Tiştê ku divabe der barê navbeynkarên navxweyî de di şopandinên navdewletî de were naskirin

Bi rêya Jessica Cruz
gelek caran alîkarên herî giring di projeyên raporên navdewletî de ew in yên ku li paş perdeyê kar dikin: navbeynkar inJoshua Leonard  ku  hilberînerê televisionekê ye û derhênerîya programên ku li gelek dewletan tên çêkirin dike dibêje ku navbeynkar li hemû herêmên k utu wan nas nakî pir giring in. her weha Leonard dibêje ku eger ew li deverekê bin ku xelkên wê axêverên îngilîzîyê bin jî, ew xwe dispêrin navbeynkarekî da ku karê tîma wan hêsantir bibe.Navbeynkar tev ne weke hev in lê li ser asteke berfireh ew tev çavkanîyên zanyarîyên  navxweyî yên torên  ragihandinê, kompanîyên rêklaman û hin dezgehên din ên ku pêdivîya wan bi xizmetên locistîk hene, dibe ku carinan wergêr bin, carinan jî alîkarên hilberîneran bin li dewletên biyan.

“gelek kesên xwedî bakgrawindeke akadîmî li cem me hene, efserên berê, karmendên hikûmetê yan berê, hin kesên ku di warê pêwendîyan de kar kirine û gelek kesên din xwedî zanyarî û jêhatinên cûrbecûr ku hebûna wan alîkarîyeke mezin e” Mike Garode  dibêje, ew jî rêveberê cîhana navbeynkaran e ku ew bi xwe nivîsgeheke ku girêdanê li gel navbeynkaran li dora cîhanê çêdike, nuha jî 6500 endamên wê hene.

Hebîb Zehûrî navbeynkar û rojnamevanê Afganî dibêje ku divabe navbeynarê jî ne tenê zimanekî din zanibe, lê naskirina herêmê jî pir giring e, lê tiştê ku dihêle navbeynkar baş be, ew e tikilîyên wî yên berfireh.

Zehûrî dibêje, eger tu baş xelkê nas nekî tu nikarî pêdivîyên hevkaran bi cih bînî, bêhtirî 10,000 nûmareyên telefonan li cem min hene ku min di salên bûrî de dane hev, gelek caran ez têkilîyê li gel kesinan datînim ne ji bo ku ez wan bibînim, lê tenê da ku naskirininek di nav min û wan de çêbibe.

Zehûrî karê wergerandinê li gel toreke navdewletî ji ber pêdivîya darayî dest pê kir, paşê dît ku ev kar gelek derîyan jê re vedike, li gor ku dibêje, her weha berdewamîyê dide axaftina xwe “vê tecrûbeyê gelek derî ji min re vekirin, min cîhan, siyaset û buyerên li Afganistanê bi rêya wê nas kirin, min nizanîbû çi li welêt çêdibe, lê dema ku min dest bi rêwîtîya ji derveyî Kabolê kir, min nas kirk u xelk di rewşeke nexweş de dijîn û ceng li hemû deveran heye.”

Li herêmên şeran, navbeynkar rastî metirsîyên li ser jîyanê tên ji peyamnêrên navdewletî ên li wir bêhtir, ji lew re pirsa rêjeya berpirsyatîya rojnamevanan û torên nûçeyan derbarê parastina navbeynakaran ji bo şopandina çîrokekê, tê kirin.

Zehûrî dibêje ku dema ku rojnamevan tên van welatan divabe ew fişarê li ajokar û navbeynakaran ji bo dabînkirina pêdivîyan nekin, eger navbeynkar got ku ev tişt zehmet e, tê wateya ku jîyana wî dê bikeve metirsîyê de û divabe rojnamevan rêzê ji vê yekê re bigirin.

Pirsgirêkeke din a demdirêj heye ew e gelo navbeynkar mafên xwe distînin û nave wan li ser karê wan ê di çîrokê de tê gotin an na. Zehûrî dibêje “ez dibînim gerek e em bi awayekî fikrî jî werin rêzkirin, ji ber ku karê me ne tenê ji bo pereyan e.”

Ji derveyî herêmên şer, gelek kar ji navbeynkaran tên xwestin taybet dema ku ajansên nûçeyan ên cîhanî ber bi herêmên wan ve diçin da ku buyerên pir mezin bişopînin, weke tiştê ku di Olympiadên havîna 2016an ed li Brazîlê çêbû her weha di dema kûpa cîhanî ya footballê de sala 2014an.

Karen Betty yek ji xwedîyên  Bingeha Brazil a Medyayê ya ku navbeynkaran peyda dike û karê navgînên ragihandinê li Brazîlê hêsan dike dibêje ku her çendî binesazîya dewletekê metirsîdar be ew çendî xwestina alîkarîyê ji navbeynkan pêwîst dibe taybet li deverên neewle û yên ku miletên wan bi îngilîzîyê naaxivin.

Navbeynkar rastî zehmetîyan tên eger karên wan ne li cihê şeran be jî.

Betty dibêje ku divabe navbeynkar zanibe ku kar ne hêsan e ji ber saetên kar ên dirêj carinan tên xwestin û divabe ew ji bo rahiştina çenteyan, plankirina locistîk û danîstendina li gel rewşên awarte mîna nexweşîya rojnamevan weke mînak, amade bin.

Navbeynkarên ku dixwazin piştgirîyeke mezintir werbigirin, dikarin li HackPackê vegerin ku armanca wê ew e çêkirina girêdanê di nav navbeynkaran û karmendên wan ên taybet, siyaseteke wan a misogerîyê ya nû heye her weha rêberê ewlehîyê, ji navbeynkar û karmendên wan ên taybet tê xwestin ku ew li gel odeya xwe ya nûçeyan li wan vegerin berî ku erkên wan were pejirandin.

Wêneya sereke rêdan stendiye bi rêya Flickerê ji alîyê Chris Beckett

Jêder: Tora Rojnamevanên Navdewletî