Derengkirineke nû û berdewamîya dûrbûna neçar a Mazin Derwîş, Hesen Xerîr û Hanî Elzîtanî de

Dadwerê dadgeha terorê “Rîda Mûsa” gotina sezaya doza girtîyên “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” îroj, 1ê hiz1rana 2015an bidûr xist bê ku dema rûniştina bê destnîşan bike. Her sê girtî nehatin anîn bo dadgehê û hîn jî ji 6ê gulana 2016an dema ku desthilatên Sûrîyeyî; bêyî destnîşankirina sedeman ew ber bi cihekî nediyar ve birin, bi neçarî windayî ne.

Ev bidûrxistin ya 24an e di dadgehkirina damezrênerê navevdê; rojnamevan û mafnas Mazin Derwîş û her du hevkar Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr de, her weha ya yazdehan e ji çaxa derketina lêborîna serokî di 2014an de ku tometa “Belavkirina Karên Terorî” jî li xwe girtibû.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê doza rawestandina bidûrxistinê û serbeskirina endamên xwe yên girtî bi awayekî demlidest dike. Bitaybet ji ber ku tirseke mezin li ser saxlemî û jîyana Mazin Derwîş, Hisên Xerîr û Hanî Elzîranî heye ku di çarşema 6ê gulana 2015an de ji Zindana Edrayê bo devereke nediyar hatin veguhestin û tu agahî der barê çarenûsa wan de ta nuha tunene.

 Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji desthilatên berpirsyar dixwaze ku di cih de çarenûsa Mazin Derwîş û hevkarên pê re diyar bike her weha em berpirsyarîtîya jîyan û saxlemîya wan dixin histê desthilatan de her weha em doza berdana wan a demlidest û bê şert û merc dikin ew jî li gor biryara serokî û biryarên navdewletî yên di vî warî de.

Dadgehkirina Mazin Derwîş ê ku serkeftî bû bo wergirtina xelata UNISCOyê  ya azadîya Rojnamegerîyê sala 2015an li gel hevkarên xwe yên navendê, dadgehkirineke ne dadmend e û ne li gor pîvanên mafên mirovan e, madeya 10an ji ragihandina cîhanî ya mafên mirovan dibêje: “ji mafê her mirovî ye wekhev bi kesên dora xwe re û li pêş dadgehke serbixwe bi awayekî dadmend û eşkere li doza wî bê nerîn ji bo cûdakirina di nav mafên wî û pabendîyên wî de”, dadgeha ku îroj berpirsa doza hevkaran e ne li gor şert û mercên Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî ya (1963) ku di beşê yekemîn ji madeya xwe ya çardan dibêje ku ji mercên çêkirina dadgehkirina dadmend hebûn wekhevî, bêalîtî, serxwebûn û qanûnîyê ye.

Du sal û pênc meh ji çaxa tometkirina Mazin Derwîş, Hisêz Xerîr û Hanî Elzîtanî ji 14ê mijdara 2013an ve, bêhtir sê salan jî li ser girtina wan derbas bû, tev jî bi bidûrxistin û derenkirineke ku pêdivî pê tuneye bê ku li gor qanûnê dema rûniştina bê were ragihandin lê ji nijka ve dihate ragihandin, derbas bû. Sê salên bangewazîyên û daxwazên navdewletî ji Hikûmeta Sûrîyeyê ku pabendîyên xwe bi Komeleya NYyê ya Giştî bi cih bîne (biryara 67/262 ya 15ê gulana 2013an) û biryara (2139) ku Encumena Ewlekarîyê di 22yê sibata 2014an de li xwe girt, biryar jî doza serbetkirina demlidest û bê şert û merc bo Mazin Derwîş û hevkarên wî, lê hîn jî alîyên berpirs van tevan paşguh dikin.