Dadgehkirina girêdayî DAIŞê: Ziyanên dadmendîya selektîv ji sûdeyan bêhtir in

Dadgehkirina girêdayî DAIŞê: Ziyanên dadmendîya selektîv ji sûdeyan bêhtir in

Kurtasîyeka Siyasî

Di nava metiraîyên reva çekdarên DAIŞê ji bakurrojhilatê Sûrîyayê ji ber êrîşên Turkîyayê, dewletên Ewropî yên xwedî bandor dixwazin barê welatîyên xwe yên ku tev li DAIŞê bpne, ji ser milên xwe hilîne,ji bo çêkirina dadgeheka navdewletî an mîkanîzmeka weha ji bo dadgehkirina tawankerên navdewletî yên ku tev li DAIŞê bûne li Iraqê û Sûrîyayê. Dibe ku ev dadgeh pêdivîyên qurbanîyan paşguh bike û derfetên lihevhatinê li Sûrîya û Îraqê têk bibin. Ji bo bicihanîna dadmendîyê bo qurbanîyên DAIŞê û dijatîya derketina komên radîkal careka din, divabe civaka navdewletî lêpirsînê di dozên DAIŞê û komên din de veke, yên ku binpêkirinên metirsîdar li Sûrîya û Îraqê kirine, her weha ji nêzîkatîya selektîv û li gor siyasetê ku reva ji sezayê diçesipîne dûr bikevin. Divabe dadmendîya navdewletî rêyeka vekirî be dema ku hemû rêyên navxweyî yên pêkanîna dadmendîyê werin girtin, ne ku alternatîba demdirêj a sîstema dadgehên niştîmanî be, her weha divabe dewletên rojavayî rahêjin berpirsyarîtîya hemwetîyên xwe yên ku tev li DAIŞê bûne, li gel pêşkêşkirina piştgirîyê bo Îraqê ji bo bicihanîna pêdivî û daxwazên qurbanîyan, û piştgirîya qurbanîyên Sûrîyayê di berxwedana wan a ji bo dadmendîyê de.

Kurtepênaseyek der barê DAIŞê de li Iraqê û Sûrîyayê

Di nîvê sala 2014an de, DAIŞê dest danî ser hêrêmine berfireh li rojavayî Iraqê û Sûrîyayê û “Xîlafetek“ damezirannd, bi navê wê gelek binpêkirinên mafên mirovan der heqê niştecihên wan herêman bi cih anîn, ku ev binpêkirin dikevin çarçoveya tawanên cengê, tawanên dijî mirovahîyê û cenosaydan. DAIŞ hate têkbirin bi rêya gelek komên çekdar û hêzên niştîmanî li Sûrîya û Iraqê bi piştevanîyeka navdewletî û ji sala 2017an heta sala 2019an, herêmên wan ên mayî ji dest wan diçûn. Lê DAIŞ di operasyonên xwe yên ketober de berdewam bû, di encamê de wêran û jihevketina civakî û penaberî li dûv xwe hişt, her weha bi deh hezarên qurbanîyên ku li dadmendîyê û bersivan digerin.

Di dema ku herêmên dawî yên DAIŞê li Sûrîyayê hatin stendin, bi deh hezaran ji çekdaran û malbatên wan di zindan û kampên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de bûn li bakurrojhilatê Sûrîyayê. Piranîya van çekdaran Iraqî û Sûrîyayî ne, lê çekdarên biyanî ji derdora 70 dewletî jî di nav wan de ne, û gelek ji van dewletan di warê vegerandina welatîyên xwe de dudil in. giringîya mijara çarenûsa çekdaran derkete holê dema ku Turkîyayê êrîşî herêmine nû li Sûrîyayê kir di cotmeha 2019an de, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk agahdarî dan ku zehemtîya hiştina van çekdaran heye di nava êrîşan de û QSDê ragihand ku gelek kes ku hejmarek ji zindadanan reviyan.

Dadmendîya Kêm:

Gelek destpêşxerîyên hatin pêşkêşkirin bo darizandina endamên DAIŞê, lê pirsgirêk û kêmasî di hemûyan de peyda ne. tevî ku hin alîyên beşdar di rizgarkirina herêman ji DAIŞê bi tometên binpkirina mafên miroavan hatine tometbarkirin lê heta nuha tu xebatên çalak ên darizandina wan nehatine kirin.

