Lîstokin ku li ser destan hatine çêkirin, çîrokên bajarê ku ji ber cengê talan bûye dibêjin

Malbateke ji Beyrûtê li gel koçberan kar dike da ku çîrokên hin welatîyên Sûrîyeyî bûne qurbanîya şer bi rêya lîstokên bi nave wan, bibêjin

Amadekirin: Dana Silêman, Rîma Şerî û Husam Herîrî li Beyrûta Libnanê.

Di avahîyeke piçûk ên kampa şatîlayê ya koçberan de, koçbera Sûrîyeyî ya 56 salî, Emîna, pûlên masîyan li ser parçeyekî ji pembo neqiş dike.

Tenê dîwarek ji çementoyê di nav wê û qerebalixa kampa koçberên Filestînî de ye ku ev kamp ji berî dehên salan li başûrê Beyrûtê hatiye avakirin û ji destpêka şerê Sûrîyeyî de sala 2011an, pêleke nû ya koçberên Sûrîyeyî gihaye vê kampê.

Emîna got “ez masîyan li ser parçe neqiş dikim, ew jî nîşana xewna malbatekê ya  rêwîtîyê ye.. keçeke wan a piçûk heye ku ji rê ditirse .. çima? Çi ku ew ditirse ku binav bibe û masî wê bixwin.”

Di nîsana sala bûrî de, malbata Mûselîyê ku ji bavekî Libnanî, Dayikeke Sûrîyeyî û her du keçên wan Maryan û Mlêna pêk tê, biryar de ku çîrok û xewnên dayikên Sûrîyeyî li Helaba ku ji ber cengê talan bûye, bigihînin tevahîya cîhanê.

“lîstok bi nave xwedîyê çîokê ye”

Bi rêya merivekî wan ku li Sûrîyeyê ye, ev malbat; çîrokên hin Sûrîyeyîn normal berhev dikin, dikine nexşe û jinin Sûrîyeyî wan li ser lîstokine pemboyî dineqişînin.

Maryan rahiştiye lîstokekê û dibêje: “her lîstokek bi nave xwedîyê çîroka xwe ye. Ev Qedriya ji Helebê ye, kurê wê Hesen dixwaze xanîyê xwe ji nû ve li gund ava bike; me jî xewna wî bi rêya neqşên xwe bi cih anî.”

Armanca vê projeya ku bi nave Grûpa Ena ye (Ez), ew e dermankirina êş û kelemên Sûrîyeyîyên ku hê jî di hundirê bajarê ku ji ber cengê talan bûye de dijîn, bi rêya hunerê.

Emîna; koçbereke Sûrîyeyî ya 56 salî ye, lîstokan li Kampa Şatîlayê ya Libnanê çêdike.

Maaryan dibêjie ku vê projeyê karîbû kêrhatinên gelek kesan diyar bibin.

Di şiroveyê de dibêje: “dîmenên ku em îroj di television de dibînin; tenê behsa cengê dikin, gelek caran em hebûna mirovên xwedî çîrok di nav wê cengê de jibîr dikin. Ev nayê wateya ku ew kes paşguhkirî ne, lê ceng ji mirovan mezintir e.”

Proje; li ser her du grûpên “ji hundirê Helebê” û “Betlane”yê kar dike, ku di nav van grûpan de zarokên Helebê, hêvîyên xwe yên Cejna Zayînê (Christmas)ê anîn ziman. Nuha jî; karê grûpa “çîrokine ji Biqaaê” tê kirin ku behsa çîrok û xewnên hin koçberên ku li Biqaa rojhilatî Libnanê dijîn, dike.

Maryan got: “Malbat van lîstokan ji zarokên xwe re dikirin. Dema ku zarokek radihêje lîstokekê bi nave Hemîda û malbata wî jê re dibêje: ‘temenê Hemîda weke yê te ye û dixwaze vegere mala xwe û bi hevalên xwe re bilîze’ ev yek alîkarîyê dike ku ev zarok bêhtir karibin bi hev re bidin û bistînin.”

Zarokeke Nûhatî li rex lîstokên Emînayê radikeve. UNHCR/Houssam Hariri

Bêhtirî melyonek koçberên Sûrîyeyî nuha li Libnanê qeydkirî ne ku ji nav her pên welatîyên Libnanî, Sûrîyeyîyek heye. Ji lewra rêjeya herî mezin ji koçberan di cîhanê de, li Libnanê ye.

Ji bilî balkişandina ser qurbanîyên jibîrkirî di vê cenga ku ev şeş salên wê li welêt berdewam dike, vê projeyê karîbû “xelekeke bikêrkirinê” li gor gotinên Maryanê, biafirîne.

“xelk dizanin dema ew lîstoka Selmayê dikirin, ew alîkarîya Selmaya li Sûrîyeyê dikin, her weha ew sûd ji pereyên wan digire, bandora vê yekê jî li wan dibe.”

“ev proje dihêle ku koçber xwe bi xwe alîkarîya koçber û penaberên di hundirê Sûrîyeyê de bikin”

Nirxê lîstokê di nav 25 û 65US$ e. Ev nirx jî piştî rahiştina nirxê karê 80 jinên ku li Libnanê di neqişkirina wan de kar dikin, bo dayik û zarokên xwedîyên çîrokê tê şandin. Her weha Maryan dibêje: “ev proje dihêle ku koçber xwe bi xwe alîkarîya koçber û penaberên di hundirê Sûrîyeyê de bikin

Hin lîstokên ku Emînayê çêkirine © UNHCR/Houssam Hariri

Koçberên Sûrîyeyî mîna Emînayê dîtin ku ev proje karên wan bi pêş dixe. Emîna got: “ev karekî nû ye, min jinbiraya xwe û keça wî jî fêrî wê kirin û ew nuha vî karî li mala xwe dikin.”

Ji çaxa ku vê projeyê dest pê kiriye ta nuha, 1,500 lîstokên 48 çîrokan li Libnan, Kiwêt, Frensa û Awusralyayê hatine firotin. Li ser her çîrokekê jî kaxezek heye ku Maryan dibêje ew bi nave hemû dayikên Sûrîyeyî li ser pêkanîna wê kar dikin, nivîs jî ev e “xewnên zarokên min biparêze”.

Jêder: UNHCR