Navenda Sûrîyayîya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê Pêşwazîyê li destpêka dadgehkirina Enwer.R û Iyad. X ji hêla Dadgehên Alman ve û serbestkirina girtîyê bi nave Şeiban .I ji hêla desthilatên Fransiz ve dike.

Navenda Sûrîyayîya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê Pêşwazîyê li destpêka dadgehkirina Enwer.R û Iyad. X ji hêla Dadgehên Alman ve û serbestkirina girtîyê bi nave Şeiban .I ji hêla desthilatên Fransiz ve dike


 

Parîs 23yê Nîsana 2020an

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

 

Sibeha îroj pêncşemê, 23.4.2020, li bajarê Koblenzê Almanyayê, dadgehkirina efserê berê Enwer. R serokê beşê lêpirsînan li beşa hundirîn 251 ya ser bi saloxgerîya giştîli Sûrîyayê û endamê bi nave Iyad. X yê ku di heman beşê de kar dikie, dest pê dike, ji ber tometên ku bo wan hatine spartin di ware binpêkirinên li dijî Sûrîyayîyan ji îşkencekirin û kuştina di bin îşkenceyê de. Girtina wan ji hêla hêzên ewlekarîyê ve di heman dema girtina ewlekarîya Fransiz bo kesê bi nave Şeiban. I ji beşa 40 a hundirînbû, bi tometa alîkarîya di tawanên cengê de li Sûrîyayê.

 

Ji ber nerîna Navendêya avakirina civakeka democrat ku li ser bingehên dad, azadî û wekhevîyê ku rêzdarîyê li rûmet û mafên mirovan digire. Û ji ber xebatên dijatîya reva ji sezayê û alîkarîya qurbanîyan bo gihaştina bo dadmendî û wekhevîyê, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêşwazîyêli dadgehkirina Enwer. R û Iyad. X li pêş dadgehên Almanî,weke yekem dadgehkirina eşkere bo berppirsên ewlekarîyêli Sûrîyayê, dike. Ev dadgehkirinnerîna navendê diçesipîne,ku dadmendî armanc e û dadgeh rêya gihaştina armancê ye, û tevî ku asoyên dadgehkirinê li pêş dadgehên Sûrîyayî û navdewletî girtî ne nuha, lê prensîpa cîhanîdê derîbe bo her kesên ku rastê binpêkirinan hatine, her çiqas dem dirêj be, dadmendî dêwere bidestxistin û çi kesên ku tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê li dijî Sûrîyayîyan bi cih anîne, dê were sezakirin.

 

Serokê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Mazin Derwîş, dibêje: Çi lihevkirina siyasî li Sûrîyayê dê aştîyeka domdar an vegera ewle bo koçberan an şerekî aktîv dijî radîkalîzmê encamp need bêyî bidestxistina dadmendîyê li Sûrîyayê, em li Navenda Sûrîyayî îroj di vê dadgehê de beşdar in weke gavekê di rêya dirêj a dadmendîya ku aştîyeka domdar dadimezrîne.

 

Navend teqez dike ku armanc ew e gihaştina gumanbaran bo dadgehkirineka dadmend e, hemû garantîyêm dadgehkirina dadmend têde peydane ûrêdide qurbanîyan ku mafên xwe bi dest bixin û dengên wan were bihîstin dûrî tolhildanê.

 

Ev dadgeh gaveka nû ye,di rêyeka dirêj de û berdewamî ye bo gavên berê yên derxistina rayeyên girtinê der heqê Cemîl Elhesen li Almanyayê, her weha rayeyên der heqê Cemîl Elhesen, Elî Memlûk û Ebdiselam Mehmûd li Fransayê. Li gel girtina Îslam Elûş, serkirdeyê di Ceyş Elîslam de û destpêka lêpirsînan pê re ji ber binpêkirinên ku der heqê Sûrîyayîyan de bi cih anîne.

 

Di vê çarçoveyê de, navend hemû mercên dadgehkirina dadmend erê dike ji lew re pêşwazîyêli biryara dadwerê Fransiz ya serbestkirina Şeiban .I dike, ku ji ber tometên tawanên cengê hatibû girtin û lêpirsîn û dadgehkirin der heqê wî de dê berdewam be.

 

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêşwazîyê li destpêka dadgehkirina Enwer. R û Iyad. X dike li pêş dadgehên Almanî, her weha li berdewamîya lêpirsînan li gel Şeiban .I li pêş dadgehên Fransiz. Di heman demê de teqez dike ku ev dadgeh ne dadmendîya xwestî ne, lê gavên pêşîn in bo çesipandina prensîpa dijatîya reva ji sezayê.