Li ser asta navxweyî, Iraqê hukmê bidarvekirin û zindankirina bo salên dirêj li gelek endamên DAIŞê birî, piştî ku li dadgehên ne li gor pîvanên xwestî yên dadmendîyê, hatin dadgehkirin. Ev doz li jêr qanûna terorê hatin pêşkêşkirin, wate tometbar weke endamên DAIŞê hatin dadgehkirin, ne li gor kiryarên wan û bi gelemperî derfeta  wan a naskirina rewşa dadgehkirinê kêm e. Dadgehkirinên bilez li Iraqê derfeteka gelekî kêm a naskieina agahîyan ji hêla malbatên qurbanîyan, mîna devera veşartina wan, peyda dike. Li Sûrîyay, QSDê welatîyên Sûrîyayî yên girêdayî DAIŞê dadgeh kirin, ev dadgehkirin hêjayî pesindayînê ne ji ber ku bidarvekirin weke seza nehate ferzkirin, lê herêm ne xwedî serwerîyeka qanûnî ye û jêder ne peyda ne ji bo dadgehkirinên dadmend li gel zehmetîyên peydakirina dadmendîyê li herêmên şer.

Li ser asta navdwletî, di Îlona 2017an de, encumena ewlekarîyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî biryara 2379 derxist, ya ku doza çêkirina tîmeka lêpirsînan dike, bi navê (Unitad) ji bo danhev peytan û alîkarîya dadgehên Iraqê û alîyên din ên dadgehkirina tawankerên DAIŞê. Ev tîm rêdana lêpirsîna di tawanên alîyên din de wernegirtiye, lê tenê lêpirsînan di tawanên DAIŞê de dike, ji nav wan çewisandina Êzdîyan, komkujîya bingeha Spikerê û tawanên dagîrkirina bajarê Mûsilê.

Pêşniyarên Dadgehkirina DAIŞê:

Dewletên Ewropî du caran di sala 2019an de li hev civîyan ji bo xwendina destpêşxerîya Swêdê bi piştgirîya Holandê, bi armanca damezrandina dadgeheka navdewletî ji bo cezakirina DAIŞê. Tevger li dor pêşniyarê lezgîn bû piştî êrîşên Turkîyayê di cotmeha 2019an de, ku civînên lezgîn li Kobinhagin û Bexdayê hatin gerandin, û wezîrê derve yê Fransayê seredana Îraqê kir ji bo zexta li ser mîkanîzma dadgehkirina çekdarên biyanî li ser xaka Îraqê.

Dema ku dewletên Ewropayî zextê li Îraqê dikin da ku pêşwazîya li gumanbarên DAIŞê yên biyan li Sûrîyayê bipejirîne, hin zelalî der barê şêwazê tedbîrên dadgehê de li dijî wan heye. Nîqaş li ser avakirina dadgeheka navdewletî di destpêka sala 2019an de hebû lê xuya dike ne pêkan e. Her weha mijara avakirina dadgeheka tevlihev li Îraqê bi pisporî û peredayîneka navdewletî di nîqaşê de ye, tevî gotinên neyênî yên ku wezîrê derve yê Îraqê der barê dadgeheka wisa de li Îraqê gotibû.

Diyar e evdadgeh dê tenê çekdarên DAIŞê dadgeh bike. Lê pirsên serek yên din bê bersiv dimînin, mînak; gelo qanûna Îraqî yan a navdewletî were bicihanîn, tawanên Îraqê bi tenê li xwe digire an yên li Sûrîyayê jî,  nasnameyên gumanbaran yên yên ku dadgeh dê li xwe bigire, dewletên alîkar di vê dadgehê de, mijara sezaya bidarvekirinê.  Li gor piranîya dewletên ku zextê ji bo avakirina vê dadgehê dikin, ne qanûnî ye ku girtîyan veguhêze an veguhestina wan bo deverên ku dê lê werin îşkencekirin an bidarvekirin, hêsan bike.

