Daxuyaniya Çapemenî: Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad di derbarê destwerdana ‘Ceyşulslam/ Artêşa îslamê’ di gelek tawanan komek delîl û nîşananda digel Mekanîzmaya Navneteweyî, ya Bêalî, û Serbixwe ya Lêpirsîna Tawanên li Sûrîyê (IIIM) parve dike

Parîs, 23 Çilayê Pêşîn/ Berfanbara, 2020 – Daxuyaniya Çapemenî

Îro sibehê, Çarşemî, 23 Çilayê Pêşîn/ Berfanbara, 2020, Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandin û Derbirîna Azad (SCM) komek delîl û nîşanên dadrêsî li ser tevlêbûna ‘Ceyşilslam’ û hejmarek ji serkirdên wî di gelek tawanan da pêşkêşî tîmên berpirs yên Mekanîzmaya Navneteweyî, Bêalî, û Serbixwe (IIIM) kir, ku lêpirsîn û dûvdeçûn dike derbarê  tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê, li gor destnîşanên Yasaya navdewletî, ji aliyê kes û girûpên têkil dar di şerê Sûriya yê da ji Adara 2011an va.

Delîl û şopên tawanê 225 belgedank li xwe digre, ku pêk te ji belge, şehadeta dehan ziyandîtî û vedoyên taybet û wêne û zaniyarî ku hatin bi destxistin ji aliyê çend endamên girûpa navbirî ve yan ji kesên ku jê hatine veqetandin, her wiha nexşeya zîndanên û girtîgehan yên veşartî û yên aşkere, ku ji aliyê girûpê va dihatin bi rêve birin diyar dike, ku tevahiya van belgeyan diyar dikin ku girûpa navbirî tometbara di çend tawanên şer û tawanên li dijî mirovahî yê li Sûriya yê ji sala 2012 ta miha çaran ya sala 2018an.

Wiha jî, delîlên ku hatin parvekirin, bi zelalî diyardikin li ser tevlêbûna berpirsên ‘Ceyşuelslam’ di plansazkirinê da, dayîna fermanan, û pêkanîna van binpêkirinan da, ku li gor şîrovekirina zincîra fermandariya ya girûpê bi alîkariya gelek hevkarên ji nav fraksiyonê ve û hewildanên hejmarek vekêşan ji wê. ku 147 serokên berpirsiyarê binpêkirinên mafên mirovan ên giran ku tê wateya tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê bi zelalî hatine destnîşankirin, ku ev tawan li dijî civakên sivîl hatin, her wiha girtina bi zorê û revandin, û girtina keyîfî û eşkence kirin û kuştin ji dervê çarçoveya yasayê û hevkariya dorpêçkirina kesên sivîl û bi karanîna wan wekî mertalên zindî, yekdestdariya li ser tiştên xwarinê, û leşkerkirina zarokan.

Ev kar tê di çerçoveya hevkariya hevpar a bi IIIM-ê re ye da ku delîlan parve bike û dozan ava bike da ku li dijî kesên sûcdar di şerê Sûriyê da, û sepandina her sê peymanên hevkariya taybetî yên di navbera SCM û Mekanîzmayê da hatine îmzekirin, ku navend bi wan re dike ji bo parvekirina agahî û delîlan di derbarê gelek tawan û binpêkirinan da ji hêla aliyên ku tevlî şerê Sûriyê bûne ve, bi taybetî hêzên hikûmeta Sûriyê û çend girûpên girêdayî wan. SCM di heman demê de li 6 welatên Ewropî 12 giliyên dadrêsiyê şandiye û bersîva mekanîzmayên lêpirsîna navneteweyî û her weha zêdetirî 40 daxwazan daye ku delîlên ji yekîneyên tawanên şer li 7 welatan peyda bike.

Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandin û Derbirîna Azad (SCM) bang li welatên xwedî berjewend û bandor, bi taybetî hikûmeta Tirkîyê û welatên Ewropî dike, ku her tiştê pêdivî peyda bikin da ku şahidan bi tevahî biparêze û pêşî li tirsandina wan bigire, da ku pêvajoya lêpirsînê hêsan bike û hem jî ya bidestxistina delîlan, û ne ku bi gumanbarên li ser xaka wan re ne razî ne û wan radestî dezgehên dadwerî yên ku binpêkirinên li Sûriyê li gorî peymanên navneteweyî lêkolîn dikin bikin. Navend di heman demê de bang li wan dike ku di pergalên dadwerî yên xwe de bêtir cîh peyda bikin da ku kesên ku tevlî sûcên şer û tawanên dijî mirovahiyê li Sûriyê bûne werin sizadan.

Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandin û Derbirîna Azad (SCM) dê hewil timûtim bide ku delîlên pêwîst jibo mekanîzmayên lêpirsînê û dadgehan peyda bike û di navgîniya heyî da bixebite da ku doz û gilîyan li dijî hemî kiryarên tawanan li Sûrîyê ava bike, bi hevkarîya ziyandîtiyan , rêxistinên navneteweyî, û rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî ku kevirê bingehîn yê her gavên pêşerojê pêk tînin da ku rêyek ber bi dadweriya veguhêz ve li Sûriyê ava bikin ku berpirsiyariya hemî kiryarên tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê û mafên hemî qurbanan misoger dike.