Li gel berdwamîya derengkirina qanûnî, tirseke mezin li ser çarenûsa Mazin Derwîş, Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr

Dadwerê dadgeha Terorê “Rîda Mûsa” gotina sezayê di doza girtîyê “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” de bo 1ê hizêrana 2015an bidûr xist û ev yek jî derenkirina 23yan bû di dadgehkirina damezrênerê Navendê; rojnamevan û Mafnas Mazin Derwîş û hevkarên Navendê Hisên Xerîr û Hanî Elzîtanî her weha ji çaxa derketina lêborîna serokî ya hizêrana 2014an ku tometa “Belavkirina Karên Terorî” jî li xwe girtibû, ev cara dehan e ku dadgehkirin tê bidûrxistin.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê doza rawestandina bidûrxistinê û serbeskirina endamên xwe yên girtî bi awayekî demlidest dike. Bitaybet ji ber ku tirseke mezin li ser saxlemî û jîyana Mazin Derwîş, Hisên Xerîr û Hanî Elzîranî heye ku di çarşema 6ê gulana 2015an de ji Zindana Edrayê bo devereke nediyar hatin veguhestin û tu agahî der barê çarenûsa wan de ta nuha tunene.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji desthilatên berpirsyar dixwaze ku di cih de çarenûsa Mazin Derwîş û hevkarên pê re diyar bike her weha em berpirsyarîtîya jîyan û saxlemîya wan dixin histê desthilatan de her weha em doza berdana wan a demlidest û bê şert û merc dikin ew jî li gor biryara serokî û biryarên navdewletî yên di vî warî de.

Dadgehkirina Mazin Derwîş ê ku serkeftî bû bo wergirtina xelata UNISCOyê  ya azadîya Rojnamegerîyê sala 2015an li gel hevkarên xwe yên navendê, dadgehkirineke ne dadmend e û ne li gor pîvanên mafên mirovan e, madeya 10an ji ragihandina cîhanî ya mafên mirovan dibêje: “ji mafê her mirovî ye wekhev bi kesên dora xwe re û li pêş dadgehke serbixwe bi awayekî dadmend û eşkere li doza wî bê nerîn ji bo cûdakirina di nav mafên wî û pabendîyên wî de”, dadgeha ku îroj berpirsa doza hevkaran e ne li gor şert û mercên Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî ya (1963) ku di beşê yekemîn ji madeya xwe ya çardan dibêje ku ji mercên çêkirina dadgehkirina dadmend hebûn wekhevî, bêalîtî, serxwebûn û qanûnîyê ye.

Du sal û pênc meh ji çaxa tometkirina Mazin Derwîş, Hisêz Xerîr û Hanî Elzîtanî ji 14ê mijdara 2013an ve, bêhtir sê salan jî li ser girtina wan derbas bû, tev jî bi bidûrxistin û derenkirineke ku pêdivî pê tuneye bê ku li gor qanûnê dema rûniştina bê were ragihandin lê ji nijka ve dihate ragihandin, derbas bû. Sê salên bangewazîyên û daxwazên navdewletî ji Hikûmeta Sûrîyeyê ku pabendîyên xwe bi Komeleya NYyê ya Giştî bi cih bîne (biryara 67/262 ya 15ê gulana 2013an) û biryara (2139) ku Encumena Ewlekarîyê di 22yê sibata 2014an de li xwe girt, biryar jî doza serbetkirina demlidest û bê şert û merc bo Mazin Derwîş û hevkarên wî, lê hîn jî alîyên berpirs van tevan paşguh dikin.