lêkolînên Mafên Mirovan
Dadmendî bo Jîyanê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
DAWLATY Navenda Wisûlê ya Mafên Mirovan
Federasyona Euro-Navîn ya dijatîya windabûna bi darê zorê Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan
Foruma Xwişkên Ereb ya Mafên Mirovan Nophotozone
Hevgirtina Cezairî ya Mafên Mirovan Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
Hevgirtina Malbatên Sîzerê PAX bo Aştîyê
Hevgirtina Malbatên Windayên Bi Darê Zorê Li Cezairê Rêxistina Berçav
Hevgirtina Parêzerên Sûrîyayî Rêxistina Çavdêrîya Bêcezakirinê
Hevgirtina Rojnamevanên Sûrîyayî Rêxistina Guhdana bi Mafên Mirovan – Eritrea
Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê Rêxistina Kesh Malek
International Media Support Rêxistina Mexribî ya Mafên Mirovan
Jin Nuha bo Geşepêdanê Rêxistina Navdewletî ya Dijatîya Îşkencekirinê
Kampanîya Sûrîyayê Rêxistina Piştevanîya Ragihandina Azad
Klupa Mafên Mirovan Shaml (Hevgirtina Rêxistinên Civaka Sivîl a Sûrîyayî)
Komeleya Aso ya Dijatîya Tundîya dijî Jinê Sûrîyayîyên bo Rastî û Dadîyê
Komeleya Mexribî ya Mafên Mirovan Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan
Komîta kurdî ya Mafên Mirovan/Raweng Tora Hurasê
Komîteya Mafên Mirovan ya Latvîyen Tora Jinên Sûrîyayî
MENA ya Mafên Mirovan Tora Sûrîyayê ya Qanûnî li Holandê
Musawa Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
Navenda Aktîvkirina Mafan URNAMMU
Navenda Al Haqê ya Berevanîya di ber Mafên Mirovan de Yekîtîya Encumenên Navxweyî
Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan Yekîtîya Navdewletî ya Mafên Mirovan
Yekîtîya Rêxistinên Almanî – Sûrîyayî