Piştî neh salan ji bikaranîna siyasî û leşkerîbo xizmetên tendirstî, nabe layankirina pêvajoya bersivfayîna bo Coronayê were erêkirin, her weha nabe çav ji ser tawanên li Sûrîyayê hatine kirin werin girtin

Di roja cîhanîya tendirustîyê de

Piştî neh salan ji bikaranîna siyasî û leşkerîbo xizmetên tendirstî, nabe layankirina pêvajoya bersivfayîna bo Coronayê were erêkirin, her weha nabe çav ji ser tawanên li Sûrîyayê hatine kirin werin girtin


 

Ji sala 2011an ve, bêhtirî 180 kesî ji endamên tendirustîyê li girtîgehên girêdayî Hikûmeta Sûrîyayê ji ber îşkenceyê hatine kuştin, li gel bêhtirî 590 êrîşan li ser avahîyên tendirustîyê li Sûrîyayê, zêdeyî 90% ji wan li ser destê hêzên Hikûmeta Sûrîyayê û alîgirên wê bû. Ev kiryar tawanên cengê ne û bi awayekî sîstematîk ji derveyî hemû qanûn û irfên navdewletî û biryarên Encumena Ewlekarîyê têne kirin. Biryara 2286 ya sala 2016an jînokarîbû sînorekî ji van êrîşan re deyne, her wehe nikarîbû karmendên di ware tendirustîyê de biparêze.

Qedexekirina civakekê bi temamî ji mafê tendirustîyê weke kiryareka sîstematîk ji nav mîkanîzmên dorpêçkirinê, Hikûmeta Sûrîyayê li gelek deveran ev kiryar meşandiye. Her weha mafê gihaştina bo xizmetên tendirustî weke şêwazekî fişara li ser civak û kesan hate bikaranîn, gihaştina gelek alavên pizîşkî bo bajar û gundên dorpêçkirî hate qedexekirin,ji nav wan jî alavên zayîna qeyserî û dermanên zarokan,li gel astengekirina gihaştina vaksînên rotînî bo gelek deveran. Ev yek bi awayekî din îroj berdewam dike, bi alîkarîya alîyên din ji hêla bikaranîna gihaştina hin xizmetan weke fişareka siyasî, girtina derîyê Yoribiyê yê sînorî dibe sedema qedexekirina du melyon welatîyê bakurrojhilatê Sûrîyayê ji gihaştina yekser a alîkarîyên pizîşkî û ev alîkarî tenê dikarin bi rêya Şamê bigihên, Hikûmeta Sûrîyayê weke her dem jî gihaştina van xizmetan bo herêmên ji derveyî kontrola xwe asteng dike, nemaze piştî fişara Rûsî ya guhertina hin bendan di biryara 2165 di destpêka sale de. Her weha danûstendina berdewam li ser peydakirina av û elektrîkê û astengkirina gihaştina jêderan ji hêla Turkîyayê bo vêxistina Îstgeha Elok, ya ku avê digihîne 460 hezar welatîyên Hesekê, nabe ku di nava pêdivîya milet bo avê de bo xweparastina ji Coronayê, berdewam bike.

Li gel van xalan, lîsteyên dirêj hene yên qedexekirina girtîyam, nemaze girtîyên siyasî, ji mafê wan ê peydabûna mercên tendirustîyê li girtîgehan. Her weha rapor ji hêla gelek alîyên hiqûqî hatin belavkirin der barê bikaranîna avahîyên tendirusî yên leşkerî de bo îşkencekirinê. Ev kes û malbatên wan nikarin bigihêjin dosyayên wan ên tendirustî, ji ber ku mirina gelek kesan li girtîgehan bi rewşa tendirustî hatiye tebrîrkirin, bêyî biparvekirina çi dosyayên wan ên tendirustî bi malbatên wan re, li gel ku piranî desteyên navneteweyî û tîmên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ji seredana girtîgehan bo naskirina rewşa girtîyan a tendirustî, hatin qedexekirin.

Îroj, di bîranîna heftêyî de ya ragihandina 7ê nîsanê weke roja cîhanî ya tendirustîyê, ku di heman roja avakirina Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî de ye, ku îsal bo spasîya karmendên di ware tendirustîyê de, yên ku bo mêrxasî rûbirûyî Coronayê dibin, lê gerek e spasîya wan li Sûrîyayê bi rêya parastina wan be ji girêdana siyasetê bi bersivdayîna li vê pandemîkê, her weha bi rêya parastina wan ji çi destwerdana siyasî be da ku tawanên bêhtir bi sere wan û bêhtirî 900 hevkarên wan neyên, ew hevkarên ku jîyana xwe ji dest dane dema ku xizmetên tendirustîyên li Sûrîyayê pêşkêş dikirin.

