Ji alîyê Kongirê giştî yê Rêxistina Perwerde, Zanist û çandê ya Netewên Yekbûyî di gera xwe ya bîstan de, di roja 28ê mijdara 1978an de hatiye derxistin.
Dîbaçe
Kongirê giştî bibîr tîne ku UNISCO li gor belgenameya xwe ya damezrandinê “beşdarîya di parastina aştîyê û ewlehîyê de, û karê li ser belgekirina hevkarîya di nav neteweyan de bi rêya perwerde, fêrkirin û çandê da ku hemû kes rêzdarîyê ji dadmendî, qanûn û mafên mirovan û azadîyên sereke re bigirin” (beşê 1em ji madeya 1ê) armanc dike, û ji bo vê daxwazê, rêxistin dê “azadîya gihandina bo hiziran bi rêya gotin û wêneyên hêsan bike” (beşê 2yem ji madeya 1ê)
Her weha bibîr tîne ku belgenameya damezrandinê dibêje ku divabe welatên endamên UNISCOyê “ji ber ku bawerîya wan bi pêwîstîya peydakirina derfetine fêrkirinê bo hemû xelkê û naskirina rastîya herî zelal bêyî hebûna sînoran û azadîya hizirîn û naskirinê tê, ew li ser geşkirina awayên danûstendina di nav gelan de rijd in da ku bi giranî li ser şêwejîyana van gelan were rawestandin.”
(beşê şeşan ji dîbaçeyê)
Meqsed û prênsîpên Netewyên Yekbûyî li gor belgenameya wê bibîr tîne,
Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan ya ku Komeleya Giştî ya NYyê di sala 1948an xwe spartbû wê, bi taybet madeya wê ya 19an bibîr tîne, ku di vê madeyê de hatiye gotin “ji mafê her kesî ye ku azad be di nerîn û derbirîna xwe de, ev maf lixwegirtina nerînan bêyî astangkirinê û naskirina nûçe û ramanan û veguhestina wan jî bi çi awayî be û bêyî û bêyî sînorkirin” her weha peymana navdewletî jî ya mafên sivîl û siyasî ya ku komeleya giştî ya NYyê di sala 1966an de xwe spartbû wê bibîr tîne ku heman prênsîpan di madeya xwe ya 19an de dibêje û di madeya 20an de sorkirina ser ceng, nijadperestî û şerê olî û hemû cûreyên dijatî û tundîyê şermezar dike.
Madeya 4an ji lihevkirina navdewletî ya tunekirina hemû cureyên cudakirina nijadî ku Komeleya giştî ya NYyê di 1965an xwe spartbû wê û lihevkirina navdewletî ya çewisandina tawana cudakirina nijadî û cezakirina li ser wê ku Komeleya Giştî ya NYyê di 1973yan de xwe spartbû wê, bibîr tîne, ku di van lihevkirinan de dewletên endam soza stendina tedbîran bo tunekirina cudakirina nijadî stendibûn û biryara nepiştgirîya tawanê û siyasetên nêzîkê wê dabûn.
Ragihandina girêdayî çesipandina têgînên aştî, rêzgirtin û hevtêgihaştina di nav gelan de li nav ciwanan ku Komeleya Giştî ya NYyê di 1965an de xwe spatibû wê bibîr tîne.
Ragihandin û biryarên ku gelek desteyên NYyê der barê avakirina rêjîmeke abûrî ya navdewletî ya nû de û rola ku dê were spartin bo UNISCOyê di vî warî de, xwe spartibûn wê, bibîr tîne.
Ragihandina prênsîpên hevkarîya çandî ya navdewletî ku kongirê giştî yê UNISCOyê di 1966an de xwe spartibû wê bibîr tîne.
