Der barê parastina rojnamevan û çalakvanên rojnamevanî yên Sûrîyeyî li Tirkîyeyê

Fi 27/12/2015 de, rojnamevanê Sûrîyeyî Nacî Elceref di nîvê sibehê de li navenda bajarê Gazî întap ê Tirkîyeyî bi guleyekê ji alîyê kesine nenas ve  hate kuştin. Her weha hin kesên nenas çalakvanê ragihênerî Îbrahîm Ebdilqadir; endamê Kampanîya (Reqa Bibêdengî tê Serjêkirin) û hevalê wî Faris Himadî li Orfaya Tirkîyeyê di 29/10/2015 de ser jê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku gefa kuştina ji alîyê (Rêxistina Dewleta Îslamî – DAIŞê) li Elceref hatibû xwarin û desthilatên ewlehîya Tirkîyeyê di 29/6/2015 bi vê yekê agahdar bûn lê tu gav ji bo parastina wî neavêtin.

Li gel dûbarekirina kuştinê û gefên dijî rojnamevan û çalakvanên Sûrîyeyî ji hêla hemû alîyên şer li Sûrîyeyê; rêxistinên îmzeker ji hikûmeta Tirk dixwaze ku hemû tedbîrên parastina rojnamvan û dezgehên ragihandinê yên armanckirî bistîne her weha van gefan cedi bistîne li gel garantîkirina saxlemîya wan li gor qanûnên Turkîyeyî yên navxweyî yên ku parastina hemwelatîyên Tirk û hemi kesên li ser xaka Tirkîyeyê garantî dike.

Li gor madeya 79an a protola lihevkirinên Cinêvê sala 1949an teqez dike: Rojnamevanên sivîl ên ku karê xwe di şerê çekdarî de dikin divabe rêzgirtî û parastî bin ji hemû cûreyên êrîşan.

Em li ser giringîya şandina hikûmeta Tirk bo nameyekê teqez dikin ku tê de bi zelalî diyar dike, ev gefên li ser rojnamevan û karmendên dezgehên ragihandinê ne pejirandî ne û bê hesab derbas nabin ew jî bi rêya tedbîrên qedexekirina reva ji sizayê an jî qeydkirina van tawanan dijî nenasan.

Rêxistinên îmzeker ji hemû dewletên îmzekerên belgenameya NYyê , deste û ajansên girêdayî NYyê dixwaze ku di cih de li ser parastin û ewlehîya rojnamevan  û karmendên navgînên ragihandinê û kesên pêwendîdar her weha stendina hemû tedbîrên qedexekirina reva ji sizayê li gor pabendîyên xwe yên qanûna navdewletî û biryarên Encumena Ewlekarîyê yên têkildar bi taybet biryra (1788)an  a ku Encumena Ewlekarîyê di 23/12/2006an de derxist her weha (2222) ya di 27/5/2015 de.

Rêxistinên îmzeker di vî warî de nîşan didin ku xeta germ ya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor” xizmeteke di nav destê rojnamevnên ku rastî zehmetîyan tên di şerên çekdarî de. Rojnamevan an xwedîyên dikarin bikevin têkilîyê de ji bo xwestina alîkarîyê û daxwazên hotline li ser nûmara (+41792173285) bo komîta navdewletî tên pêşkêşkirin an jî bi rêya ofîsa herî nêzîk ya girêdayî komîteyê.

Bobelateke bo civaka navdewletî û mirovahîyê dema kesên ku li ser belavkirina rastîyê li Sûrîyeyê kar dikin, jîyana xwe ji ber berdewamîya şer û lawazîya awayêb parastina navxweyî ji dest bidin her weha di encama yekalîtîya ku kesên derûdorê napejirîne û mafê wî yê derbirîna nerîn û hizirên wî ji dest wî derdixe, ev yek ji hêla hemû alîyên şer li Sûrîyeyê tê kirin bi taybet ji alîyê Hikûmeta Sûrîyeyê û Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Çapek bo:

  1. Wezareta Hundirîn a Turkîyeyê.
  2. Encumena Ewlekarîya Navdewletî.
  3. Encumena Mafên Mirovan “OHCHR”.
  4. Rêxistina Neteweyên Yekbûyîyê ya pewerde, hînkirin û çandê (UNISCO).

Rêxistinên îmzeker:

  • Oroya Navîn ya Mafên Mirovan (EMHRN)
  • Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan (FIDH)
  • Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)
  • Institûya Mirovî ya Danûstendina li gel Dewletên Pêşveçûyî (HIVOS)
  • Înstitûya Navdewletî ya Rojnamegerîyê (IPI)
  • Komeleya Mafên Mirovan (Mirov – IHD)
  • Piştgirîya Ragihandina Navdewletî (IMS)
  • Radyoya Elbeledê – Eman
  • Peyamnêrên Bê Sînor (RSF)
  • Navenda Kendavê ya Mafên Mirovan (GCHR)
  • Navenda Parastin û Azadîya Rojnamegeran (CDFJ)