Dibe ku dadgeh bi dadgehkirina endamên DAIŞê yê biyan tenê were erkdarkirin, û girtîyên din li gor sîstema Îraqê werin dadgehkirin. Pêşniyareka wisa biziyan e bêhtirî hemû şêwazên din ên dadgehkirina DAIŞê , ku mafên hin tawankeran ji yên din bêhtir e. Di çarçoveya sînaryoyeka wisa de, tometbarên biyan dê rastî dadgehinên dadmendtir bêyî sezaya bidarvekirinê werin, di heman demê de Îraqîyên ku ji Sûrîyayê hatine veguhestin dê rastî sezaya bidarvekirinê werin. sebaret qurbanîyan jî, kesên ku êş ji ber çekdarên biyan dîtine dê karibin li dadgehan hazir bin, lê yên ku êş ji ber çekdarên Sûrîyayî û Îraqî dîtine, dê nikaribin hazir bin, li gel ku qurbanîyên komên çekdar ên din dê werin paşguhkirin.

Despêşxerîyeka ne dadmend û xwedî armancên siyasî

Civaka Navdewletî û Îraq û Sûrîya li ser dijatîya DAIŞê û cezakirina endamên wê li hev dike. Di heman demê de alîyên ku binpêkirin bi cih anîne di bin navê şerê li dijî DAIŞê, ji hêla alîyên bihêz ve tên parastin û di encamê de derfeta reva ji sezayê ji wan re peyda ye û ji rexneyan parastî ne. ev hêmanên siyasî encaminên ne dadmend derdixin holê, ku hin tawanker parastî dimînin û hin têne sezakirin, di encamê xwedî li hin qurbanîyan hate derketin û mafê hinan bi temamî hate paşguhkirin.

Hikûmetên Ewropî di warê vegerandina welatîyên xwe de, yên ku tev li DAIŞê bibûn, ji bo dadgehkirina wan, dudil in, ji ber tirsa ku ew kiryarinên hovane li ewropayê bi cih bînin an jî berê hinekan bidin radîkalîzmê, li gel zehmetîyên berhevkirina peytên tawanên wan, her weha raya giştî jî li dijî vegera endamên DAIŞê ye. Tevî ku di dema êrîşên Turkîyayê de, hin dewletan dît ku giring e kesên negihaştî û malbatên wan ne bi wan re ne werin vegerandin, lê ev yek diyar dike ku rijd in bo dîtina çareyeka lezgîn bo weletîyên gihaştî tu caran venegerînin.

Dadmendîya selektîv bê bandor e:

Biryara encumena ewlekarîyê ya Nyyê 2379 ku di encama wê de (UNITAD) hate damezrandin li gel destpêşxerîyên navxweyî yên dadgehkirina DAIŞê, gelek gavên rast nîşan didin, ji nav wan teqezîya navdewletî ser pabendîya bi pêkanîna dadmendîyê. Lê di heman demê de pîvaên metirsîdar bo pêkanîna dadmendîyeka selektîv ji hêla desteyên siyasetên navdewletî hatin danîn. Di heman demê de bobelateka navdewletî di warê bawerîya bi van qanûnan heye ku ji hêla civaka navdewletî ya azad ve hatine danîn û giring e ku dewletên bihêz pabendîyê bi pîvanên piştevanîya biryarê bikin û bawerîyê kêm neke.

Hêjayî gotinê ye ku dadgehkirina DAIŞê bi tenê dide xuyakirin ku hikûmetên Ewropî berpirsyarîtîya xwe bi kesên metirsîdar û berpirs di ber binpêkirinan de, dispêre herêmeka ku nû ji şer derketiye û gelek zeh,metî li pêş wê hene. Ev reng dadgehkirin dê dadmendîya yekalî çalak bike ku dijminên dewletên rojavayî tenê têne armanckirin, û nerîna navdwletî ya ku teror ji Îslamê ye diçesipîne, ku tawankerên xwedî îdyolocîya misilmantîyê ji tawnkerên din bêhtir têne cezakirin. Ev nerîndijmantîya rojavayê cîhanê derdixe holê û hişmendîya radîkal ya ku DAIŞ ji ber ava bûye bibandor dike û xebatên dijatîya terorê bêsûd dike.

