Navenda Sûrîya yê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, lêdana Rojnamevanê Sûrî Amîr Alhelebî li ser destê polîsên frsansî şermezar dike

Parîs: 30 Çireyê Paşîn/ Sermawaza 2020

Beyannameya Mediyayî

Di roja 28ê Çirayê Paşîn/ Sermawezê da, Wêneger û Rojnamevan Amîr Alhelebî lêdanek tûnd xwar ji destê polîsê Fransî di dema ew xwepêşandinê Parîsê- gorepna Pastîlê- di şopand, ew xwepêşandin ku li dijî (Yasaya Giştî)derketbûn, û kar û barên hikûmî ku dê rêgirbin li hember derbirîna azad û karê rojnamegerî yê, di nav da madeya 24 ji yasayê ku dê wênegirtina karmednên polîs di dema kar da qedexe bike, sedema wê jî, di heftiya buhûrî da media ya fransî dîmenên lêdana polîsekî ji Mîşêî Zîkler re weşand bûn ku ew jî derhênerek ji regeza af          hbrîkayî ye, wiha jî lêdana li ser rojnamevan Amîr Alhelebî hat, ku reftarên şaşmayî ji aliyê polîsê fransî derdixe, ne tenê li dijî xwepêşandana lê belê li dijî kadêrên rojnamegerî yê jî yên ku xwepêşandana dişopînin. Ku Alhelebî di dema şopandina reftarên tund yên polîsê fransî li dijî xwepêşandana darek di serê xwe da xwar, bû sedema birînek kûr ku hewcedarî hebû neştergerî jê re bibe, ku ew 3 demjimêran li kolan ma be bê çi çareserî. 

Tê zanîn, Amîr Alhelebî berî sê salan wek penaber hat Fransa yê, ku wek rojnameger û çalak van li Sûriya yê di xebitî, û bi sedema tundûtûjî yê li dijî rojnamevanan li Sûriya yê, wî mafê penaberî yê li Fransa yê wergirt, û ew wek rojnamevanek hevkar di gel kovara Bolka û Ajansa FrnasPress/ AFP kar dike. 

Di vî warî da, Alhelebî got: ez û kamîra xwe sê demjimêran di xwînê da man, min lêdan xwar ji ber ku min wêne girtin, vê yekê ez 8 salan vegerandim paş, dema ku ez li Sûriya yê bûm, dema min li wir xwepşandan di şopandin, bi rastî ne giring ka çiqas êş û azar min xwar, wek ku giringe heman dîmen carek din xwe dûbar kirin û azarê dighên derûniya mirov.

Navenda Sûriya yê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad tekez dike li ser vekirina lêpirsînekê derbarê bûyerê, û karûbarên pêwist derbarê reftarên polîsê fransê bên kirin, her wiha tekez dike ku madeya 24an ji yasaya nû dê dergeh li berdem binpêkirinan veke, û derfetê bide polîs wek parastin ji çi sizayê derbarê binpêkirinên ku bikin.