Metirsîyeka mezin ser rewşa tendirustî li girtîgehan

Metirsîyeka mezin ser rewşa tendirustî li girtîgehan

—————————————————————————

Metirsîyên Belavbûna pandemîka COVID-19 li girtîgehên Sûrîyayê


 

Adara 2020an

Rewşên girtinê li girtîgehên ser bi Hikûmeta Sûrîyayê ve, metirsîyekê li ser jîyana girtîyan dinimîne, ku hejmara wan herî kêm digihêje (90212) bi nav ji hêla Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan hatine qeydkirin, lê dibe ku hejmarên rast du caran zêdetir bin. Ev kes bi awayekî keyfî hatine girtin, di encama beşdarîya wan de di xwepêşandanên aştîyane de, an ji ber diyarkirina nerîneka siyasî a dijber, an di encama girtina ketober de, ev girtî bûne windayên bi darêzor piştî ku girtina wan nehate eşkerekirin û cihê wan û çarenûsa wan nehate diyarkirin. Her weha grûpên çekdar li seranserî Sûrîyayê bi awayekî keyfî sivîlan digirin û wan bi darê zorê winda dike. Ji bilî dûrxistina girtîyên nerînan ji biryarên efûyê yên ku bi berdewamî derdikevin. Gelek kes di girtîgehan de ji ber îşkencekirina sîstematîk û nebûna xizmetên pizîşkî û komkirina girtîyan di devereka teng de bêyî peydakirina mercên paqijîyê. Bi belvbûna vîrûsê re li seranserî cîhanî, û tevî redkirina hikûmeta Sûrîyayî ku li Sûrîyayê belav bye, eger vîrûs li girtîgeha belav bibe, dê bobelatek biqewime. Li gel metirsîya nebiparvekirina hikûmetê ji dosyayên girtîan yên pizîşkî re, çi di ware kesên ku di zindanan de mirine an kesên ku nexweşî wan hene an pêdivîya wan bi guhdaneka tendirustî heye.

Weke teqezî bo rêgezîn Netewyeên Yekbûyî yên danûstendina bi girtîyan re,sala 1955an, ku peydakirina guhdana tendirustî di nava zindanê de li xwe digire, her weha bo girtîyên bê tomet jî, û li gor prensîpên Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û mafê girtîyan bi cihên ewle û tendirust ûpeydakirina xizmetên miqatebûna tendirustî û dermanan, her weha peydakirina parastineka taybet bo girtîyên ku metirsîli ser jîyana wan heye. Li gel van yekan, redkirina Hikûmeta Sûrîyayî ya diyarkirina rewşa tendirustî ya girtîyan dibe cihê nearamîyê, çi ji bo kesên ku berê hatine kuştina an yên ku pêdivîya wan bi guhdaneka tendirustî heye.

Rêxistinên îmzeker ser vê daxuyanîyê, doza van xalan dikin:

  1. Serbestkirina girtîyên siyasî û hiqûqî ji hêla dezgehên fermi yên Hikûmeta Sûrîyayê û rawestandina operasyonên girtinê bi armanca sînorkirina egera derbasbûna vîrûsê bo girtîgehan.
  2. Stendina tedbîrên demlidest û aktîv ji hêla hemû alîyên şer ve bi armanca vekirina girtîgehan li pêş alîyên navdewletî  yên pêwendîdar û stendina tedpîrên pêwîst bo alîkarîya girtîyan bi rêya garantîkirina saxlemîya wan û serbestkirina wan li gor qanûna navdewletî ya mafên microvan û biryarên navdewletî yên pêwendîdar.
  3. Fişara li ser Hikûmeta Sûrîyayî bi rêya Şanderê Navnetewî yê taybet û ajansên NYyê, ji bo serbestkirina girtîyên siyasî û hiqûqî li girtîgehên fermî û nefermî.
  4. Rêxistinên îmzeker li ser vê daxuyanîyê doza hemû alîyên berpirs di ber girtîgehan de dike ku tedbîrên xweparastina ji belavbûna nexweşîyê bistînin.
  5. Komîteya Navdewletî ya xaça sor p rêxistina tendirustîyê ya cîhanî gerek e fişarê bikin da ku karibin bi rola xwe ya pakkirina rewşa tendirustî li girtîgehan rabin, li gel seredana demlidest ya girtîgehan û peydakirina alavên xweparastinê ji girtîyan, her weha peydakirina rewşa tendirust bo kesên ku pêdivîya wan pê heye.

 

Li ser van xalan, em îmze dikin:

  1. Komîteya Jinane ya Sûrîyayî li Rîhanîyê.
  2. (Şemil) Hevgirtina Rêxistinên Civaka Sivîl a Sûrîyayî.
  3. Hevgirtina Hawarçûnê ya Amerîkî bo Sûrîyayê
  4. Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê
  5. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan.
  6. Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan
  7. Dadmendî bo Jîyanê
  8. Jin Nuha bo Geşepêdanê
  9. Beytuna Sûrîya
  10. Hevgirtina Parêzerên Sûrîyayî
  11. Komeleya Piştgirîya Dezgehên Ragihandinê Yên Azad
  12. Dewletî
  13. Hevgirtina Rojnamegerên Sûrîyayî
  14. Hevgirtina Girtî û Windayên Zindana Sêdnayayê
  15. Hevgirtina Malbatên Sîzerê
  16. Rehma Hewl Elalem
  17. Sûrîya bo Hawarçûn û Geşepêdanê
  18. Sûrîyayîyên bo Rasyî û Dadmendîyê
  19. Tora Jina Sûrîyayî
  20. Tora Hurasê
  21. Tora Sûrîyayê ya Qanûnî li Holandê
  22. Malbatên Ji Bo Azadîyê.
  23. Lisa Mewcûd
  24. Dezgeha Elyewm Eltalî
  25. Dezgeha Bedailê
  26. Dezgeha Sewasîye ya Xêrxwaz
  27. Parêzer û Pizîşkên bo Mafên Mirovan
  28. Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan
  29. Navenda Qahîrayê ya Xwendinên Mafên Mirovan
  30. Navenda Civaka Sivîl û Demokrasîyê
  31. Navenda Wisûlî ya Mafên Mirovan
  32. Bi Dadmendîyê re
  33. Ofîsa geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
  34. Mena ya Mafên Mirovan
  35. Rêxistina Geşepêdana Navxweyî LDO
  36. Rêxistina Berçav
  37. Rêxistina Cena Weten
  38. Rêxistina Fushet Emel
  39. Rêxistina Kiş Melik
  40. Nuqtet Bîdayê
  41. No Photo Zone
  42. Dengê Girtîyan
  43. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  44. Oronamo
  45. Kampanîya Enqîzû Elbeqiye
  46. Kampanîya Ji bo Sûrîyayê