Astengkirina xebatên lihevhatinê li Îraq û Sûrîyayê:

Şêwazê selektîv di darizandina tawankeran de, dê bibe sedema encamên neyênî di van waran de; mafên qurbanîyan, lihevhatina neştîmanî, jinûavakirina sazîyên dewletê û çesipandina rola qanûnê li Îraqê. Dê rê bide grûpên binpêkirina mafên mirovan ku ji sezayê birevin, di heman demê de qurbanîyên wan dê nikaribin bigihêjin dadmendîyê, ne tenê wisa, lê nerînekê dide alîyên din ku kirayarên wan ên hovane dê bê seza derbas bin. Ev yek gefê li rêya lihevhatina neştîmanî dixwe û xemgînîya qurbanîyên ku êş ji ber grûpên ji bilî DAIŞê dîtine, zêde dike, di encamê de derfeta derketina şer û radîkalîzmê di pêşerojê de zêde dibe. Hewldana lezê bi rêya pêşniyarên dadgehkirina endamên DAIŞê bi tenê bi armanca qezencgirtina siyasî  û di çarçoveya tirsa ji reva çekdarên DAIŞê ji zindanên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, rê ji bo şêwira qurbanîyan teng dike, di encamê de ne pêkan e ku ev dadgeh xwedî bandoreka civakî ya erênî be û pêdivî û daxwazên qurbanîyan bi cih bîne.

Li Îraqê, hebûna dadgehekê ji bo dadgehkirina endamên DAIŞê bi tenê, ku grûpeke radîkal e û pêkanîneka hovane û radîkal bo Îslama Sunî li xwe digire, dibe ku welatîyên Sunî aciz bike û bibînin ku ew rastî hikûmeteka navendî bi piranî ji Şîe tên û hikûmet wan paşguh dike. Li Sûrîya jî dadgehkirina endamên DAIŞê bêyî dadgehkirina alîyên din, dê hêvîyên qurbanîyên grûpên çekdar  ên din bi pêkanîna dadmendîyê de bikujin.

Dibe ku avakirina dadgeheka navdewletî an hevbeş nameyekê bide ku dadgehên Îraqî nikarin danûstendinê  bi tawanên li ser erda xwe re bikin, û  bawerî bi sîstema dadgehî ya ku ji ber de ji hêla peredayîn û bingeha gelêrî xwedî kêmanî ye, kêm bibe.   Divabe dadmendîya navdewletî rêya dawî be dema ku rêyên navxweyî yên bicihanîna dadmendîyê nemînin, ne ku aalternatîva demdirêj a sîstema dadgehên niştîmanî be. Ev pereyên ku dê li ser çêkirina dadgeheka navdewletî werin danîn, gerek e bikevin xizmeta bihêzkirin û jinûçêkirina sîstema dadgehên Îraqî de, bi rêya piştgirîya dadgehên Îraqî da ku bibin xeta berevanîyê ya pêşîn li dijî tawanên cengê li Îraqê û di encamê de berpirsyarîtîya çêkirina biryarê di destin Îraqî de garantî dibe.

Eger civaka navdewletî tev wilo biryar bide ku mîkanîzma dadgehkirinê ya navdewletî çalak bike, wê demê avakirina dadgeheka tevlihev li Îraqê dê rastî piştgirîya civaka navdewletî were û dê karibe hemû tawanbaran dadgeh bike, li gel ku qurbanî û civakên ku bandor li wan hatiye dê karibin roleka çalak bigerînin li gel avakirina têkilîyê bi cemawerên Îraqî re, ev yek dikare roleka erênî di çesipandina serwerîya qanûnê û lihevhatinê û dadmendîyê li Îraqê bigerîne. Mixabin, diyar e ev mercên serkeftinê tunene ji ber armanca rast ya destpêşxerîyê alîkarîya dewletên bihêz e ji bo ku barê welatîyên xwe yên ku tev li DAIŞê bûne bavêje ser milê dewletên din.

Di tîrmeha 2017an de, berpirsê UNITAD, birêz Kerîm Xan diyar kir ku ew piştgirîya hizira avakirina dadgehekê bo dozên tawankerên DAIŞê dike, mîna wan dadgehên ku li Norimborga Almanyayê hatibûn çêkirin. Dadgehên Norimborgê tevî ku bingeha pêşketina dadgehên navdewletî bû lê gelek pirs ser bingeha wê ya qanûnî hene, û hate dîtin weke ku ji hêla alîyên derve ve hatiye ferzkirin, her weha van dadgehan nikarîbûn li tawanên kwalîsyonê li Almanyayê binêrin. Ji lew re, ev dadgehkirin mînakeka xirab a pêkanîna dadmendîyê li Îraqê ne, tevî egera dûbarekirina şaşîtîyê dîrokî yên Îraqa nûjen, ku pêvajoyeka tijî kêmanî hate meşandin ji bo dûrketina ji Baisê, mîna pêvajpya Almanî ya piştî Şerê Cîhanî yê Duyem bo Nazîyan.

