Girtî ne hejmer in … em in

Daxuyanîya ku îroj di sekina piştgirîya girtîyan li Berlînê hate belavkirin

 

Di her rojeke nû de, xemgînîya bi sedan ji malbatên Sûrîyeyî zêdetir dibe, tu malbat li Sûrîyeyê bê kesekî girtî, revandî an wida, tuneye. Bi dehhezaran li girtîgehan di bin îşkenceyê de hatin kuştin, dema ku tu nuha van gotinan dixwînî, zarok, jin û ciwan ji ber îşkenceya hovane di zindanên rêjîmê de tên kuştin.

Bi dehan rêxistinên mafnasîyê yên navdewletî, tawan bi delîlan bibelge kirine her weha rapora “komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî û Serbixwe” tiştê ku li hundirê girtîgehên Sûrîyeyî ji alîyê rêjîma Esedê bi (komkujî)yê wesif da, lê  bêdengî û bêkêrî bi tenê ji Civaka Navdewletî û NYyê tê.

Nema bawerîya bi melyonan ji xelkên Sûrîyeyê bi nirxên mirovî û mafên mirovan tê, sedem jî ew e siyaseta alîyên navbûrî, ev jî berê tenê bi bêhêvîtî û tundîyê ve dike, ji lew re em îroj bi lezgînî doza cûdakirina doza kesên girtî û revandî ji dosyayên suyasî û yên din dikin, her weha em dixwazin ku weke dozeke mirovî lê were nerîn û derxistina wê ji çarçoveya danûstendinên siyasî, bi rêya:

  1. Rawestandina bicihkirina sizayên bidarvekirinê yên ku ji alîyê Dadgeha Meydanê ya Leşkerî ji 2011an ve ji ber şerê Sûrîyeyê derketine .
  2. Rawestandina hemû cûreyn îşkenceyê û garantîkirina saxlemîya girtî, dîl û kesên revandî li cem hemû alîyan.
  3. Rêvekirina bo Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor  û Heyva Sor her weha desteyên navdewletî yên pispor li gel çavdêrên NYyê bo seredana zindan û girtîgehên hemû alîyan.
  4. Serbestkirina hemû zarok, jin, girtîyên nerînan û qurbanîyên girtina keyfî li cem hemû hemû alîyên şer bê şert û merc, her weha diyarkirina çarenûsa kesên winda.

Tu aştîyeke domdar li Sûrîyeyê bêyî peydakirina çareserîya doza girtî, revandî û windayan, nayê pêkanîn. Her weha gotina gelek kesan ku bi domana demê re em dê mirovên ji bîr bikin, gotineke têkçûyî ye û tu pîvanên niştîmanîyê tê de tunryr.

Mirovên me yên girtî, jîyana bêyî we zindaneke mezin e.