Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan – Biryarek der barê êrîşên berdewam li Sûrîya û Tûrkîyayê

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan – Biryarek der barê êrîşên berdewam li Sûrîya û Tûrkîyayê

Biryarek der barê êrîşên berdewam li Sûrîya û Tûrkîyayê

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan – FIDH – di kongra 40mîn de li Taipei, Taiwanê:

Li gor pêşveçûnên dawî li bakurê Sûrîyayê, nemaze êrîşa leşkerî a hikûmeta Turkîyayê li ser herêmên Kurdan li Sûrîyayê;

Li gor biryara serokê Amerîkayê Donald Trump, der barê kişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyayê, ku serokê Turkîyayê Receb Teyib Erdogan ev yek weke derfeteka êrîşên leşkerî li Sûrîyayê dît;

Û ji ber ku ji destpêka operasyona bi nave «Kanîya Aştîyê» ve, di 9ê cotmehê de, bi dehhezaran sivîl ji malên xwe reviyan û kuştina bêhtirî 60 welatîyên sivîl di wê rojê ji alîyê Navenda Bibelgekirina Binpêkirina de, hate bibelgekirin,

Di heman demê de, Turkîya û mîlîtanên bi ser ve bêhtirî 65 avahî û deverên sivîlan armanc girtine;

Û armanc ji êrîşan, li gor Turkîyayê, girtina rêya terorê li dijî Turkîyayê bi rêya qedexekirina avakirina «korîdoreka terorê» li ser sînorê wê yê başûrî û avakirina «Devereka Ewle» û hêsankirina vegera koçberên ku li Turkîyayê dijîn.

Turkîyayê dest bi kontrolkirina herêmê kir, dema ku operasyoneka leşkerî li ser herêmên Cerblus û Ezazê dest pê kir, di tebaxa 2016an de;

Û êrîşên Turkîyayê yên leşkerî li ser Efrînê, ku di rêbendana 2018an de, dest pê kirib, bûn sedema koçberîya bi hezaran li gel hejmareka mezin a binpêkirinan, ji nav wan jî kuştin û bidarvekirina xelkên herêmê, girtina keyfî, windakirina bineçarî û dizîya milk û samanan;

Di heman demê de, Turkîya hebûna xwe ya leşkerî li Êdlibê, di çarçoveya lihevkirina bi Rûsya û Îranê re, diparêze.

Tûrkîya îdîa dike ku ew bi awayekî demkî li bakurê Sûrîyayê demkî ye, lê berpirsên birêvebirina herêmên kontrolkirî danîne, ofîsên navxweyî bo dezgehên hikûmî vekirîye û ragiahandin ku zanîngeha Gazî Întapê dê sê fakulteyên xwe li herêmê veke, nîşana pilaneka stratîcîk a demdirêj e ji hêla hikûmeta Turkîyayê bo mayîna li herêmê;

Di hemanê demê de, pilana jinûbicihkirina du melyon koçberên ku nuha li Turkîyayê dijîn, piranî Ereb in, li «Devera Ewle» ku 20 mîl (32 km) di hundirê Sûrîyayê de ye û di bin destê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ye, hewldaneka guhertina demografîya navxweyî ye.

Her weha, 12.000 çekdarên DAIŞê di zindanên demkî yên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ne û 70.000 jin û zarok ku girêdana wan bi DAIŞê heye li kampan girtî ne.

Li gel ku bi sedan kesên ku girêdana wan bi grûpa terrorist ve heye, ji kampa Eyn Îsayê, li bakurrojhilatê Sûrîyayê, reviyane, her weha hin çekdarên DAIŞê ji girtîgehan reviyane, li gor berpirsên Kurd.

Metirsî heye ku êrîşên Turkîyayê rê bidin vegera DAIŞê li Sûrîyayê û di heman demê de hejmareke mezin a koçber û qurbanîyên sivîl encamp bide;

Her weha tirs ji wê yekê heye ku hêzên rêjîma Sûrîyayî binpêkirinên mafên mirovan bi cih bînin û dijberên li herêmê bigire, li gel pêşveçûn û destdanîna ser herêman bê şer, mîna Til Temir, Tebqe û Eyn Îsa;

Di heman demê de, Hêzên Çekdar ên Turk û alîgirên wê li bakurê Sûrîyayê, binpêkirinên mafên mirovan û qanûna mirovî li Sûrîyayê bi cih anîne, ji çaxa ku dest bi êrîşan kirine, hin ji wan jî digihên asta tawanên cengê;

Turkîya dikare rahêje berpirsyarîtîya binpêkirinên hêzên çekdar ên bi ser wê ve, weke dewlet, ji ber ku ew wan komên çekdar an wan operasyonên li ser erdê ku binpêkirin di wan de hetine kirin, bi rê ve dibe, li gor ofîsa komîserê bala yê mafên mirovan ê girêdayî Neteweyên Yekbûyî.

