Reporterê taybet ya NYyê der barê azadîya nerîn û derbirînê û nûnerê azadîya ragihandinê di rêxistina ewlekarî û hevkarîyê li Ewropayê û reporterê taybet der barê azadîya derbirînê di rêxistina dewletên Americayî de û reporterê taybet der barê azadîya derbirînê û peydakirina agahîyan bo komîteya Afrîqayî ya mafê mirov û gelan.
Piştî civata 13 îlona 2011an li Parîsê û civata 4ê gulana 2012an li Tûnisê û piştî giftûgokirina van doza bi awayekî hevbeş li gel alîkarîyekê ji rêxistina benda 19an, kampanîya cîhanî bo azadîya derbirînê û navenda qnûn û demoqrasîyê, ragihandinên me yên hevbeş ku di 26ê mijdara 1999an, 30 mijdara 2000î, 20ê mijdara 2001ê, 10ê berfanbara 2002yan, 18ê berfanbara 2003yan, 6ê berfanbara 2004an, 21ê berfanbara 2005an, 19ê berfanbara 2006an, 12ê berfanbara 2007an, 10ê berfanbara 2008an, 15ê gulana 2009an, 3yê sibata 2010an û 1ê hizêrana 2011an, bibîrtînin û teqez dikin.
Her weha li ser giringîya azadîya derbirînê weke mafekî û alaveke sereke di berevanîya di ber hemû mafan de û weke hêmaneke sereke di demoqrasîyê de, teqez dikin.
Em nerazîbûna xwe der barê asta nepijartî ji buyerên tundîyê û tawanên din ên ku li dijî azadîya derbirînê têne bicihanîn, ji nav wan jî kuştin, geflêxwarin, revandin, revandina dîlan, girtina ketober, dozlêvekirin, zindankirin, îşkencekirin, reftarên nemirovî, destdirêjkirin, tirsandin û wêrankirina samanan û balê dikşînin ser bandora bikaranîna tundîyê li dijî kesên ku mafê xwe yê azadîya derbirînê bikartînin ji nav wan jî rojnamevan û kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin her weha berevankerên mafên mirovan, ku ev yek dibe sedema sekinandina gihaştina agahî û ramanan di civakê de (çavdêrî bi rêya kuştinê), ji lew re ev yek weke êrîşekê tê hesibandin ne tenê êrîşeke li dijî qurbanîyan lê li dijî azadîya derbirînê û mafê her kesî di xwestin û wergirtina agahî û ramanan e;
Nerehetîya xwe jî derbarê wan rikberî û metirsîyên ku jin, di dema bikaranîna mafê xwe di azadîya derbirînê de nîşan dide, rastî wan tê, û tawanên tirsandinê yên girêdayî celeba civakî ji nav wan jî destdirêjîya cinsî û geflêxwarinê şermezar dikin;
Em baş rola kesên ku di warê mafên mirovan, tawanên birêxistî û hemû rengên metirsîdar yên reftarên qanûnî de dixebitin, di civakê de nas dikin. Ji nav wan kesan jî rojnamevan û kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin û berevankerên mafên mirovan û rastîya metirsîyên ku ew di karên xwe de rastî wan tên diyar e ji lew re pêdivîya wan bi parastineke taybet heye.
Em parastina kesên ku van tawanên li dijî azadîya derbirînê dikin, şermezar dikin ji ber ku ev yek di encamê de bûye sedema peydabûna vê asta nepijartî ji tawanên ku tawankarên wan nayên dadgehkirin, ev yek parastinê ji tawankaran re peyda dike û dibe sedema zêdebûna van tawanan.
Em nîşan dikin ku vekirina lêpirsînên serbixwe, bilez û xwedî bandor û dozlêvekirina di tometên girêdayî azadîya derbirînê de, ji bo çareserkirina dozên parastinê û garantîkirina rêzdarîya ji qanûnê re, giring in.
Her weha li ser vê rastîyê teqez dikin ku eger tawanên li dijî azadîya derbirînê ji alîyê dewletê hatin pêk anîn, dê binpêkirineke pir giran be der mafê azadîya derbirînê û mafê peydakirina agahîyan de, lê erkeke li ser milên dewletan dema ku alîyine ji derveyî dewletê tawanan li dijî azadîya derbirînê bikin ku karên parastin û çareserkirinê ber çav bistîne, ji ber ku ev yek beşeke ji erkê wê di parastin û piştgirîya mafên mirovan de ye.
