Sûrîya/ Dadmendî: Girtina Mezintirîn Efserên Ceyş Elîslam li Fransayê û tometbarkirina wî bi îşkencekirin û windakirina bi dare zorê û tawanên cengê.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê – SCM

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan – FIDH

Hevgirtina Fransizî ya Mafên Mirovan- LDH

 

Sûrîya/ Dadmendî: Girtina Mezintirîn Efserên Ceyş Elîslam li Fransayê û tometbarkirina wî bi îşkencekirin û windakirina bi dare zorê û tawanên cengê.

 

“Parîs, Roja Înê, 31ê Rêbendana 2020an”

 

Berdevkê fermî bi navê Ceyş Elîslam, Îslam Elûş, roja çarşemê 29-1-2020 hate girtin paşê îroj ji hêla yekîneya tawanan ya Dadgeha Parîsê, bi tawanên cengê û îşkencekirin û windakirina bi darê zor û destekdayîna di van tawanan de, hate tometbarkirin, wisa jî yekem lêpirsîn di tawanên komên çekdar yên ku bi awayekî sereke li Xûtaya Rojhilatî li Şamê belav dibûn, hate vekirin. Ceyş Elîslam (Artêşa Îslamê) bi kirina tawanên navdewletî yên sîstematîk li dijî sivîln li herêma wan ji sala 2013an heta sala 2018an hate tometbarkirin. Tê gumankirin ku grûpê parêzerên mafên mirovan Rezan Zeytûna û damezrênerê Komîteyên Hevrêzkarîyê yên Navxweyî LCC Wail Elhimadê revandine, girtine û îşkencekirine, li gel du hevkarên wan çalakvana siyasî Semîra Xelîl û parêzerê mafên mirovan Nazim Elhemadî, yên ku bi navê (Dûma 4) tên naskirin, ku ji ofîsa hevbeş a Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan (VDC) û ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk li Dûmayê, hatin revandin.

 

Di 26ê Hizêrana 2019an de, rêxistinên me gilî li Ceyş Elîslam kir, ji ber tawanên ku di salên di navbera 2013an û 2018an de bi cih anîne, ji wê çaxê me ve, em li gel 20 qurbanîyan û malbatên wan bûn, ji nav wan kesayetên ji malbatên (Dûma 4), li rastîyê û dadmendîyê digeri.

 

Piştî vî gilîyî, Îslam Elûş di 29ê Rêbendana 2020an de, li Mersîlîyayê hate girtin, paşê lîsteya tometan hate hildan, vê yekê rê li ber yekem lêpirsîn di tawanên komên çekdar de vekir. Mecsî Mustefa Neimê yê ku bi navê Îslam Elûş dihate naskirin, berdevkê fermî û yek ji mezintirîn berpirsên Ceyş Elîslam bû. Hejmara endamên grûpê gihaşte bêhtirî 20 hezar çekdarî û serdemeka metirsîda li herêmên ji derveyî kontrola hikûmetê bi rê ve birin, nemaze li Xûtaya Rojhilatî yak u Ceyş Elîslam ji sala 2013an heta 2018an dest danî ser, û di Nîsana 2018an de ji jêr kontrola wan derket.

 

“Di nava neh salan de, ev şer bû sedema mirina bi sed hezaran û melyonên qurbanîyan. Li gor van kesan, dadmendîya dabeşkerî û selektîv li gor armancên siyasî tuneye, an jî li ser girêdanên tawankerên tawanên navdewletî. Divabe dadgehkirin reva ji sezayê ji hemû alîyên tawankerên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê armanc bikin, ev garantîya bi tenê dikare aştîyeka domdar li Sûrîyayê bi cih bîne” Mazin Derwîş, Damezrêner û Birêveberê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê.

 

Li gor agahîyên SCM, FIDH û LDHê, Îslam Elûş di nava Hêzên Çekdar êm Sûrîyayî yên Hikûmî de bû, paşê bû yek ji mezintirîm efserê Ceyş Elîslamê û paşê bû berdevkê wê li gel serokê wê Zehran Elûş yê ku di sala 2011an de grûp ava kir û ma serokê wê heta 2015an dema ku di êrîşeka bombeyê de hate kuştin. Tê gotin ku Îslam Elûş di leşkerkirina zarok de tometbar e. gelek qurbanî wî bi awayekî yekser bi revandin û îşkencekirinê tometbar dikin.

 

Gilîyê ku di hizêrana 2019an de hate pêşkêşkirin piştî bêhtirî sê salan ji belgeyên SCM û FIDHê hat pêşkêşkirin der bare tawanên Ceyş Elîslam de, ev tomet li xwe girtin: Bidarvekirina bê dadgehkirin, revandin û îşkencekirina sîstematîk li dijî jin, zilam û zarokan. Grûpa (Ceyş Elîslam) kesên gumanên girêdana bi rêjîmê, sivîl jî di nav wan de, armanc kirin, her weha kesên ku şerîetê bi cih naînin an jî kesên bi ser olên din ve.

 

Li gor Michelle Tobyana, parêzer û serokê LDHê her weha Patrick Bodoyin, parêzr û serokê FIDHê: “hêjayî nîşankirinê ye ku hevkarîya di nav SCM, FIDH û LDHê de, bû sedema derxistina rayeyên girtinê yên navdewletî ji hêla dadwerên Fransiz ve di cotmeha 2018an de, li dijî sê berpirsên rêjîma Sûrîyayî: Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdiselam Mehmûd. Tometên kirina tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên cengê yên girêdayî veşartin û îşkencekirin û kuştina sivîlên xwedî du nasname bo wan hate spartin, mîna doza Mazin û Patrick Debax. Bav û law li ser destê efserên saloxgerîya asîmanî ya Sûrîyayî di mijdara 2013an de hatin girtin û li belfirxaneya Mezê ya leşkerî hatin girtin. Ubeyda Eldebax, SCM, FIDH û LDH doz di cotmeha 2016an de vekirin”.

“Tometbarkirina mezintirîn berpirsên Ceyş Elîslam piştî vekirina lêpirsînan li dijî endamên rêjîma Beşar Elesed û komên Îslamî yên radîkal mîna DAIŞ û Qaîde, qonaxeka nû a dadgehên Tawanên Navdewletî li Sûrîyayê ye, ji sala 2011an ve.” Michelle Tobyana, parêzer û serokê LDHê.

“Bê guman ev lêpirsîn dê ronahîyê biavêje ser binpêkirinên metirsîdar yên Ceyş Elîslam, her weha der bare windabûna parêzera bala û çalakvana mafên mirovan Rezan Zeytûna û hevjîn wê Wail Hemadî û her du hevkarên wan. Zelalî û nirxên dadmendîyê û pabendîya Rezan bi aştîyê, duruşma hêvîyên raperîna democrat a Sûrîyayî ya pêşwext e û miletê Sûrîyayî hêjayî naskirina arenûsa Rezan e.” Xanim Klîmons Betkart, parêzer û hevrêzkara grûpa dadgehkirinê ya FIDHê got.

 


 

Bo Têkildayîna Rojnamegerî:

FIDH:

Eva Canan / [email protected] / http://twitter.com/EvaCanan / +33 6 48 05 91 57

 

SCM:

[email protected] / +33 6 03 19 50 20