Derxistina rapora salane ya “Serwerîya Dadgehî ya Cîhanî” ya sala 2019an (UJAR Report) der barê doza Sûrîyayî de

Di roja 21ê adara 2019an de li fakulteya mafnasîyê ya zanîngeha Amesterdamê rûnişteneke danûstendinê bo derxistina rapora salane ya “Serwerîya Dadgehî ya Cîhanî” ya sala 2019an li dar ket ku balê dikişîne ser zêdebûyîna bikaranîna serwerîya dadgehî ya cîhanî UJAR bi awayekî berçav li seranserî cîhanî ji bo garantîkirina sezakirina tawankeran û bidestxistina dadmendîyê bo qurbanîyên tawanên navdewletî yên metirsîdar di sala 2018an de, ku dadgehên niştîmanî li 149 gumanbarên tawanên cengê û îşkencekirinê li 15 dewletan li seranserî cîhanê nerîn, her weha diyar kir ku serwerîya dadgehî ya cîhanî dikare valahîya cezakirinê ya ku dadgehên navdewletî nikarin bi tena xwe dagirin, dagire li gel vekirina rêyê bo desteyên dozvekirinê yên niştîmanî bo cezakirina kesên berpirs di ber tawanên metirsîdar de mîna tawanên îşkencekirinê, yên cengê û yên li dijî mirovahîyê.

Rûniştinê bal kişande ser astengîyên ku rastî xwedîyên berjewendîyan tên dema ku dozên pisporîya cîhanî pêşkêş dikin û danûstendina ji nêz ve diyar kir çawa serwerîya dadgehî ya cîhanî ji bo dijatîya bêcezakirinê di tawanên navdewletî de yên li Sûrîyayê tê bikaranîn.

Rûniştin bi hazirîya Christian Richer; dozgerê giştî yê Alman yê pispor bi tawanên cengê bib rê ve çû ku ji alîyê xwe ve got “ji ber ev tawan navdewletî ne, divabe peyker û dozgerê giştî baş ser wan bihizirin” her weha ji peyker û dozgerên giştî re got “nabe hun li ber sînorên welatên xwe bisekinin” her weha teqez kir ku hevkarîya qanûnî  ji bo bidestxistina encaman giring e, Mazin Derwîş; Birêveberê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê jî hazir bû û behsa giringîya serwerîya dadgehî ya cîhanî weke rêyeke doozvekirina li tawankeran kir her weha li ser “Giringîya çesipandina dadmendîyê ji bo Sûrîyayê û pêşeroja wê li gel ku dadmendîya rast dê li dadgehên niştîmanî” teqez kir her weha “ giringîya dijatîya bêcezakirinê weke bingeheke bidestxistina aştîyê li Sûrîyayê.”

Rêxistinên beşdar di rûnoştinê de:

Trial International

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan FIDH

REDRESS

the Nuhanovic Foundation

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM