7 Wezîrên Sûrîyayî di Nav Lîsteya Cezayên Yekîtîya Ewropayî de ne

 

Yekîtîya Ewropayî îroj 7 wezîrên tev li lîsteya cezayên Sûrîyayî kirin:

Wezîrê Hundirîn: Lîwa Mihemed Xalid Elrehmon.

Wezîrê Geştyarîyê: Mihemed Ramî Ridwam Mertînî.

Wezîrê Fêrkirin:  Îmad Miwefeq Elezeb.

Wezîrê Xwendina Bilind: Besam Beşîr Îbrahîm.

Wezîrê Karên Giştî û Niştekirinê yê Sûrîyayî : Suhêl Mihemed Ebdiletîf.

Wezîrê Pêwendîyê û Teknîkê: Iyad Mihemed Elxetîb.

Wezîrê Çaksazîyê: Mihemed Maen Zênelabdîn Cezbe.

 

Ev nav tev li lîsteya cezayên Ewropayî bûye û 277 kesan û 72 alîyan armanc digire ji ber ku di ber tundîya li dijî sivîlan de berpirsyar bûn, ev ceza qedexeya rêwîtîyê, sekinandina bazirganîyê û pereyên di Benka Navendî ya Sûrîyayî di nava Yekîtîya Ewropayî de li xwe digire, li gel bendên li ser derxistina çek û alavên ku di çewsandina hundirîn de tên bikaranîn, her weha bendên li ser alavên teknolocî yên ku di çavdêrîya înternêtê û telefonan de tên bikaranîn.

 

Cezayên girêdayî rewşa Sûrîyayê ji 1ê rêbendana 2011an de tên bicihanî û salane lêvegerek bo wan heye û heta hizêrana vê salê de dê di lêvegerê de be.

“Encumen dê her û her li cezayan vegere heta ku çewsandin li Sûrîyayê hebe”

“Yekîtîya Ewropayî hîn bi dîtina çareyeke domdar bo şerê Sûrîyayî li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2245 û daxuyanîya Cinêvê ya 2012an, pabend e.”

 

Li gor rûpela fermî ya Yekîtîya Ewropayî.