Hin çavdêr, ji ber dijminahîya dîrokî a demdirêj di nav Turkîyayê û Kurdan de, ditirsin ku ev binpêkirina bigihêjin asta paqijkirina nijadî bo Kurdên li bakurê Sûrîyayê;

Di heman demê de, li Turkîtyayê operasyon li dijî dijberên operasyona Turkîyayê li ser Sûrîyayê têne meşandin;

Wezîrê Dadê yê Turkîyayê, Ebdilhemîd Gol, di 11ê cotmeha 2019an de ragihand ku tedbîrên qanûnî der heqê 500 kesan bên stendin, ji ber ku êrîşên leşkerî yên Turkîyayê li ser medyayê civakî bi dagîrkirin bi nav kirin, û bi rastî jî 121 ji wan ketin destê polîsê de û armanckirina wan berdewam e;

Ji alîyekî din ve, lêpirsîn li gel sê kesan ji berpirsên Partîya Gelan a Demokratîk hate kirin û du serokên partîyê û cîgirekî Partîya Gelan a Cemhûrî, bi tometa «propagandeya terorê» û «piçûkxistina hikûmeta Turkîyayê» ji ber ku rexneyên xwe bo operasyona leşkerî nîşan dan;

Li seranserî Turkîyayê, xwepêşandan hatin qedexekirin û kesên derketibûn rastî karvedanên tund ên polîsê hatin û tedbîr der haqê wan de hatin stendin;

Di heman demê de, ji çaxa bûyerên rakirina hikûmetê yên têkçûyî di sala 2016an de, rewşa serwerîya qanûnê û mafên mirovan xirab e, nemaze mafê beşdarîya siyasî, azadîya derbirînê, mafê kombûyînê û avakirina komeleyan û rizgarîya ji îşkencekirinê,di heman demê de rola civaka sivîl qels bûye, û berevankerên mafên mirovan hatine armanckirin, ev yek jî di çarçoveya rewşa awarte ya ragihandî de ye, ku di nav tîrmeha 2016an û tîrmeha 2018an de bû, ku naveroka wê ya sereke paşê bû naveroka qanûneka normal, do encamê de biryarên qanûnî, siyasî yên cewherî ku karê mafên mirovan sînor dike, bi hêsanî hatin stendin, ev biryar yên destûrî jî li xwe digire ku desthilatdarîya cîbicîkarîyê ya serok çesipand û rêya zordestîyê vekir.

Hikûmeta Turkîyayê di dîtina çareyeka aştîyane ya demdirêj bo doza Kurdî de têk çû, û li şûna dîtina çareyê, wê Kurd armanc kirin bi behaneya ku gefê li siyaseta wê ya ewlekarîyê dixwin, vê yekê di encamê de, rola mafên mirovan qels kir;

Di heman demê de, rewş li başûrrojhilatê Turkîyayê, ku piranîya niştecihan Kurd in, zehmet bû, û gelek binpêkirinên mafên mirovan li wê herêmê, di her sê salên borî de, hatin bicihanîn. Di encama binpêkirinan de, gelek sivîlan jîyana xwe ji dest dan, çavdêr gihan encama ku şerekî çekdarî yê hundirîn heye;

Yekîtîya Ewropayê di adara 2016an de, rêkeftinek li gel Turkîyayê îmze kir, di encamê de koçber û kesên ku daxwaza koçberîyê dikin, nemaze yên ku ji Sûrîyayê reviyane, bûn berpirsyarîtîya hikûmeta Turkîyayê yak u divabe nehêle ew derbasî Ewropayê bibin, bêyî guhdana bi rewşa xirab a mafên mirovan li Turkîyayê û nebûna sîstemeka koçberîyê li gor pîvanên navdeweltî yên mafên mirovan û koçberan;

Di heman demê de, Yekîtîya Ewropayê ji çaxa danîna rêkeftinê tu rexneyên xwe yên eşkere bo Turkîyayê nedidan pêş, ji tirsa ku Turkî rêkeftinê betal bike.

Ji lew re, Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan di kongra xwe ya 40mîn de ku li Taipei, Taiwan li dar ket:

Dibîne ku destwerdanên Turkîyayê yên leşkerî li Sûrîyayê bikaranîneka ne qanûnî ya saxlemîya herêmî û serxwebûna siyasî ye bo dewleteka xwedî serwerî û binpêkirinek e bo madeya 2yem di belgenameya Neteweyên Yekbûyî de;

Dibîne ku awarekirina bineçarî a sivîlan digihê asta tawanên navdewltî, her weha tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê.

