Beyanname: Navenda Sûrîyayê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, kuştina rojnamevan Husên Xetab şermezar dike, û daxwaz dike tedbîrên xort bo parastina rojnamevanan bên kirin û zûbezû lêpirsîn li ser tawanê bê kirin

Roja Şemê 23 Çileyê pêşîn/ Berfanbara 2020, girûpek nenaskirî rojnamevan Husên Xetab gulebaran kirin li bajarokê Babê, di dema amadekrina wî ji raporekê ra li ser belavbûna nexweşiya Korona li deverê bo Televizyona TRTya zimanê erebî, ku dû kesên rûyê wan nixûmandî li navçeya goristana bajarokê Babê ew gulebarankirin.

Husên Xetab, sala 1983 ji dayêkbûye, li navçeya Sifîrê li gundewarê Helebê, xwendevanê kolîja Ragihandinê ye, bi çendîn ajansên ragihandinê yên navxowyî kar kir ji sala 2011an va, û ew wek peyamnêr di gel televyona TRT da kar dike, her wiha ew ji sala 2011 va rêveberê navenda Sifîrê ya Ragihandinê ye, û îndamê nivîsengeha birêvekar ya Yekîtiya Rojnamevanên Helebê ji Çileyê Paşîn/ Rêbendana 2020.

Li gor çend jîderan, Xetab berî niha çend caran rûberûyê hewldanên kuştinê bûbû, carekê bombek li berdem nivîsengeha wî li Babê teqe, û cara din gule li ser serî wî hati berdan daku bitirse, di dema amadekeriya raporekê di Îlon/ Rezbera rabhûrî da, li wargeha Terhîn li navçeya Heraqat, ku wî redkirbû yekek ji aliyên navxowyî wek rayedar wesidan bike. Û piştî herdû bûyeran wî gazindek pêşkêşî navenda awllehîyê li Qebasîn kir li dijî çend kesên binavkirî ku li wargehê niştecê ne, û bi sedema çi bersiv ji aliyên peywendîdar nedît wî cihê manebûna xwe guhert, ku li ser Facebookê belav kirbû.

Kuştina Xetab di dema karî wî da, tê ji encama ku deslatdariya ew deverên jê control Artêşa Niştimanî ya girêdayî bi artêşa Turkiya yê va çi karûbarên pêwîst bo parastina rojnamevenan nekir, ku ew gilhê ku Xetab pêşkêş kirbû çi guhdarî nedît ji aliyê deslatdariyên navxowyî, û tê zanîn ku Xetab di sala 2015 da ji aliyê Daîşê girtîbû, û gef ji aliyên din dît.

Digel karê zehemt di rewşa metrisîdar di heya opersiyonên leşkerî dam û bombebarankirinê da, rojnamevanên li Sûriyya yê rûberûyê rewşek ewlekarî dibin û rêgirtin li hember wan di dema kar da, ji aliyê tevahiya aliyên şer da, ku girtin û kûştin timûtim dûbaredibin.

Navenda Sûrîyayê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad daxwaz ji tevahiya aliyên şer û deslatdariyên heyî li hemû deverên Sûriyayê dike berpirsartiya xwe bikin di parstina kesên sivîl yên li deverên jêr kontrola wan û bitaybet çalakvan û rojnamevan, li gor Madeya 3an ya hevbeş di Peyamnameya Jinêvê da 1948, û li gor rêkeftinên navdewletî bo parstina azadiya karê rojnamevanan, û lêpirsîn li ser kesên tawanbar bên kirin û ew berpirsên ku gazindiyan piştguhê xwe dixin bên sizadan.