Daxwazên Qurbanîyan tên Paşguhkirin:

Ev destpêşxerîyên ku doza dadgehkirina DAIŞê dikin, ne bi armanca bersivdayîna daxwazên qurbanîyan hatin destpêkirin, lê ji bo sivikkirina zexta siyasî ya navxweyî li ser hikûmetên Ewropî. Ev destpêşxerî çareyeka kêm in û bi hejmareka mezin a qurbanîyan re nehatiye gengeşe kirin û dezgehên civaka sivîl ên xwedî roleka giring di van doza ne beşeka biryarê ne. gelek malbat hîn li hêvîya nûçeyên girêdayî hezkirên xwe ne, ku ji hêla DAIŞê ve hatine revandin, hîn jî li bersivan, dadmendîyê û derfeteka jîyana bi rûmet digerin. Lê hêzên mezin û xebatên wan ên çêkirina dadgeheka navdewletî ji dengê qîrînên pêkanîna dadmendîyê bilindtir in û gefê li daxwaz û pêdivîyên qurbanîyan dixwin li Îraqê û Sûrîyayê.

Dadgeha DAIŞê dê karibe, di rewşa herî baş de, dadmendîyê bo hejmareka kêm a tawanan bi cih bîne. Tevî ku dadgeh dê balê bikişîne ser êşa hin qurbanîyan, lê nikare pêdivî û daxwazên civakên qurbanîyan yên herî mezin bi cih bîne, mîna vegera ewle ji bo bêwaran  û vegerandina mafan ser asta takekesî û civakî û vekirina gorên bikomî û gelek tedbîrên din ên eşkerekirina çarenûsa windayan.

Sûrîya û Îraq ne weke hev in:

Tevî ku DAIŞê komkujîyên hovane li Îraq û Sûrîyayê bi cih anîne, lê divabe çi tedbîrên navdewletî hebin, rewşa li her du dewletan berçav bigirin. Li Îraqê; DAIŞ tawankerê sereke yê pêkanîna komkujîyan bû û şerê li herêmê yê sereke ji bo derxistin û têkbirina DAIŞê bû. Lê li Sûrîyayê, şerê li dijî DAIŞê enîyek bû ji nav gelek enîyan ku di hemûyan de tawanên herî xirab hatin kirin, nemaze ji hêla rêjîma Esed ve.

Îraq dewleteka xwedî serwerî ye û serkirdeyên wê helbijartî ne û divabe piştgirî ji helbijartinan re hebe ji bo rewatîyê û garantîya pabendîya wan bi qanûnê. Li Îraqê divabe dewlet bi roleka sereke ya pêkanîna dadê rabe û divabe hevkarekê sereke be di hemû tedbîrên dadmendîyê yên navdewletî de yên ku girêdayî tawanên li ser erda wê yan ji hêla hemwelatîyên wê be.

Li Sûrîyayê rewş tam ne wisa ye, hikûmet rêjîmeka dektator a wehşî dinimîne, ku tawanên herî kirêt der heqê gel de, di dema şer de, kiriye. Beşdarîya hikûmetê di dadgeha navdewletî de mîna piştgirîya rewatîya vê rêjîma tawanker e û piştgirîya behaneyên wê yên şerê dijî terorê, ev gav dê qurbanîyên siyasetên çewsandinê yên vê rêjîmê cardin piçûk bixe.  Hizira hevkarîya bi rêjîma Esed re li dadgeha navdewletî, dê nameyekê bide cîhanê ku tawan erêkirê ne dema ku di bin sîwana dijatîya terorê de bin. Hikûmeta Holandê ji mezintirîn piştgirên dadgehkirina navdewletî ye û diyar kir ku ew ê tê de beşdar nebe. Ji alîyekî din ve, ne rast e ku dadgehên Sûrîyayî yên navxweyî yên ne rewa, behsa tawanên cengê li Sûrîyayê bikin. Di çarçoveya axaftina ser tawanên rêjîma Esed yên metirsîdar de, balkişandina ser tawanên DAIŞê bi tenê dê gotina ku tawanên rêjîma Esed siviktir in biçesipîne û dê bibe sedema ku gelek hikûmet danûstendina xwe bi rêjîmê re vegerînin weke berê û qurbanîyan li paş xwe bihêlin.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk doza alîkarîyeka piralî bo avakirina dadgeheka navdewletî ya darizandina DAIŞê li ser xaka xwe ya serbixwe li bakurê Sûrîyayê kir. Lê ev yek gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne, ji ber binpêkirinê ku ji hêla QSDê bi xwe hatine kirin û dê di dadgeha navdewletî de neyên nîşandan, li gel zehmetîyên girêdayî danûstendina bi nûnerên deveran bo avakirina dadgehekê li gor qanûna navdewletî her weha zehmetîyên derketina şer li herêmê. Tevî wilo, hevrêzîya bi serkirdeyên siyasî yên QSDêre giring e ji bo mijarên vegerandina hemwelatîyan , gorên bi komî û eşkerekirina çarenûsa windayan.