Em sedemên van tawanên li dijî azadîya derbirînên yên sereke nas dikin, weke bilindbûna asta xirabbûnê û/an tawanên birêxistî û hebûna şerên çekdarî û nerêzdarîya ji qanûnê re her weha lawazîya helwestên kesên ku lêpirsînan di vî warî de çêdikin ;
Em pîvanên navdewletî yên têkildarî vî mijarî baş dizanin, ji nav wan jî ragihandina cîhanî ya mfê mirovan û peymana navdewletî ya mafên civil û siyasî û rêkeftinên Cinêvê yên sala 1949an û protokolên girêdayî wan û rêkeftina navdewletî bo parastina hemû kesan ji windakirina neçar û biryara encumena ewlekarîyê ya girêdayî NYyê (1738) sala 2006an û biryara encumena mafên mirovan ya girêdayî NYyê 12/16 ya girêdayî azadîya nerîn û derbirînê û ragihandina UNISCOyê (Ragihandina Mêdlinê)2007an û biryara UNISCOyê ya sala 2010an der barê parastina rojnamevanan û doza parastinê.
Em li “Bort OF Spîn” parêzgeha Trînîdad û Tobacoyê di 25ê Hizêrana 2012an de, vê ragihandina hevbeş ya der barê tawanên li dijî azadîya derbirînê li xwe digirin:
Rêgezên giştî:
- Divabe berpirsên dewletê bi eşkeretî û zelalî êrîşên bi armanca hilanîna tolê der heqê azadîya derbirînê şermezar bikin, her weha çi daxuyanîyên ku dibin sedema zêdekirina metirsîyê li ser kesên ku bi azadî ramanên xwe derdibirin werin qedexekirin.
- Divabe dewlet di pergalên xwe yên qanûnî de nîşan bikin ku çi tawanên li dijî azadîya derbirînê çêdibin, tawanine metirsîdar in ji ber ku ew bi awayekî yekser êrîşî hemû mafên din jî dike.
Li gor tiştên ku li jor hatine nivîsîn, divabe dewlet:
- danîna regezine taybet bo parastina kesên ku armanckirina ji ber azadîya derbirînê tiştekî pêşbînîkirî ye bi taybet ji be rev pirsgirêk gelek dûbare dibe.
- Garantîkitrina peydabûna lêpirsînine serbixwe, bilez û xwedî bandor bo tawanên li dijî azadîya derbirînên, her weha dadgehkirina tawankaran.
- Garantîkirina peydabûna mafên qurbanîyên tawanên li dijî azadîya derbirînê.
- Di çaxa şerê çekdarî de, divabe deletên pêwendîdar rêzdarîya xwe ji pîvanên ku di benda 79an de ji protokola yekemîn ya lihevkirina Cinêva 1977an de nîşan bidin ku tê de hatiye gotin, mafê rojnamevanan e ku ew weke sivîlan werin parastin bi şertê ku ew tu karine xwedî bandoreke neyînî li ser rewşa wan nekin.
Pabendîya bi parastinê:
Divabe dewlet li ser qedexekirina pêkanîna tawanên li dijî azadîya derbirînê kar bike, bi taybet dema ku metirsîya çêbûna van tawanan hebe, an ku desthilatên dewlegtê zanibin ku metirsîyeke dîrekt der barê çêbûna van tawanan hebe, ne tenê dema ku kesên li jêr metirsîyê daxwaza parastinê ji dewletê bikin.
Divabe ev karên qanûnî ber çav werin girtin:
- Îtîrafa bi tawanên li dijî azdîya derbirînê di qanûna sizayî de, çi bi awayekî eskere be an na, ku encam sizayeke li gor metirsîya tawanê be.
- Divabe demek destnîşankirî ji bo destpêkirina dozên tawanên li dijî azadîya derbirînê tunebe.
Her weha ev pabendî van karan jî li xwe digire:
- Pêşkêşkirina perwerdeyê der barê tawanên dijî azadîya derbirînê ji nav wan jî tawanên ku celebên civakî bo kesên ku di ware qanûnê de kar dikin, armanc dike.