Biryara 59 (I) ku Komeleya Giştî ya NYyê di 1946an de xwe spartibû wê bibîr tîne ku tê de ragihandibû “Azadîya veguhestina agahîyan yek ji mafên mirovan ên sereke ye, ew e pîvana hemû azadîyên ku NYyê ji bo wan kar dike pê tê pîvan … yek ji elementên ku azadîya ragihandinê bê wê nabe ew e peydabûna xwestekê û bikaranîna wê bi awatekî rast û yek ji rêzikên wê yên sereke jî pabendîya exlaqî bi şopandina buyeran bêyî sextekirin û bi nêteke paqij…”,
Biryara 110 (I1) ku Komeleya Giştî ya NYyê di 1947an de xwe spartibû wê bibîr tîne ku di vê biryarê de hemû awayên propagandayê yên ku arandin an handanê didin an dibe ku bidin gefxwarin, binpêkirina aştîyê an karekî tundîyê, hatine şermezarkirin.
biryara 127 (I1) ya ku di sala 1947an de Komeleya giştî ya NYyê xwe spartibû wê ku doza dewletên endam dike ku di çarçoveya sîorên xwe yên destûrî de dijatîya nûçeyên sextet bikin ku bi sedema wan têkilîyên di nav dewletan de têne xirbkirin her weha doza biryarine din ku Komeleya Giştî der barê dezgehên ragihandinê û rola wan di piştgirîya aştî, bawerî û têkilîyên dostanîyê yên navdewletî.
Her weha biryara 9.12 ya ku kongirên UNISCOyê yê giştî di sala 1968an xwe spartibû wê bibîr tîne ku tê de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku yek ji armancên UNISCOyê hilanîna koloniyalîsm û nijadperestîyê ye, û biryara 12.1 ya ku di slaa 1976an de xwe spatibû wê ku tê de dûrbûna di nav koloniyalîsm, koloniyalîsam nû û nijadperestîyê bi hemû rengên xwe ji armanên UNISCOyê tê diyarkirin,
Biryara 4.301 ku kongirê UNISCOyê yê giştî di sala 1970 de xwe spartibû wê bibîr tîne û ev biryar behsa rola dezgehên ragihandinê di bihêzkirina hevtêgihaştin, hevkarîya li ser asteke navdewletî, xizmeta aştîyê û di dijatîya propagandaya ku ji cengê, nijadperestî û nefretkirina di nav gelan de alîgir e, dike, ji ber ku dezgehên ragihandinê dikarin xwedî rol bin di pêkanîna van armancan de,
Biryara taybet bi nijadî û layangirîya nijadî ya ku kongirê giştî yê UNISCOyê di gera xwe ya 20an de xwe spartibû wê, bibîr tîne.
Her weha pirsgirêkên ku bi sedeme agahîyan di civaka nû di diqewimin nas dike û pirbûna çareserîyên wan jî, wekî ku di xwendinên UNISCOyê de û di daxwaza rast de ya ku hemû alîyên pêwendîdar ragihandin ku nerînên wan û nasnameya wan ya çandî ber çav werin girtin, diyar bû.
û nas dike ku dewletên têne avakirin çaverêyî avakirinina pergaleke cîhanî ya nû ne ku karibe di warê ragihandin û pêwendîyê de bibandor be.
Di roja bîst û heştê mijdara 1978an de, ev ragihandina der barê prensîpên taybet ên beşdarîya dezgehên ragihandinê di piştgirîya aştîyê, lihevkirina navdewletî, bihêzkirina mafên mirovan, dijatîya nijadperestîyê, cudakirina nijadî û arandina li ser cengê de, tê derxistin.
Madeya 1ê
Pêwîstîya piştgirîya aştî û hevtêgihaştina navdewletî, bihêzkirina mafên mirovan, dijatîya nijadperestîyê, cudakirina nijadî û arandina li ser cengê, bi belavbûneke azad, berfireh û hevseng ji agahîyan re heye. Ji dezgehên ragihandinê tê xwestin ku ew di vî warî de xwedî rol bin û her çendî ragihandin karibe hemû alîyên mijarê rave bike, ew çendî beşdarîya roldar e.