Dibe ku destpêşxerîya dadgehkirina endamên DAIŞê li Îraqê were pêşwazîkirin, lê li Sûrîyayê dê piranîya civaka Sûrîyayî li dijî wê rabin, nemaze dijberên Esed, ji ber ku mijareka wisa dê bibe astengîyek di rêya lihevkirinê de piştî bidawîhatina şer. Hêjayî gotinê ye ku mijarên wisa berî nuha ji hêla civaka sivîl a Sûrîyayî hatine redkirin.

Alternatîvên navxweyî peyda ne:

Dadmendîya navdewletî rêyeka ku di rewşên taybet de tê stendin, dema hikûmet nikare an naxwaze dadmendîyê bi şêwazekî navxweyî bi cih bîne. Normalde, dadgehên navdewletî gelek pereyan dixwazin û li ser asteka nizm alîkarîya çakkirina sîstema dadgehên navxweyî dike û dozên hejmareka kêm a tawankeran digire dest û daxwazên sereke yên qurbanîyan, mîna naskirina rastîyê û vegerandina mafan, paşguh dike.

Li Îraqê û tev li zehmetîyê ku sîstema dadgehan rastî wan tê, ne zelal e hîn gelo hikûmet naxwaze an nikare dadmendîyê bi cih bîne, herî kêm der barê mijara DAIŞê de, û ji bilî gelek pirsgirêkên heyî, lê tedbîrên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê li hin dadgehên sereke yên Îraqê di sala 2018an û 2019an de, bi pêş ketin û hîn jî gelek xebat divabe werin kirin.

Der barê hikûmetên Ewropî de, mijara berçavgirtina dozên hemwelatîtên wan yên endamê DAIŞê li welatên wan, mijara nebûna xwestekê ye, ne mijara nikarîbûna pêkanînê ye. Bijartina rêya dadmendîya navdewletî tev li ki li ser asteka navxweyî tê pêkanîn, hewldaneka zelal a dûrxistina welatîyên metirsîdar e û diyar e ne ku nikarin, lê naxwazin bi xwe dadmendîyê pêk bînin. Gelek mînak hene teqez dikin ku dadgehkirina endamên DAIŞê yên Ewropî li Ewropayê pêkan e:

  • Tîrmeha 2019an, dadgehên Holandê karîbûn çekdarekî DAIŞê yê berê, ku zayîna wî li Holandê bû, bi kirina tawanên cengê tawanbar bikin.
  • Nîsana 2019an, dadgehkirina xanimeka Alman li Munchenê ji ber tawaneka cengê ya qedexekirina avê li ser jineka Êzdî heta ku mir. Lêpirsîn ji hêla tîma tawanên cengê ya Alman ve berdewm in, nemaze di nav civaka Êzdî li Almanyayê û di encamê de jineka din bi tometa tevlîbûna bo DAIŞê di tîrmeha 2019an de hate tometbatkirin.
  • Tîrmeha 2019an, desthilatên Îtalî tawanbarek bi tometa şerê li gel DAIŞê li Sûrîyayê vegerand û tê pêşbînîkirin ku were dadgehkirin.

Di heman demê de, tedbîr û jêderên danûstendina bi metirsîyên pêşbînîkirî bi kesên vegeryayî re jî hene, heta di rewşên ku dadgehkirina ne pêkan û gincaw bin. Kosovo weke mînak welatîyên xwe yên ku tev li DAIŞê bûn vegerandin û programên tevlêkirina bo civakê aktîv kir, da ku metirsîyên radîkalîzma wan li ser civakê sivik bin.

