Serkirdeyên Saloxgerîya Sûrîyayê kifş dibin: kesên ji piştî îşkenceya li zindanên rêjîmê sax mane, gilîyê xwe li Nerwicê pêşkêş dikin.

Daxuyanîyeka Rojnamevanî

Ewopa dikare rêya lêpirsîna der barê îşkencekirina ji hêla rêjîma Sûrîyayê ve, veke.

Serkirdeyên Saloxgerîya Sûrîyayê kifş dibin: kesên ji piştî îşkenceya li zindanên rêjîmê sax mane, gilîyê xwe li Nerwicê pêşkêş dikin.

Oslo, 12ê mijdara 2019an: Dadgehkirin û lêpirsînên li Ewropayê dikarin rêya  reva ji sezayê li tawankerên dezgehên ewlekariyê yên Hikûmeta Sûriyayê bigirin. Pênc kesên ku hatine îşkencekirin û ji zindanê derketine, di 11ê mijdara 2019an de dozek li Oslo – Nerwicê dijî 17 berpirsên pilebilind ên ewlekarîyê bi tometên  îşkencekirinê û tawanên li dijî mirovahiyê , hildan. Tawanên di dozê de li 14 girtîgehan hatine bicihkirin û berpirsên yekser girêdayî Saloxgerîya Leşkerî, Saloxgerîya Giştî û Ewlekariya Siyasî li Sûriyayê, ev tawan bi cih anîne.

Li Almanyayê, tê pêşbînîkirin ku yekem sêşin li ser asta cîhanê der barê îşkencekirina ku Dewleta Sûriyayê bi cih tîne, di 2020an de dest pê bike, piştî ku tomet ji bo berpirsinên kevin yên Birêberîya Saloxgerîya Giştî ya Sûrîyayê di 22yê cotmeha 2019an hatin spartin. Hîn jî tedbîrên qanûnî û lêpirsîn li Fransa, Swêd û Nemsayê berdewam in.

Dozgerek ji hêla Saloxgerîya Giştî ve hatibû girtin û îşkencekirin, got ” dixwazim berpirsên tawanên îşkencekirinê di hikûmeta Esed de werin dadgehkirin. Ez li Nerwicê tev li vê dozê bûme ji ber ku li bajarê min lêpirsîn nayê bicihanîn. Lêpirsînên li Ewropayê dê nameyekê giring bigihînin Sûryayê, ku tu kes di ser qanûnê re tuneye.”

Dozgerekê din got* sê caran hatiye girtin “dema di 2013an de ji zindanê derketim, weke termekî tijî birîn bûn. Hîn jî êşê ji ber bandorên îşkencekirinê dikişînim. Tedbîrên qanûnî rêyeka bilindkirina dengên hemû jinên Sûrîyayî yê din e, ku heta nuha heman êşê di zindanên Esed de dikişînin. Ez bawer im desteyên Nerwicê dê dest bi lêpirsînan bike da ku di cezakirina berpirsan de alîkar be.”

Dozgeran doz li gel Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Komîteya Helsinki ya Nerwicê ( NHC) û Navenda Ewropî ya Mafên Mirovan ên Destûrî li Berînê (ECCHR)  û Navenda Sûrîyayî ya Lêkolînên Qanûnî û Grûpa Dosyayên Sîzerê, ev doz pêşkêş kir.

Li gel pêşkêşkirina dozê, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dê şahid be bo destnîşankirina gumanbaran, yên ku berpirsyariya tekane bo tawanên îşkencekirina girtîyan li girtîgehan li ser milên wan dikeve.

Weke rewşa li dewletên Ewropa, tedbîrên qanûnî li Nerwicê xwe dispêrin Prensîpa Serweîya Dadgehî ya Cîhanî. Armanc ji dozê bo van rewşên ku weke mînak tên dîtin li ser rêbazên îşkencekirinê di sîstemên çewisandina welatîyan de, ew e ku dadgehên Nerwicê lêpisînan li gel her 17 berpirsên Saloxgeriyê yên destnîşankirî, bi cih bîne, her weha ên ku bi nav jî nehatine naskirin û derxistina rayeyên girtinê yê navdewletî der heqê wan de.

Têbînî: Navên şahidan ji ber sedemên ewlekarî nayê diyarkirin.