Daxûyaniya Çapemenî: pêşketinên doza dadwerî yak u li Fransayê hatibû pêşkêşkirin derbarî êrîşên kîmawî bi ser Doma û Xotaya Rojhilat di 2013an da

Parîs- parêzer Mazin Derwîş, rêveberê giştî yê Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM), komek ji belge û berjengên nû pêşkêşî dadwerê lêpirsînê yê berpirs bi wê doza dadwerî kirin ya  ku ji aliyê komek ji rizgarbûyan û Navenda sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad û bi piştgêriya Arşêfa Sûrî û Destpexşeriya Adaletê hatibû pêşkêşkirin, derbarî êrîşên çekên kîmawî li Sûriyayê, yên bi ser bajarê Doma û Xotaya Rojhilat da,  di 5 û 21ê Tebax/ Gelawêja 2013an da. li gor destûra dadwerî ya derveyî herêmê ya Fransa yê.

Ku 491 delîl radestî dadwerê berpirs hatin kirin, di nav da, komek mezin ji wêne û wênefilmên taybet ku êrîşên kîmawî belge dikin, digel çend nexşeyan da ku bi hûrayî cihên bombebarandinê destnîşan dike, û cihên ku rokêt jê derketine jî destnîşan dike, ku ew belge ji aliyê tîma Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Sûriyayê hatin berhevkirin ku avahiya Navendê li Doma yê bû wê demê, û paşra digel xebata tîma pirojeya Dadwerî yê da li Navenda (SCM) ku pitir ji çar salan li ser berhevkirina û şîrovekirina dozê kar kir.

Sedema girngiya delîlên ku bo Dadwerê lêpirsînê hatin pêşkêşkirin, ku di nav da belgeyên taybet bi zincîra serdarên leşkerî yên ku biriyar êrîşan dan û yên ku cîbecîkirin jî, ku ew belge bi hûrayî kesên têkildar bi biriyar danê û cîbecîkirinê ji serkirdê bilind yê artêşê ku ew jî serokê komarê ye (serleşkerê giştî yê artêşê) û ber bijêr da ta payayên nizim di zincîrê da. Ku belgeyan navê 246 efserên artêşa Çaran (ku Mahir Alasad serperştiya wê dike) li xwe girt, û navê 94 efser ji Liwa yê 155 yê rokêtan, digel navê 32 efser ji Liwa 106 zêrevanî (Heres Cimhûrî), her wiha destwerdana Navenda Vekolînên Zainstî hat destnîşan kirin, digel binavkirina enûmena rêveberî yê li navendê, ku navê 418 ji karmend û efserên navendê hatin destnîşan kirin, her wiha rola peymangeha 540 ku berpirse li ser embarkirina xazên jehrî, nemaza xaza Sarîn ya ku di êrîşan da hatibû bikar anîn, û berpirsa li ser perwerdekirina efseran di amadekirina rokêtan da.

Her wiha delîlên ku hatin pêşkêşkirin li xwe girt, komek mezin ji şehadetên zindî, ku 61 şehadet, ji ziyandîtiyan û govahiyan, di nav wan da efserên ku ji leşkeriya Sûriyayê veqetiyan, ku rola wan mezin bû di destnîşankirina berpirsan.

Berhevkirina van delîlan berhemê karê xebatkarên Navenda Sûriyayî bo Rahihandinê û Derbirîna Azad, ku berdewam bûn li ser komkirina delîlan û belgekirina zincîra serkirdatî yê di hikûmet û leşkeriya sûriyayê da, ku ew bepirse li ser binpêkirina mafên mirovan, digel tawanên şerî ş tawanên dijî mirovahî yê yên ku Sûriyayê rû didin, ev kar ku hevakra me Rezan Zeytûna destpêkir bû (berî bê revandin û bibe ziyanpêketî û hat wendakirin) û tîma pirojeya dadweriya stratîjî bi hevkariya aliyên yasayî û rojnamevanî berdewam kir, wek herdû malperên Zaman alwesil û Cisir press.

Hêjayê gotinê ye, ku heman doz li welatên Swîd û Elmaniya yê hatibûn pêşkêş kirin li gor destûra dadwerî ya navdewletî.