Turkîyayê û hemû alîyên şer, rêjîma Sûrîyayî jî ji nav, hişyar dike k utu kiryarên ziyanê digihînin sivîlan nekin û dijatîya hemû binpêkirinên mafên mirovan  û qanûna navdewletî ya mirovî dike;

Tirsa xwe nîşan dide, ji egera vegera DAIŞê ji ber destwerdana Turkîyayê ya leşkerî, di heman demê de ev êrîş dê bibe sedema kuştina hejmareka mezin a qurbanîyê sivîl li gel bicihanîna binpêkirinên metirsîdar ên mafên mirovan, her weha koçberî dê bibe sedema paqijkirina nijadî û/ an guhertina demografîk;

Mixabinîya xwe nîşan dide, ji ber ku destwerdana leşkerî ya Turkî ji hêla Hikûmeta Turkîyayê ve, weke behaneya çewsandina dijminên xwe yên siyasî û rexnegiran bi kar anî, nezame di nav niştecihên Kurd de, dibe ku ev yek bigihê asta tunekirina opozisyona Kurdî li Turkîyayê;

Mixabinîya xwe û tirsa xwe nîşan dide ji ber asta tundîyê ya bilind di operasyona leşkerî ya Turkî de li bakurê Sûrîyayê, û belavbûna nearamîya ji ber destwerdana leşkerî, yak u sivîl nirxê wê didin.

Ji Turkîyayê dixwaze ku:

  • Tavilê êrîşên leşkerî li Sûrîyayê rawestîne û agirbestê bê derengî ragihîne;
  • Rêzdarîya li qanûna navdewletî û qanûna navdewletî ya mirovî garantî bike, nemaze pabendîyê lihevkirina Cinêvê ya 1949an, dûrketina ji kiryarên ku asta tundîyê û binpêkirinên mafên mirovan bilind dikin, û dûrketina ji êrîşên ketober li ser niştecihên sivîl û kuştina keyfî û binpêkirina tu qanûneka mirovî a din an binpêkirinên mafên mirovan ên ku digihên asta tawanên cengê;
  • Sînorkirina reva ji sezayê bi rêya lêpirsînên çalak di îdîayên binpêkirinên qanûna navdewletî ya mafên mirovan û qanûna mirovî ya navdewletê, li gel rewşên windakirina bi neçarî, kuştina keyfî û îşkencekirinê yên ku ji hêla xebatkarên dewletê an alîgirên wan hatine kirin;
  • Stendina tedbîrên gerek ji bo dûrketina ji destwerdanê di şerên navxweyî yên bê de li Sûrîyayê û garantîkirina rêzdarîya li mafê gelê Sûrîyayê di destnîşankirina çarenûsa xwe de, her weha mafê gelê Kurd di avakirina Rêveberîyeka Xweser a navxweyî li herêma Rojava li gel civakên din;
  • Danîna sînorekî bo kampanîya dijatîya opozisyonê û çalakên mafên mirovan li Turkîyayê, opozisyona Kurdî jî ji nav wan; serbestkirin û hilanîna tometan ji ser kesên ku ji ber nerînên xwe hatine girtin, ji nav wan jî kesên ku nerînên wan ne weke yên hikûmetê ne, an yên ku ji ber berevanîya di ber mafên mirovan de hatine girtin. Vegerandina serwerîya qanûnê, mafên mirovan û mafên sereke li Turkîyayê û stendina tedbîrên pêwîst bo avakirina danûstendineka siyasî li gel opozisyona Turkî û avakirina pêvajoyeka aştîyê ya rastîn.

Ji Rêjîma Sûrîyayê û alîyên din êm şer li Sûrîyayê dixwaze:

  • Girtina rêzdarîyê li qanûna navdewletî ya mafên mirovan p qanûna mirovî ya navdewletî, nemaze dprketina ji bombebarana ketober bo herêmên sivîlan ku qurbanîyên sivîl û awareyan encamp dide.

Ji Civaka Navdewletî dixwaze:

  • Çalakkirina xebatên gihaştina bo çareyeka siyasî bo bidawîanîna şer û azarên sivîlan li Sûrîyayê;
  • Xebatên cidî ji bo bidawîkirina reva ji sezayê di warê binpêkirinên ku sivîlan armanc dikirin li Sûrîyayê;

Ji Yekîtîya Ewropayê û dewletên endam dixwaze:

  • Xwe li ber gefên hikûmeta Turkîyayê yên betalkirina rêkeftina di nav wan de der barê koçberîyê de netewîne, û lixwegirtina bersivdayîneka çalak li gor prensîpên Yekîtîyê yên sereke di warê rêzdarîya demokrasîyê, serwerîya qanûnê û mafên mirovan li gor madeya 21ê.