Nameya Hevpeyman Rewşa Mafên Mirovan li Colana Sûrîyayî ya Dagîrkirî

 

23 Nîsan- 2019an

 

Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê roja dûşemê, 25ê adara 2019an,bi serwerîya Îsraîlê li ser Colana Sûrîyayî ya Dagîrkirî ji sala 1967an, îtîraf kir û ev yek li dijî biryarên Encumena Ewlekarîyê 242 – 497 bû û ev yek nîşaneke metirsîdar e ku binpêkirinên bi rêbaz ji bo mafên mirovan diçesipîne û rewatîyê dide şerê leşkerî yên ku bi xwe binpêkirineke eşkere ne bo qanûna navdewletî ku koçberî, wêran û destdanîna ser milk û malan jê re bûye encam.

tevî ku biryara DYAyê rewşa qanûnî ya Colanê weke xakeke dagîrkirî ji hêla Îsraîlê ve naguhêre, lê gefeke eşkere li pêşeroja Sûrîyayê û Rojhilata Navîn dixwe û rastîya Amerîka li herêmê weke navbeynkarekî avakirina aştîyê li herêmê dike cihê gumanê, ji lew re pêdivî bi lêvegereke pêvajoya aştîyê heye ku hevkar tê de bêalî bin.

Em rêxistin, tevger û destpêşxerîyên sivîl yên jêrîmzeker, ji hêz û dewletên ku piştgirîya aştîyê û mafên mirovan li Sûrîyayê dikin dixwazin li dijî normalîzekirina encamên cengê li Sûrîyayê û herêmê bisekirin û helwestên fermî nîşan bidin ku redkirina hemû rengên dagîrkerîyê tê de teqez be û xebatên pratîk ji bo berevanîya di ber welatîyên Sûrîyayî de werin kirin, nemaze bo weltaîyên Colanê yên ku ji 1967an de li welatê xwe koçber in.

Îsraîlê êrîşeke hovane di 1967an de anî ser Sûrîyayê û dest danî ser Colanê û 130 hezar kes hatin koçberkirin yan jî 95% ji welatîyên wê û 240 gund hatin wêrankirin, tevî ku Neteweyên Yekbûyî ev dagîrkerî û encamên wê red kir lê Îsraîl di binpêkirina Qanûna Navdeweletî de li Colanê berdewam eû ji hemû alîyên şer li Sûrîyayê teqez dike ku binpêkirinên metirsîdar ji bo qanûna navdewletî pêkan in û belgeameya neteweyên yekbûyî paşguh dike.

Îroj, ceng Sûrîyayîyan bêwar dike û sînoran dixe nav wan û bajar û gundên wan, rola lihevkirinan mezintir dibe der barê çarenûsa dewletê de û herêmê dagîrkirî berfireh dibin ku bi rêya tank û topan û endezyarîya demografîk tê dagîrkirin.

Em weke rêxistin pêşwazîyê li biryara Encumena Ewlekarîyê ya dawî (A/HRC/40/l.4) ku di 22yê adara 2019an de derketiye dikin her weha ji bo xebata bi kesên ku piştgirîya vê xebatê dikin û bawerîyê bi demokrasîyê û mafên mirovan dikin, amade ne, da ku di encamê de em berevanîyê di ber mafên mirovan de li Sûrîyayê bikin. Em bitirs in ku gef, bi rêya vê biryarê, li pêşeroja ewlekarî, aştî û mafên mirovan were xwarin û çanda bêcezakirin were çesipandin, ji lew re pêdivî bi helwesteke navdewletî heye.

Ewlehî nabe behane bo tevlêkirina xakekê û binpêkirina belgenameyên navdewletî û paşguhkirina mafên miletên resen, nebûna hikûmeteke rewa nûnertîya welatîyên sivîl dike, nabe bibe sedema guherîna herêmekê ji ber ku tenê tundî û bêcezakirin encama wê ye.

Em rêxistinên jêrîmzeker doza pabendîyeke navdewletî ya zelal dikin ji bo parastina mafên Sûrîyayîyan li welatê wan û redkirina hemû hewldanên normalîzekirina encamên cengê û peydakirina navbeynkarên navdewletî yên bêalî û zelal ku karibin aştîyê li Sûrîyayê bi cih bînin.

Em li hêvîya piştgirîya we ne

 

Rêxistinên Îmzeker:

 

  1. Alkawakibi Organization For Human Rights
  2. Arab human rights Centre in Golan – Al-Marsad
  3. Basmeh & Zeitooneh
  4. Baytna Syria
  5. Caesar Families Association
  6. Dawlaty
  7. Freie Deutsch Syrische Gesellschaft e.V in Hamburg
  8. Kawakby Center for Transitional Justice & Human Rights
  9. Kesh Malek Organization
  10. Khatawat Foundation
  11. Msawat/Equality Organisation
  12. No Photo Zone
  13. Pro-Justice
  • Syrian Center for Media and Freedom of Expression
  • Syrian Center for Statistics and Research
  • Syrian Feminist Lobby
  • Syrian Lawyers
  • Syrian League for Human Rights and Accountability
  • Syrian Legal Network – Netherlands
  • Syrian Network for Human RIghts
  • The Syria Campaign
  • Union of Syrian Coordinations Around the World
  • Urnamu for Justice and Human Rights
  • Violation Documentation Center
  • Watan Foundation
  • Women Now For Development (WND)