- Divabe delîl, rêbaza û awayên cîbicîkirinê dema ku kar têkildarî azadîya derbirînê be, ji alîyê efseran were amadekirin.
- Peydakirina programên perwerdeyê yên ku ji alîyê dewletên ku rastî tawanên li dijî azadîya derbirînê tên, were piştgirîkirin. Hew weha divabe metiryalên zanîngehan di ware ragihandin û rojnamegerîyê de behsa van yekan bikijn.
- Danîna pergalan ji bo garantîkirina gihaştina bibandor ji agahîyên tawann, lêpirsîn û dadgehkirina tawanên li dijî azadîya derbirînê her weha vekirina rêyê li pêş ragihandinê ku bigihê dadgehan.
- Peydakirina îcrayên parastinê mîna miqatebûna tendurustî û programên parastina kesên ku egera bicihanîna tawanên dijî azadîya derbirînê li ser wan heye.
- pabendîyên parastinê
- ji dewleta tê xwestin ku parastina xwedî bandor ya pêwîst, bi lez ji kesên dibe ku ji ber azadîya derbirînê werin armanckirin, peyda bike.
- divabe programên parastinê yên taybet ku li ser pêdivî û rikberîyên navxweyî, di demên metirsîyên girêdayî azadîya derbirînê yên berdewam û cidî de, werin danîn. Divabe ev program îcrayên parastinê yên ku li gor rewşa kesê di bin metirsîyê de, cins, pêdivîyên wî, daxwazên wî di kar de û rewşa wî ya civakî û abûrî hatibin danîn, li xwe bigirin.
- Divabe amarên hûr û polên kirî der barê tawanên ku dijî azadîya derbirînê hatine bicihkirin her weha tawankarên van tawanan li cem dewletê belgekirî bin li gel ku hêsankirin ji pilanên parastina ji van tawanan peyda bin.
- Lêpirsînên serbixwe, bilez û bibandor.
Dema ku tawanek dijî azadîya derbirînê tê kirin, divabe dewlet lêpirsîneke serbixwe, bilez û bibandor bide destpêkirin da ku tawankar li pêş dadgeheke serbixwe û bêalî werin dadgehkirin.
Divabe ev lêpirsîn –herî kêm- li gor van pîvanan be:
Serxwebûn:
- Divabe lêpirsîn ji hêla alîyekî serbixwe ne têkildarî bûyeran, werin bicihkirin. Ji lew re divabe serxwebûna qoçekî û ya pîşe her weha peydakirina hazirîyên praktîk ji bo garantîkirina serxwebûnê.
- Dema ku hin îdîaa derbarê beşdarîya berpirsên dewletê di van tawanan de hebin, divabe ew lêpirsîn ji alîyê destyeke ne girêdayî desthilatê û bandorên desthilatê jî li wan nebe, werin çêkirin. Her weha divabe peygir karibin rastîya van îdîaayan nas bikin.
- Divabe sîstemeke xwedîbandor were danîn ji bo wergirtin û çareserkirina gilîyên girêdayî lêpirsînên ku perbirsên bicihkirina zagonan di tawanên girêdayî azadîya derbirînê de , çêdikin. Divabe ev sîstem ji karker û berpirsan cûda be û bi awayekî zelal kar li ser were kirin.
- Herçendî metirsî mezintir bin bitaybet di dema dûbarekirina tawanên girêdayî azadîya derbirînê de, divabe miqatebûna pêwîst bo damezrandina yekîneyên lêpirsînê yên tabet –xwedî çavkanîyên alîkar ji bo karekî bibandor- bi lêpirsînên girêdayî azadîya derbirînê, were pêşkêşkirin.
Lez
Ji deshilatan tê xwestin ku hemî hêza peyda bixe xizmeta lezkirina lêpirsînan her weha divabe di dema pêşkêşkirina gilî bi awayekî fermî yan peydabûna delîlên girêdayî dijatîya azadîya derbirînê, kar bide destpêkirin.
Bandor
- Peydakirina çavkanîyên pêwîst û perwedeyê ji bo garantîkirina têkûzî, bandor û çalakîya lêpirsînên girêdayî azadîya derbirînê li gel naskirina hemû hûrgilîyên tawanê.