Qewîtî:

Ji bo piştgirîya wekhevîyê û balkişandina ser qurbanîyan û bicihanîna dadmendîyê li Îraqê, divabe civaka navdewletî van gavan biavêje:

  • Vegerandina hemû welatîyên rojavayî yên ku tev li DAIŞê bûne û malbatên wan da ku werin dadgehkirin – kesên negihaştî û qurbanîyên din- divabe li li welatên wan guhdan bi wan were kirin.
  • Piştgirîya sîstema dadgehên Îraqî ji bo dadgehkirinên dadmend werin çêkirin û bidarvekirin were rakirin, li gel danheva peytan û parastina wan bp bikaranîna wan di dadgehên din de bi rêya beşdarîya çalak a qurbanîyan.
  • Piştgirîya hikûmeta Îraqê û civaka sivîl ji bo bicihanîna hemû daxwazên qurbanîyan, li gel bicihanîna dadmendîyê ya ku van xalan li xwe digire:
  • Vegera ewle bo koçberan û çareserkirina nakokîyên li ser erd û milkan.
  • Çêkirina programên vegera gişgir û dadmend li ser asta takekesî û komî.
  • Danîna mîkanîzmên diyarkirina rastîyan û eşkerekirina çarenûsa windayan û erkdarkirina tîmeka pispor bo kolîna cihên gorên komî.

Li Sûrîyayê, zehmet e li ser asteka navxweyî li tawanên navdewletî were nerîn û hemû rêyên avakirina dadgehên navdewletî girtî ne. li gor berçavgirtina van astengîyan, divabe civaka navdewletî van yekan bike:

  • Vegerandina hemû welatîyên rojavayî yên ku tev li DAIŞê bûne û malbatên wan da ku werin dadgehkirin – kesên negihaştî û qurbanîyên din- divabe li li welatên wan guhdan bi wan were kirin.
  • Çesipandina an danîna qanûnên vekirina lêpirsînan ji derveyî sînorên herêmî û dadgehkirina tawankerên hemû tawanên cengê li Sûrîyayê ji hêla dadgehên Ewropî û dewletên din.
  • Piştgirîya Mîkanîzma Navdewletî ya Serbixwe û Bêalî bo Sûrîyayê IIIM û rêxistinên civaka sivîl yên ku li ser bibelgekirina binpêkirinan û danheva peytan kar dikin.
  • Çareserkirina mijara windayan li Sûrîyayê û li herêmên ku di bin kontrola DAIŞê de bûn jî, bi rêya gera li şêwazê bipêşxistina mîkanîzmeka navdewletî bo windayan û piştgirîya malbatên wan.

Şêwazên navxweyî yên cezakirina DAIŞê li ser tawanên li Îraqê û Ewropayê peyda ne û divabe bi kûrahî werin vekolîn berî ku rêya dadgehkirinên navdewletî were vekirin. Tevî wilo, eger ev pêşniyar hate bicihanîn, ev xal gerek in:

  • Berçavgirtina hemû tawanên ji hêla hemû alîyên şer û ne tenê yên DAIŞê, her weha ne tawankerên xwedî nasnameyeka destnîşankirî.
  • Beşdarîya çalak a qurbanîyên nêr û mê û ji hemû alîyên civakê bi awayekê aktîv û hevkarîya li gel rêxistinên civaka sivîl û hikûmeta Îraqê ji bo sazkirin û pêkanîna biryarê.
  • Xebata li gor pîvanên berfireh ji bo piştgirîya hemû qurbanîyan di warê bicihanîna dadmendîyê, eşkerekirina rastîyê û danîna garantîyan bo wan ku ev binpêkirin neyên dûbarekirin.
  • Dûrketina qutebir ji hevkarîya li gel rêjîma Esed.

Bo naskirina agahîyinên din der barê vê kurtasîya siyasî, ji kerema xwe re têkilîyê li gel van deynin:

  • Çavdêrîya Reva ji Sezayê – Francis Tobham Smallwood, berpirsê programa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê: [email protected]
  • Rêxistina PAX: Margolin Wijninckx, berpirsê programa Rojhilata Navîn [email protected] , an Britney Roser, şêwirmend li Neteweyên Yekbûyî,  [email protected]  New York.
  • Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê – Mazin Derwîş, Serokê Navendê, [email protected]