Mey Skaf bi bêdengî li koçberîyê, koça dawî dike “Ez bê hêvî namînim … ez bê hêvî namînim … Sûrîya me bêhempa ye, ne Sûrîyaya Esed e”

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) taezîya malbat û hezkirên hunermenda SûrîyayîMey Skaf dikin ku roja duşemê, 23ê tîrmeha 2018an li Parîsê jîyana xwe ji dest da.

Skaf di 13ê nîsana 1969an de ji dayik bûye û wêjeya Fransizî li Zanîngeha Şamê xwendiye, li wir behreya wê ya lîstekvanîyê diyar bû û bala derhêneran kişand dema ku di pêşkêşkirina karên şanoyî de li Navenda çandê ya Fransizî de, beşdar bû. Lê ew bi rolên xwe yên di rêzefîlmên televizyonê û fîlman de mîna (Elebabîd, Xan Elherîr û Esrar Elşaşe) navdar bû.

Di destpêka şoreşa Sûrîyayê de, ew di havîna 2011an de li gel aktor û hunermendên ku amadekarîya derketina xwepêşandanekê dikirin, bi navê “Xwepêşandana Rewşenbîran” hate naskirin li Taxa “Mîdan”ê, hate girtin. Gelek tomet hatin spartin bow ê mîna xirabkirina ewlehîya dewletê.

Paşê, piştî ku rastî gef û astengîyan hat, her weha kompanîyên hilbarînê ji ber helwesta wê ya siyasî jê dûr ketin, neçar ma ku berê xwe bide Ordunê û di sala 2013an de li Fransayê bi cih bû. Ji wê derê; berxwedana wê ya piştgirîya şoreşê berdewam kir, beşdarî gelek çalakîyan bû, tev li xwepêşandanên piştgir bo azadî, dadmendî û daxwazên guhertina siyasî li Sûrîyayê bû her weha di belavkirina nivîsên xwe de li ser dezgehên ragihandina civakî de jî berdewam bû, herî dawî ev yek nivîsand : “Ez bê hêvî namînim … ez bê hêvî namînim … Sûrîya me bêhempa ye, ne Sûrîyaya Esed e”