Nameya ku Mazin Derwîş îroj li Cinêvê Radestî şanderê Taybet Staffan De Mistura kir

Şanderê NYyê y Taybet bo Sûrîyeyê yê Rêzdar; Staffan De Mistura

Silav

Gelekî dudil bûm der barê pejirandina vexwendina we ji ber ku weke welatîyekî Sûrîyeyê, ez ji ber têkçûna civaka navdewletî di pêkanîna berpirsyarîyên xwe yên sincî û siyasî di 5 salên bûrî de xapandî me, her weha ji beşdarîya di dîmenekê de ku ji berê ve hatibe amadekirin û dûrî xewnên me ye weke welatîyên Sûrîyeyî xwedî  mafekî rewa ne di jîyîna birûmet, azadî û dadmend de, bitirs im. Ta ku hevalekî bi gazinî ji min re got (redkirina beşdarîyê di vê rewşa ku welatê me tê de derbas dibe, ne ji mafê te ye).

Mamosta De Mistura, tiştê ku li Sûrîyeyê weke tevgereke aştîyane li gor pêvanên demokrasîyê û mafên mirovan rabû, ji ber hovîtîya desthilatên Sûrîyeyê ji alîyekî ve û veberanînên siyasî yên alîyên herêmî û navdewletî û komên terorî ji alîyekî din ve, bû cengeke cîhanî ku şerê wê li welatekî tenê digere ew jî Sûrîye ye, encamên wê jî li ser asta mirovî yên mezintirîn in ji çaxa Cenga Cîhanî ya Duyem de  lê qurbanîyên vê cengê gelê Sûrîyeyî bi tenê ye. Li himber vê rewşê, tu çareyên alternative ji ya siyasî re tunene da ku ev canga ku ji bingeha xwe li ser zordetî û terorê ava bûye, raweste. Lê çareserîya siyasî ya ku sîstemeke serwerîya sivîl û demokrasî ya ku li ser pirengî, welatînî û azadîya bawerîyan û derbirînê ava neke, dê tenê dema cengê dirêj bike û nakokîyan gurtir bike.

Mamoste De Mistura, bi melyonan welatîyên Sûrîyeyê çaverêyî encamên danûstendinên Cinêvê ne, ji ber ku hêvîya wan di danûstendinan de heye ku wan ji ceng, zordestî û terorê xilas bike her weha siberojeke ewle bo wan, zarokên wan û malbatên wan peyda bike, nexasim piştî ku te di gotara xwe de got (nabe ev kongir têk biçe).

Bo garantîkirina serkeftina vî kongirî, divabe bingehên çareserkirina komeke dosyayên mafnasîyê demlidest werin danîn her weha divabe hemû alîyên danûstenan bi tedbîrên avakirinê bawerîyê yên ki di nav biryarên neteweyî de hatine behskirin pabend bin, nexasim biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2139 sala 2014an, biryara Encumena Ewlekarîyê 2156 ya sala 2014an û biryara 2254 ya sala 2015an ku di van biryaran de gereke hin tedbîr li gel garantîkirina awayên cîbicîkarîyê werin pêkanîn, bi taybet:

