Pênc mehên derengkirinê di rûniştina gotina cezayê de ya doza Mazin Derwîş û girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

Di îlûna par de, sala 2014an, rûniştina destnîşankirî a gotina cezaya doza Mazin Derwîş û girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (nivîskar Hisên Xerîr û çalakvanê sivîl Hanî Elzîtanî) bû. Lê ev rûniştin hate derenkirin bi awayekî ne qanûnî bo roja çarşemê; 24ê îlûna 2014an, paşê desteya dadgehê 6 caran rûniştin dereng kir:

Ji 24ê îlûna 2014an ta çarşemê; 1ê cotmeha 2014an.

Ji 1ê cotmeha 2014an ta 5ê mijdara 2014an.

Ji 5ê mijdara 2014an ta 27ê mijdara 2014an.

Ji 27ê mijdara 2014an ta 20ê rêbendana 2015an.

Her weha îroj, 20ê rêbendana 2015an, dadgeha terorê bo cara 6an rûniştin dereng kir û dîroka wê û sedemên derengkirinê destnîşan nekir. ev ne binpêkirina qanûnî a pêşîn e di doza girtîyên navendê de, berî nuha desteya berevanîyê dadgehê xwestibû ku dev ji dosya doze berde û bide alîyine din eger pêwîst bike. Her weha tometa ku rojnamevan û mafnas Mazin Derwîş, Hanî Elzîtanî û Hesen Xerîr ji ber wê tên sezakirin ew e”belavkirina karên terorî” madeya (8)an ji qanûna terorê, biryara lêborînê ya serokatîyê ya hizêrana 2014an ew li xwe girtibû, tiştê ku di asta binpêkirina qanûnî de belî dibe, ew e ku damezrênerê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê; Mazin Derwîş li gel her du hevkaran; Elzîtanî û Xerîr li gor qanûnekê ku piştî girtina wan ya 16ê sibata 2012an tên sezakirin. Eger em vegerin Qanûna Navdewletî ya Mirovî û Adetî, madeya (101)ê dibêje:

(Nabe tu kes were girtin an bi tawanekê were gunehbarkirin ji ber karekî an kêmanîyekê ku li gor qanûna navdewletî û niştîmanî di wextê kirina wî de ne tawan bû, her weha sezaya wî ji ya dema pêkanîna tawanê ne tundtir e).

Li gor Qanûna Sûrîyeyî Dadgeha Terorê dageheke awarte ye li gor biryareke serokî bi jimara (22)an di tîrmeha 2012an de derket an jî piştî 5 meha ji êrîşa muxaberata asîmanî ya  li ser ofîsa navendê li Şamê û girtina hemû karmend û mêvanan û destdanîna li ser hemû tiştê di navendê de bêyî muzekereyeke qanûnî.

Li gor Qanûna Navdewletî, kêmasîya dadgeha terorê bi mercên dadgehkirina dadmend heye ew jî li gor madeya çardehan, (Beşê Yekemîn) ji Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî ya 1966an ku di 1976an de kete warê pêkanînê de, ew merc ev in: wekhevî, bêalîtî, serxwebûn, qanûnîyet.

Di bin sîya vê rewşa îroyîn de, tirsa li ser  çarenûs, ewlehî û jîyana Mazin û hevkarên wî mezintir dibe, li gor biryarên NYyê (biryara 15ê gulana 2013an) her weha desteyên mafnasî yên navdewletî û daxwazên rêxistinên mafnasî yên Erebî û Navdewletî, em di Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de daxwazên xwe ji desteyên Sûrîyeyî yên berpirs ji bo serbestkirina Mazin Derwîş, Hanî Elzîtanî û Hesen Xerîr bi awayekî demlidest û bê şert û merc, nû dikin.