25ê Adarê, rûniştina gotina sezaya Mazin Derwîş û Hevkarên wî

Serokê Dadgeha Dozaên Terorê li Şamê, Dadwer Rîda Mûsa, doh biryar da ku di 25ê adarê de rûniştina gotina sezayê di doza girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de be. Kaxezeke anînê der heqê serokê navendê (Mazin Derwîş) de hate çêkirin, ji Zindana Hemayê ya Navendî, ber bi Zindana Humsê ya Navendî piştre ber bi Zindana Şamê ve. Her weha kaxezeke din der heqê Hanî Elzîtanî de hate çêkirin, ji Zinadana Siwêdayê ta Navendî bi bi Zindana Şamê ve da ku di dema destnîşankirî de wan bînin Dadgeha Tawanên Terorê ya li Şamê.

Damezrênerê Navendê Mazin Derwîş û her du hevkar Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr bi tometa “Belavkirina Karên Terorî” tên cezakirin, ew jî li gor madeya 8an a qanûna terorê ku piştî girtina wan bi neçarî hatibû derxistin; di nîsana 2012an de, tevî ku tomet û seza li gor lêborîna giştî ya 9ê hizêrana 2014an ji ser wan hatibû hilanîn. Ev rûniştina 7em e ji bo gotina sezayê di doza ku rastî bêhtirî heist carên derenkirinê hatiye.

“Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” cardin li ser giringîya serbestkirina demlidest û bê şert û merc a Mazin Derwîş û kesên pê re teqez dike, ji ber ku girtina wan a keyfî binpêkirineke ji mafên wan re weke welatîyên Sûrîyeyî her weha êrîşeke yekser e li ser makeqanûna Komara Erebî ya Sûrîyeyî ye. Ji alîyekî din ve binpêkirineke tund e bo Qanûna Navdewletî ya Mafên Mirovan û biryara NYyê ya 67/262 ya 15ê gulana 2013an her weha biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2139 ku di 22yê sibata 2014an de hate bicihanîn.

Em di “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” de dibînin ku biryara dadgehê ya 25ê adara 2015an nîşaneke rastîya hikûmeta Sûrîyeyî bo gihaştina çareserîyeke siyasî ya kêşeya Sûrîyeyî ye, di heman dema ku hikûmeta Sûrîyeyî xwe bi xweşkirina rewşa hejmareke zêde ji çekdaran mezin dike, ew di girtina kesên ku li dijî tundîyê û bikaranîna çekan rabûn berdewam e?!! di heman dema ku doza danûstendina di nav Sûrîyeyîyan de dike, ew di girtina navdartirîn çalakvanên sivîl ên mafnas;  xwedîyên nerîna niştimanî ya azad de berdewam e?!! di vê dema ku hikûmet dibêje ew li lihevhatina niştîmanî miqate ye, ew di girtina bingehên ewlehîya civakî de berdewam e?!!

Ya herî belî jî ku di heman dema ku Hikûmeta Sûrîyeyî li ser prensîpên serwerîya qanûn û dadmendîyê teqez dike, rojnamevan, çalakvanê sivîl ê aştîyane û berevanê mafên Mazin Derwîş li pêş dadgeha terorê dadgeh dike?!!