- Divabe encamên van lêpirsînan, destnîşankirin û dadgehkirina hemû berpirsên tawanên li dijî azadîya derbirînê be ji nav wan jî berpirsên yekser û kesên têkildarî van tawanan jî.
- Dema ku delîlek li ser egera bicihanîna tawanekê li dijî azadîya derbirînê hebe, divabe lêpirsîn li ser texmîna ku ev eger tawan e werin destpêkirin, heta ku rastî diyar bibe û heta ku hemû awayên qedexekirina azadîya derbirînê ji ser qurbanîyê werin hilanîn.
- Ji berpirsên bicihanîna zagonan tê xwestin ku ew hemû awayên garantîkirina danheva delîlan û vepirsîna şahidan ji bo zelalkirina rastîyê, peyda bikin.
- Divabe hemû awayên gihaştina îcrayan li pêş qurbanîyan an jî li pêş malbatên wan di dema mirina qurbanîyan an revandina wan de, peyda bin. Her weha divabe –eger pêwîst bike- qurbanî an malbatên wan di wan îcrayan de beşdar bin da ku berjewendîyên xwe biparêzin. Da ku ew beşdarî xwedî bandor be, divabe gihaştinek bo belgeyên têkildarî mijar hebe.
- Dema ku malbata qurbanîyan nikaribin destêwerdanê bikin, divabe derfeta gilîkirinê der barê tawanên dijî azadîya derbirînê de û bitaybet dozên girêdayî kuştin, revandin û nebedîbûnê ji rêxistinên civaka sivîl re peyda bin.
- Divabe lêpirsîn bi zelalî li gor derfetan û bi awayekî ku ziyan negihêne wan, werin çêkirin.
- Divabe sînorên li ser raporên ragihandinê yên girêdayî tawanên dijî azadîya derbirînê werin sivikkirin da ku zelalî di van dozan de hebe.
- Li gel lêpirsînên tawanbarîyê, divabe dema ku berpirsên giştî tawanên dijî azadîya derbirînê di karê xwe de bikin, karine sizakî der mafê wan de werin kirin.
Garantîyên ji bo qurbanîyan
- Dema ku tawanên dijî azadîya derbirînê têne kirin, divabe qurbanî karibin garantîyan ji bo mafê xwe yên sivîl bidest bixin.
- Dema ku hukim bi tawanbarîyê di tawanekê dijî azadîya derbirînê de tê dan, divabe awayên garantîkirina mafên werin bê ku dozeke nû werin hildan, werin peydakirin. Divabe awayên mafvegerandinê li gor muxalefeyê bin herweha divabe divabe peredayîn û rûmeta wan ji nû ve li wan vegerînin da ku karibin vegerin malên xwe an karên xwe.
Rola Alîyên din
- divabe rêxistinên nîvhikûmî dijatîya parastina ku digihê kesan li ser kirina van tawanên dijî azadîya derbirînê bike hew weha divabe çavdêrîya pabendîya dewleta bi vê yekê bike.
- Divabe piştgrî ji dewlet û kesên ku dixwaze peredayîn pêşkêşî projeyên qedexekirin û dijatîya tawanên dijî azadîya derbirînê, were pêşkêşkirin.
- Divabe dezehên ragihandinê werin piştgirîkirin ji bo pêşkêşkirina pewerdeya girêdayî silametîyê û hişyarkirinê û xweparastinê ji bo karmend û karker xwe her weha ji peydakirina alavên parastinê yên pêwîst.
- Divabe rêxistinên civaka sivîl û yên ragihandinê yên pêwendîdar werin piştgirîkirin ji bo çavdêrî û agahdarkirina der barê tawanên dijî azadîya derbirînê her weha birêxistina kampanîyên navdewletî ji bo dijatîya tawanên dijî azadîya derbirînê û berhevkirina belge û raporan di hundirê malpereke îlêktonî navendî de.
Franck Laro: reporterê NYyê der barê azadîya nerînan û derbirînê
Donga Mîgalovîtş: nûnerê azadîya derbirînê di rêxistina ewlekaî û alîkarîyê li Ewropayê
Ktalîna Potêro Marîno: reporterê taybet yê azadîya derbirînê di rêxistinên dewletên Americayî de.
Fêt Pansê Tlakola: reporterê taybet der barê azadîya derbirînê û peydakirina agahîyan bo komîteya Afrîqayî ya mafê mirov û gelan.