Rêxistinên îmzeker li ser vê daxuyanîyê ji bikaranîna bersivdayîna mirovî bo pandemîka Coronayê bi awayekî siyasî bitirs e. Diyar e ku Hikûmeta Sûrîyayê di eşkerekirina agahîyên belavbûna pandemîkê de li Sûrîyayê ne zelal e, ji bilî ku dezgehên ewlehîyê li Sûrîyayê destwerdanê di hemû alîyên bersivdayîna mirovî de, tirsê zêde dike ku Sûrîyayî li gor alîyên kontrolê werin cudakirin an ku derfeta tires di nav wan de were girtin da ku gelek tawan û binpêkirinên di ware tendirustîyê werin derbaskirin, di heman demê de, astengîya herî balkêş li pêş bersivdayîneka rast, kiryarên Hikûmetê bi xwe ne, ji lew re em daxwaza van xalan dikin:

  1. Birêvebirina bersivdayînê ji hêla Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî da ku wekhevî peyda bibe, bêyî guhdana bi alîyên kontrolê, û garantîkirina peydakirina hemû pêdivîyên tendirustî bo çavdêrî, bersivdayîn û bilindkirina asta hişmendîyê, bi awayekî ku xizmetên tendirustî bigihêjin hemû Sûrîyayîyan li Sûrîyayê û deverên ku li wan koçber in.
  2. Ji dewletên endam ên Encumena Mafên Mirovan û alîyên dadgehî û komîte ûdesteyên lêpirsînan ên pispor tê xwestin ku xebatên xwe bi cih bînon da ku binpêkirinên di ware tendirustîyê de di neh salên borî de neyên derbaskirin, her weha teqezkirina ku bersivdayîna herî baş bo coronayê nayê wateya paşguhkirina tawanan.
  3. Derxistina demlidest a girtîyan, nemaze girtîyên siyasî û yên ku ji ber xebatên mirovî li Sûrîyayê hatin girtin, û gihaştina komên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sorb o hemû girtîgehan.
  4. Birêvebirina bersivdayîna mirovî ya NYyê li Sûrîyayê bo çesipandina bersivdayîna di ware tendirustîyê de û hemû warên din da ku pêdivîyên civakê peyda bin û rêxistinên civaka sivîl beşdar bin û avahî û endamên ku di ware mirovî de kar dikin ji armanckirinê parastî bin.

 

Li ser van xalan, em îmze dikin:

  1. Yekîtîya Oroya Navîn li dijî Windakirina bi Darê Zorê
  2. Yekîtîya Rêxistinên Alman-Sûrîyayî
  3. Yekîtîya Rêxistinên Guhdanê û Hawarçûna Pizîşkî
  4. Impunity Watch
  5. Înmaa Elfurat
  6. Oronamo ya Dadmendîyê û Mafên Mirovan
  7. Beytuna Sûrîya
  8. Hevgirtina Sûrîyayî ya Geşepêdan û Hawarçûnê CODSSY
  9. Hevgirtina Parêzerên Sûrîyayî
  10. Hevgirtina Malbatên Winda li CezairêCFDA
  11. Rêxistina Tevn
  12. Komeleya Piştgirîya Ragihandina Azad
  13. Cena Weten
  14. Kampanîya Ji Bo Sûrîyayê
  15. Xizmeta Navdewletî ya Mafên Mirovan
  16. Dewletî
  17. Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê
  18. Hevgirtina Pizîşkî ya Sûrîyayîyên li Xerîbîyê
  19. Hevgirtina Malbatên Sîzerê
  20. Sûrîyayîyên bo Rastî û Dadmendîyê
  21. Syria Relive
  22. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan
  23. Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan
  24. Tora Huras
  25.  Tora Sûrîyayê ya Qanûnî li Holandê
  26. Şemil – Hevgirtina Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyayî
  27. Dadmendî Ji Bo Jîyanê
  28. Tîma Dengê Girtîyan
  29. Lisa Mewcûd
  30. Navenda Asoyê ya Lêkolînên Stratîcîk
  31. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM
  32. Navenda ElKewakîbî ya Dadmendîya Veguhêzû Mafên Mirovan
  33. Navenda Civaka Sivîl û Demokrasîyê
  34. Navenda Wisûlê ya Mafên Mirovan
  35. Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
  36. Rêxistina Geşepêdana Navxweyî LDO
  37. Rêxistina Elqelb Elkebîr
  38. Rêxistina Berçav
  39.  Rêxistina Şefeq – Hevgirtina Rêxistinên Sûrîyayî
  40. Dezgeha Elesferî
  41. Dezgeha Biratî ya Mafên Mirovan
  42. Jin Nuha bo Geşepêdanê
  43. Nuqtet Bîdayê
  44. Dest bi Dest bo Hawarçûn û Geşepêdanê
  45. Elyewm Eltalî