Sûrîya – 11 sal ber bi dadmendîyê ve

 

 

Parîs, Adar 2022

Tevger û xwenîşandanên sûrîyayî ku di Adara 2011an de dest pê kirin, ne encama şansê bûn, tevî ku ew di çarçoveya serhildana hejmarek ji gelên din ên Ereb de hatin, ji ber ku ew teqînek bû li hember rejîma zordar, ya ku berî bi dehan salan li ser sînga wan bû û ew diçewisand. Di encama hewlên hejmareke mezin ji wan li ser astên curbicur ên siyasî, civakî û mafên mirovan, çi takekesî û çi komî, li dijî zilmê derketin û li ber xwe dan û ji ber wê jî, van kesan bi salan bedelên girtinê dan, gelek ji wan bi zorê hatin windakirin, an jî hatin îşkencekirin.

Sûrîyan baş cewhera tawankar a sîstema ewlekarîya leşkerî, nas dikir, vê sîstemê jiyana wan ya rojane bi rê ve dibir, heta hûrgiliyên herî biçûk jî, wan ji mafên wan ên siyasî, aborî û civakî bêpar dihişt, lê ew di wê bawerîyê de bû ku guhertin pêkan e, û bilindkirina dengê xwe bi daxwazên mafdar ên ku banga azadî, dadmendî, demokrasî û wekhevîyê dikin bilind kirin, dibe ku guhertina ku ew dixwazin pêk bê. Ji ber vê yekê dengê xwe bilind kirin û li hemberî zilmê bi zêdetir ji yek rêbazên vegotinê yên aştîyane yên ku hemû cîhanê bi çavan dît, li ber xwe dan. lê mixabin ev daxwazên wiha ne xwedî cihekî baş bûn li cem rejîma zalim û dezgehên wê, ji ber ku bi kuştin, îşkence û wendakirinê berdewam kir û binpêkirineke giran ku ji qanûna navdewletî re nehişt ku neanî serê kesên ku daxwaza guhertina siyasî û demokrasiyê dikin. Paşê, hêzên zordestîya olî û niştimanî dudil nebûn ku tevlî lîsteya binpêkeran bibin, û binpêkirinên giran li dijî welatiyan pêk anîn, û hêza xwe ji nebûna dadwerî û berpirsiyariyê, û ji ber nebûna kiryarên civaka navdewletî di rawestandina kuştina li Sûrîyayê de, werdigirin.

Salvegera yazdehem ya tevgera gelêrî li Sûrîyayê di demekê de derbas dibe ku Rûsiya welatekî ku makîneya xwe ya leşkerî ji aliyê xwe ve bi armanckirina sivîlan û nexweşxaneyan, û pêkanîna tawanên cengê sînordar nekiriye û li dijî daxwaza gelê Sûrîyayî ya guhertinê disekine. Wêneyên ku ji enîyên curbicur ên Ukrainayê tên, hovîtiyên ku li bajarên curbicur ên Sûrîyayê li dijî gelê Sûrîyayê qewimîne, bi bîra me tînin. Daxwazên curbecur ku Ukrayna nebe wek Sûrîyayê û paşeroja Ukrainayê nebe wek ya Sûrîyayê, birîna Sûrîyayê ya kûr vedike. Em teqez dikin ku eger ew kesên ku li Sûrîyayê kiryarên hovane pêk anîne bihatana girtin, me nedidît ku îro heman hovîtî li Ukrainayê ji aliyê heman partiyê ve tê dubarekirin. Ji destpêka şoreşê ve, Rûsiya vîtoya xwe li dijî biryarên ku êrîşên rêjîmê li ser gelê bêberevan rawestîne bikar aniye, û her hewleke navdewletî ji bo pêkanîna dadwerîyê ji Sûrîyayîyan re û berpirsiyarkirina sûcdarên binpêkirinên li dijî wan asteng dike, û piştre rê li ber wan girt. Wêneyên ku ji Ukraynayê tên, hovîtî û destdirêjiyên li dijî Sûriyayîyan ku li bajarên cuda yên Sûrîyayê hatin kirin, anîn bîra me. Daxwazên curbecur ku Ukrayna xwe nebe wek Sûrîyayê û paşeroja Ukraynayê ne weke ya Sûrîyayê be, birîna Sûrîyayê ya kûr vedike. Heger ku ew kesên li Sûrîyayê hovîtî kirine hatibana cezakirin, îro li Ukraynayê û ji aliyê heman partiyê ve heman hovîtî dubare nedibû.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pabendbûna xwe bi daxwazên yekem yên xwenîşanderan re nû dike, di warê azadî, demokrasî, piralî û rêzgirtina mafên mirovan de. Veguhestineke weha bêyî proseyeke dadwerî ya veguhêz ya niştimanî pêk nayê. dûrî tohildanê, ku ji lihevhatineka niştîmanî ya gişgir re, li ser bingeha nasîna rastîyê, cezakirina binpêkeran û vegerandina mafên qurbanîyan, ji çi alî bin, ava dike.. Heta ku dadwerîya veguhêz pêk neyê, navend dê ji hewldanan nerazî be, û dê derfetê nede ber xwe, lê dê zorê bide ku dosyaya Sûrîyayî radestî Dadgeha Tawanan a Navdewletî bike; Ew karê xwe berdewam dike di belgekirina binpêkirinên li dijî Sûrîyayîyan de, sûcdar kî be, û li ser komkirina peyt, belge û agahiyan ji bo xizmeta proseya dadgehkirina tawankarên cengê û tawankarên tawanên dijî mirovatîyê, ku hinek ji wan li hejmarek ji welatan tên dadgehkirin li gor dadweriya gerdûnî an navçeyî, her çend ev dadgehkirinên takekesî ne ew dadwerîya tê xwestin be jî, lê ew gaveke bingehîn e ku piştgirîyê dide hewildanên qurbanîyan ji bo gihîştina dadweriya ku Sûrîyayî dixwazin.