Madeya 2yan
- Bikaranîna azadîya nerînan, derbirînê û ragihandinê weke beşekî ku ji mafên mirovan û azadîyên sereke nayê parçekirin, hêmaneke bingehîn e di piştgirîya aştîyê û hevtêgihaştina navdewletî de.
- Divabe gihandina agahîyan bo cemaweran bi rêya rengînîya dezgehên ragihandinê were garantîkirin, da ku di encamê de har mirovek karibe ji rastîya buyeran teqez bibe û nerîneke xwe ya alînegir der barê buyeran çêbike. Ji lew re divabe rojnameger azad bin û gihaştina agahîyan bo wan hêsan be. Her weha divabe dezgehên ragihandinê karibin li gor hêvîyên gel bin da ku gel jî bi wan re be di avakirina ragihandinê de.
- Ji bo piştgirîya aştîyê û hevtêgihaştina navdewletî, bihêzkirina mafên mirovan, dijatîya nijadperestîyê, cudakirina nijadî û arandina li ser cengê, divabe dezgehên ragihandinê li hemû alîyên cîhanê bi erkê xwe di bihêzkirina mafên mirovan rabin bi taybet bi rêya belavkirina dengê gelên bindest ên ku li dijî kolonyalîzm, kolonyalîzma nû, dagîrkerê biyan û hemû cureyên cudakirina nijadî li ber xwe didin yên nikarin bihêlin ku dengê wan were guhdarkirin.
- Da ku dezgehên ragihandinê bikaribin di warekî praktîk de madeyên vê ragihandinê biçesipînin, divabe rojnamevan û hemû kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin çi li welatê xwe bin an li derveyî welat bin, parastî bin da ku karibin karê xwe di rewşeke xweş de bikin.
Madeya 3yan
- Divabe dezgehên ragihandinê di mijarên piştgirîya aştîyê û hevtêgihaştina navdewletî, bihêzkirina mafên mirovan, dijatîya nijadperestîyê, cudakirina nijadî û arandina li ser cengê xwedî roleke balkêş bin.
- Di liberxwedana dijî nijadperstî û cudakirina nijadî de û binpêkirinên din ên mafên mirovan de, yên ku hin sedemên wan yekalîbûn û nezanî ne, dezgehên ragihandinê dikarin –bi rêya belavkirina agahîyan der barê daxwazên hemû gelan û çanda wan de- nezanîyê û netêgihaştina di nav gelan de ji hole hilînin her weha dikarin welatîyan bi pêdivîyên welatên din agahdar bikin, rêzgirtina maf û rûmeta hemû netewe, gel û kesan bêyî cudakirina ji ber zayend, nijad, ziman, ol an nasnameyê peyda bikin û bale bikişînin ser pirsgirêkên mirovahîyê yên mezin mîna nexweşîyan û birçîbûnan. Wisa, dikarin dewletan bo danîna siyasetên ku nearamîya navdewletî kêm dikin û nakokîyên navdewletî bi awayekî dadmend û aştîyane çareser dikin, han bidin.
Madeya 4an
Roleke dezgehên ragihandinê ya sereke di perwerdekirina ciwanan de heye, ku ew dikarin rihê aştî, dadmendî, azadî, rêzgirtin û hevtêgihaştinê di wan de biçîne da ku mafên mirovan, wekhevîya di nav hemû mirov û neteweyan û pêşketina abûrî û civakî werin çesipandin. Her weha roleke wê ya giring di pênasekirina nerînên nifşên nû de heye.
Madeya 5an
Da ku azadîya derbirînê, nerînan û ragihandinê were rêzgirtin, û da ku ragihandin hemû nerînan bigihîne, gerek e nerînên wan kesên dibînin ku belavkirina agahîyên der barê wan bi awayekî eşkere, ziyan gihandine karê wan di piştgirîya aştîyê, hevtêgihaştina navdewletî û mafên mirovan de an di warê dijatîya nijadperestîyê, cudakirina nijadî û arandina ser cengê de, werin belavkirin.