  • Pabendîya hemû alîyên şer û yên danûstendinan bi rawestandina demlidest ya êrîşên li dijî sivîlan û binesazîya sivîlane, nexasim êrîşên li dijî nexweşxane, bazar û nanpêjjgehan, her weha rawestana demlidest ya bikaranîna çekan bi awayekî ketober  li gel qedexeya bikaranîna çêkên qedexekirî mîna bombeyên enqûdî û çekên kîmawî da ku di encamê de bigihêjin ragihandineke gişgir ya agirbestê.
  • Pabendîya alîyên danûstendinan bi rawestandina hemû sizayên bidarvekirinê di dozen girêdayî bûyerên qewimî de û yên ku sizaya wan piştî 2011an derketiye, bi taybet ew sizayên ku ji alîyê Dadgeha Meydanê ya Leşkerî ya yekem û ya duyem, dadgeha dozen terorî li Şame û dadgehên leşkerî û yên awarte bi hemû cûreyên xwe her weha hemû cûreyên dadgehên şeriî û yên girêdayî grûpên leşkerî, derketine.
  • Hilanîna dorpêçê ji ser hemû herêmên dorpêçkirî û pabendîya alîyên danûstendinan bi taybet hikûmeta Sûrîyeyî bi rawestandina bikaranîna birçîkirinê weke çek, garantîkirina derbasbûna hemû keresteyên xwarinê û yên pijîşkî, peydakirina dermanên pêwîst bo hemû birîndar û nexweşan û garantîkirina azadîya tevgerê û saxlemîyê bo hemû sivîlên dorpêçkirî bê şert û bend. Her weha berdana hemû girtîyên keyfî, girtîyên nerînan, jin, zarok û hemû kesên girtî û revandî li cem hemû alîyên beşdar di danûstendinan de, bi sedema şer.
  • Damezrandina Dezgeheke Neteweyî Sûrîyeyî ku di ber dosyaya girtîyan de li Sûrîyeyê berpirs be ku gava ya pêşîn vekirina navendinên girtinê yên ku Hikûmeta Sûrîyeyê û dezgehên wê yên ewlekarîyê wan bi rê ve dibe li gel yên girêdayî grûpên Berevanîya Niştîmanî û Komîteyên Gelêrî her weha girtîgehên girêdayî girûpên opozisyonê yên leşkeerî, li pêş pişkînerên navdewletî û navxweyî her weha dezgehên mafnasî û mirovî yên navxweyî û navdewletî û rêdana çavdêrên girtinê yên navdewletî û navxweyî bo gihaştina hemû girtîgehên fermî û ne fermî. Ji alîyekî din ve pabendîya alîyên şer yên ku di danûstendinan de beşdar inbi radestîkirina lîsteyeke fermî bi navên hemû girtîyan bo Neteweyên Yekbûyîyê li gel diyarkirina cih, dem û sedema girtina wan û tometên ku hatine spartin bo wan.
  • Damezrandina dezgeheke niştîmanî di bin serpereştîya NYyê de ku di ber çarenûsa windayan, termên mirovan û gorên bi komî de li Sûrîyeyê berpirs be. Divabe erkdarkirineke navdewletî bo lêpirsînan li gel vê dezgehê hebe her weha karibe hemû belgeyên fermî bibîne, hevdîtinê li gel hemû berpirsyaran çêbike her weha bikaranîna hemû awayên zanistî, teknînkî an qanûnî bo naskirina terman û vegerandina wan. Her weha pabendîya alîyên şer yên beşdar di danûstendinan de bi radestkirina lîsteyeke navên kesên ku li gor hukmên qanûnî hatine bidarvekirin û navên kesên ku di girtîgehan û navendên girtinê de hatine girtin li gel nîşandana devera veşartina wan.
  • Betalkirina hemû kaxezên girtinê û fermanên qedexekirina rêwîbûnê yên ku ji alîyê dadgeha dozen terorê ji Şame û nivîsgeha ewlehîya niştîmanî derketine û garantîkirina azadîya karê siyasî û sivîl ên aştîyane ji alîyê hemû beşdarên di danûstendinan de.
  • Dayîna rêdan û destûrên kar ên taybet bo rêxistinên sivîl ên Sûrîyeyî û navdewletî di hundirê Sûrîyeyê de di bin serperştîya NYyê de her weha ragihandinê Şamê û hemû parêzgeh û herêmên di bin destên alîyên danûstendinan de weke herêmine (Kesk) ku ev alî dê bi peydakirina parastin û ewlehîyê bo rêxistinan û karmendên wan her weha rojnamevan û dezgehên ragihandinê yên Sûrîyeyî û cîhanî pabend be.

Mazin Derwîş

Welatîyeke Sûrîyeyî

Cinêv: 5/2/2016