Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, revandina çalakvan Fener Mehmûd Temê şermezar dike

Daxûyaniya Çapemenî- Parîs 4ê Sibat/ Reşmeya 2021

Rojnamevan û Çalakvanê sîyasî Fener Mehmûd Temê, ji aliyê girûpek çekdar nenasiyar va, ji roja Şemî yê 23ê Çileyê Paşîn/ Rêbendana 2021 va hatiye revandin, di dema ku li bajarê Qamişlo yê li ser motorê xwe digeriya. Ku ta îro hewladên aliyên deverê nikarîbûn wî rizgar bikin, wiha jî, çend jîderên mediyayî ragihandin ku Dadgeha Parstina Gel fermana girtina wî dabû û ew sûcdarî çend tometbaran kir bû.

Temê di gel çend aliyên navxoweyî da siyasî û rojnamegerî xebat dikir, wek malpera Yekîtî Media û Tilfiziyona ARK. Xebateke wî ya berçav hebû di şopandina binpêkirin mafên mirovan da li deverê. Ku di heyama şeş mihên rabhûrî da ew du caran ji aliyê asayîşê va hat vexwendin bo lêpirsînê. Ku ev yek di keve çarçoveya siyaseta tengkirin û fişarkirinê li ser azahîyên giştî, ku Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad di rêya Navenda belgekirina Binpêkirinan li Sûriya yê 451 bûyerên destgirtinê ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqrat va di sala 2020an da hatin tomarkirin.

Kiriyarên revandinê û windakirina bi zorê li dijî çalakvan û rojnamevanan, di nav da revandina Temê, û veşartina çarenûsa wî, di keve jêr binpêkirina Madeya 9an ya Daxûyaniya  Navdewletî ya Mafên Mirovan û Madeya 9an ya Peyamannameya Navdewletî ya taybet bi Mafên Sivîl û Siysî, lewra revandina wî binpêkirina ji mafên wî di azadî û saxlemiyê da û her wiha ji malbata wî ra jî, û binpêkirina ji pêveka pêşîn ya Peymanên Jinêvê û Madeya 32an ya tekez dike li ser zanîna rastî yê derbarî, her wiha ev kiriyar berevajî Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser û madeyên 20 û 21 ku peyman û sozên navdewletî li xwe digre, digel komek ji rêzkan ku di benda Şeşan da hatiye ku tekez dike li ser prensîbên lêpirsînek dadperwer piştrast bê kirin, nemaze Benda 70, ya ku dadgehkirina sivîlan li pêş dadgehên leşkerî qedexe dike.

Ager agahiyên li ber dest ku Dadgeha Gel bepirse li ser revandina Temê, Navenda Sûriya yî şermezarkirina xwe derdibre, her wiha dadgehkirina çi kesên sivîl şermezar dike ku li berdem Dadweriya Awarte tên kirin, ku Dadgeha Gel ya ji kesên leşker yên ji Hêzên Sûriya Demoqrat pêk tê jê ye, ku ew ne li gor peyrewên dadgehên edila ne ye, bi sedema tekûzbûna biriyarên wê ku derfeta lêvegerînê nine, û bi sedema ku mafê sûcdar nine bergiriyê li xwe bike, her wiha Navend tekez dike ku çi tomet parçîman nadin rivandinê bi vî awayî.

Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad daxwaz dike, çarnûsa Temê Diyar bibe, û bê rizgarkirin û kesên berpirs li ser revandinê bên sizadan, her wiha daxwaz ji tevahiya aliyên leşkerîm û berpirsên deverê dike ew berpirs li ser parstina çalakvanên rojnamevanî û kesên sivîl ji çi binpêkirinan nemza ji rivandinê û veşartina bi zorê.