Madeya 6an
Peydakirina hevsengîyeke nû di warê veguhestina agahîyan de; dê ji bo avakirina aştîyeke dadmend û domdar û pêkanîna serxwebûna abûrî û siyasî ya welatên ku di pêşketinê de ne, alîkar be, û pêdivî vê yekê bi sererastkirina wê cudahîya di nav agahîyên wan welatan de û di nav wan de heye. Ji bo bicihanîna vê yekê, pêwîst e ku rewşa dezgehên ragihandinê li van welatan alîkar be da karibin bi dezgehên ragihandinê re yên welatên pêşketî re pêwendîdar bin û piştgirîyê ji wan bistînin.
Madeya 7an
Dema ku dezgehên ragihandinê agahîyên girêdayî armanc û prênsîpên pejirandî di cîhanê de yên ku bixwe bingeha biryarên ku desteyên NYyê xwe spartiye wan, belav dike, ew roleke giring di piştgirîya aştîyê, hevtêgihaştina navdewletî, bihêzkirina mafên mirovan û avakirina sîstemeke abûrî navdewletî dadmend û hevseng de, dilîze.
Madeya 8an
Divabe rêxistinên profêsyonal û kesên ku rahênaneke profêsyonal bo rojamevanan, kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin û alîkarên wan, rihê berpirsyrîtîyê li cem wan hebe û karibin prênsîpên di vê ragihandinê de di dema danîna rêzikên reftarên profêsyonal de berçav bistînin û bicihanîna wan jî garantî bikin.
Madeya 9an
Li gor vê ragihandinê, ji civaka navdewletî tê xwestin ku xwedî rol be di xweşkirina rewşa veguhestina agahîyan bi azadî, belavkirina wan bi awayekî berfireh û hevseng û peydakirina rewşa ku rojnamevanan û kesên ku di ragihandinê de kar dikin di dema karê wan de diparêze. UNISCO jî amade ye ku di vî warî de alîkar be.
Madeya 10an
- Li gel berçavgirtina hukmên destûrî yên ku garantîkirina azadîya rojnamegerîyê armanc dikin û li gel belge û lihevkirinên navdewletî yên ku pêkanîna wan erk e, divabe di hemû cîhanî rewş ji bo deste û kesên ku belavkirina agahîyan karê wan e, alîkar be, da ku karibin di encamê de armancên vê ragihandinê bi cih bînin.
- Divabe veguhestina azad a agahîyan û belavkirina wan ser asteke berfireh û bi awayekî hevseng, were piştgirîkirin.
- Ji bo vê armancê, gerk e dewletên ku bu pêş dikevin rê li ber dezgehên xwe yên ragihandinê veke, rewşa wan xweş bike û alîkarî û piştgirîyê ji wan re pêşkêş bike û piştgirîya hevkarîya di nav wan û dezgehên ragihandinê yên dewletên pêşketî de bike.
- Gerek e bedêlkirina agahîyan di nav dewletan de were geşkirin û handan, bi taybet di nav dewletên xwedî sîstemên civakî û abûrî yên cuda de, ev yek jî li ser bingeha wehevîya di mafan de, qezencgrtina her du alîyan û rêzgirtina rengînîya çandî ya ku bixwe mîrateya mirovahîyê ye.
Madeya 11an
Da ku ev ragihandin bi awayekî têkûz roldar be, divabe di çarçoveya rêzgirtina zaronan û hukmên îdarî û pabendîyên din ên dewletên endam de, rewşeke alîkar bi çalakîyên dezgehên ragihandinê re peyda be, ev yek jî li gor madeyên Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û prênsîpên Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî ku Komeleya Giştî ya NYyê di 1966an de xwe spartibû wê.