Daxuyanîyeke Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM der barê saxlemîya rojnamegeran de li Deria û Quneytirayê – Sûrîya

Parîs, 12ê tîrmeha 2018an

 

Rapor û agahîyên girêdayî guhertinên leşkerî û siyasî ji hêla alîyên hêzên hikûmeta Sûrîyayî û alîgirên wê yên Rûs li herêmên başûrê Sûrîyayê bo vegerandina herêmên ku ne di jêr kontrola wan de ne, derdikevin holê. Ji alîyekî ve hêzên leşkerî li ser veguhestina şervanên xwe bo bakur gengeşe dikin û ji alîyekî din ve bi dehan rojnameger li deverên vala asê dimînin û metirsî li ser jîyan û saxlemîya wan heye. Di serdema egera çêbûna danûstendinên leşkerî û siyasî de, rojnameger û çalakvanên ragihêner û yên ku bi salan di ware ragihandinê de kar kirine bêyî zelalkirina der bare paşeroja çarenûsa xwe dimînin.

 

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji hemû alîyên şer li Sûrîyayî dixwaze ku bi biryarên navdewletî yên ku behsa giringîya parastina ragihênerên li herêmên şer û dûrxistina wan ji armanckirina leşkerî dike, pabend bin, ev yek jî li gor rêkeftina Cinêvê ya sala 1949 û madeya (79)an ji protokola yekem ya girêdayî parastina rojnamegeran. Her weha xebatkirina li gor stratîcîyên “pilankara NYyê der bare saxlemîya rojnamegran de” ku di pêşgotina wê de hatiye gotin “saxlemîya rojnamegran û dijatîya reva kujerên wan ji sezayê du hêmanên sereke yên parastina mafê sereke di azadîya derbirînê de ku madeya 19an ji ragihandina cîhanî ya mafên mirovan diparêze”.

 

Cardin navend li ser biryara 2222 ya sala 2015an teqez dike ku tê de dibêje alîyên şer di ber hemû gavên parastina ziyanxwaran de berpirs in ji wan jî ew kesên ku mafên xwe yên derbirînê bi kar tînin; bi rêya stendina agahîyan û belavkirina wan bi awayên cûrbicûr li gor madeya 19an ji peymana navdewletî ya mafên sivîl û siyasî.

 

Ji ber van yekan, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê doza;

  1. Civaka navdewletî dike ku fişarê li Hikûmeta Sûrîyayî û alîgirên wê bike bo garantîkirina parastina rojnamegeran û karmendên di ware ragihandinê de,
  2. Giringîya serperştîya rêxistinên navdewletî yên serbixwe di hemû danûstendin an rêkeftinên girêdayî dûrxistin, koçkirin an dîtina çareyekê bo hemû sivîlan û bi taybet bo rojnamegeran û çalakanên ku bi salan jîyana xwe xistine metirsîyê de bo veguhestina rastîyê û bûyerên li ser erdê ji bo cîhanê.
  3. Hemû rêxistinên mafên microvan û bi taybet yên bi parastina rojnamegeran pêwendîdar in, her weha desteyên navdewletî mîna xaça sor ya navdewletî divabe demlidest ji bo dabînkirina parastinê bo hemû rojnameger û karmendên di warê rojnamegerîyê de, ji kaên leşkerî, girtin, îşkencekirin, revandin an binpêkirinên din ku rojnamegrên Sûrîyayî rastî wan tên; ku li gor rêxistinên navdewletî yên parastina rojnamegeran, ew devera herî metirsîdar e bo karê wan.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê