Luqman SELIM Na bo bêdengkar- Kesê Aza Namirê

Daxûyaniya çapemenî 8 Sibat/ Reşmeya 2021 Parîs

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, kuştina nivîskar û çalakvanê siyasî Luqman Selîm şermezar dike, û daxwaza vekirina lêpirsînek navdewletî derbarî bûyerê dike.

Hîn awayê bêdengkarkirinê û kuştinê berbelava li Libnanê li dijî gotina azad û rastî yê, ku kuştina Luqman Selîm nîşanek balkêş e ku çi rêgirî li hember hêzên zordarî yê nine, û kes nîne rexnê li wan bike.

Luqman Selîm, nivîskarek û çapmendek û çalakvanekî siyasî û civakî Libnanî serbixwe ye. Ew wek pisporek siyasî di siyaseta Libnanî û Rojhilata Navîn tê naskirin.

Luqman Selîm li txa Hirêk sala 1962 ji parêzkarek navdar û dêyekek misrî ji dayîk bûye. Felsefa li zanîngeha Sorbonê li Parîsê xwendî ya, di sala 1991an da Çapxane Dar Alcedîd damezirand, ku çendîn pirtûk û vekolîn wergirandin, wek pirtûka Mihemed Xatemî, serokê îranê yê berê.

Di sala 2001an da, Selîm ber bi Sînemayê çû, ku çendîn film berhem kirin wek Filmê Şervan (Muqatil), ku xelata yekîtiya navdewletî ya rexnegerên sînemayî li Festîvala Berlînê ya Sînemayî ya Navdewletî di sala 2005an da wergirt. Herwiha Selîm di gel hevjîna xwe ya Monîka Borgman dû belgefilm berhemkirin yek ji wan derbarî Komkojiya Sebra û Şatîla, û yê din derbarî Zîndana Tedmurê li Sûriyay ê, ku zindaniyên Libnanî lê hebûn.

Di sala 2004an li Mala malbatê li taxa Hirêk, rêxistina (Navnetewa bo Vekolîn û Belgekirinê) damezirand, ku li ser arşîfkirina dîroka civakî û siyasî ya Libnanê xebat dikir, her wiha bû bû pêşangehek bo hunermendan.

Luqman Selîm çendîn berhemên xwe hebû çi nivîsîn û çi wergêrandin wek: Ûda Rîhanî li ser Erebî 1998, Kilîtên zindana Sûrî: têrmên ji pişt zindanan (bi hevkara kesên din) 2012, Îmzadanên Îmêl Sîweran, wergêr 1991, Bajarê Siyasetê: çend beş ji pêşketina raman siyasî ya Rojava, nivîsa Mihemed Xatemî 2000.

Luqman Selîm piştgîriya şoreşa Sûriya yê dikir, û alîkariya xebata yasagerên sûrî dikir, her wiha li dijî gotara nefertkirinê ya li dijî Sûriyan dibû, û di çendîn kampên piştgîriya mafên penaberên sûrî beşdar dibû.

Selîm yekek ji rexnegrê herî tund li dijî partiya Hizûlah bû, ku her dem di mudaxeleyên xwe yên telefiziyonî basî binpêkirin partî yê dikir. Her wiha rexna li çîna siyasî ya gendel dikir bi awakî wêrek û zana.

Ji ber çalakiyên wî, bû armanca gelek fişar û teroran ji aliyê alîgerên partî yê ku di çileyê pêşîn/ rêbendana 2019an da li ber derî yê mala wî komek ji alîgerên partî yê kom bûn û sloganên xiyanetê li dijî digotin, û gotinên wek Hizbûlah rûmeta milet e, bijî Bêdengkar li ser diwarê mala wî nivîsandin.

Ji ber vê bûyerê Selîm beyannameyek belavkir go têda amîndarê gitşî yê partî yê, Hesen Nesirulah û hevalbendê wî Nebîh Birî tometbarkirin li ser çi rûdanê li dijî wî yan jî li dijî mal û malbata wî.

Di şeva 4ê Sibatê/ Reşmeya 2021an da, xweşka Selîm agihdarî da derbarî wendabûna wî, û paş ra laşî wî hat dîtin li ser rêya Beyrûtê ku 4 gule di serî wî da hatine berdan.

Monîka Bêrgman, hevjîna Selîm, di gel yekek ji alavên ragihandinê da dibêje: ew dikarin Selîm bikujin, lê nikarin ramanên wî bikujin, ez û malbata wî dê berdewam bin li ser rêça wî, û ager gûman kirin ku ez dê ji vir barkim, dê ta dawiya jiyana xwe li bendê bin.

Kuştina Luqman Selîm, xesaretek mezin ji Adalet û Azadî û Rastî û Berxwedanê ye ji Libnanê û Sûriya yê ra, û berdewama ji siyaseta binpêkirinê ya ku hêzên deslatdar birêve dibin. Lewra Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, kuştina nivîskar û çalakvanê siyasî Luqman Selîm şermezar dike û ew  dênê berçev ku ev encamek domdar e ji bedewmaiya bêcezatiyê ya bi salan, ya ku tawankaran ewle dike daku li ser fişar û terora xwe berdewam li dijî rastî yê, di rêya zincîrek dirêj ji tawanan li Libnanê û Sûriya yê, ku berpirsên wê ew deslatdarên difakto ne ku her dû welata bi rêve dibin, her wiha SCM banga vekirina lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe dike derbarî bûyerê.