Pirs û bersiv der barê herêmên ewle û sere çekdar li Sûryeyê

Daxuyanîyên dawî yên serkirde û hikûmetên DYAyê, Tirkiyê, Libnan, Se’ûdiyê, Qeter û Ordun nîşan dikin ku miqatebûnek der barê çêkirina “Herêmine Ewle” li Sûryeyê heye. Berpisine têkildar gotin ku avakirina van herêman de li ser dirêjahîya sînorên di nav Tirkî û Sûryeyê de be, û dibe ku li ser sînorên Ordun û Libnanê jî werin çêkirin, tevî k utu pilaneke xwedî hurgilî derbarê çêkirin û birêvebirina van herêman tuneye. Li gor van berpirsan, ev herêm dê welatîyên ku ji şer reviyayî ne biparêze û alîkarîyên mirovî ji wan re pêşkêş bike û dibe ku nema pêwîst bike ew penaber bibin her weha dibe ku bibe sedema vegera penaberan.

Lê hin nerîn dibînin ku çêjirina herêmeke ewle dê ji bo welatîyan metirsîdar be bi taybet di rewşeke neewle de ku reva wan ya derveyî welêt dê were rawestandin. Di nivîsa li jêr de, em ê behsa hêmanên ku divabe hikûmet wan berçav bistînin berî ku herêmeke ewle were çêkirin, çi ji hêla alîyên şer be yan ji alîyê encumena ewlekarîya NYyê be.

“Herêmên Ewle” çi ne?

Gelo “Herêmên Ewle” bi rastî ewle ne?

Çima “Herêmên Ewle” ne ewle ne?

Gelo tu “Herêmine Ewle” bi rastî hene?

Gelo welat dikarin welatîyan ji parastinê bêpar bikin bi rêya vegerandina wan bo “Herêmên Ewle”?

Eger alîyên pêwendîdar li ser herêmeke ewle li hev kirin, çawa dikarin bikin ewle?

  • “Herêmên Ewle” çi ne?

“Herêmên Ewle” herêmine destnîşankirî ne ku li gor rêkeftinekê, alîyên şer hêzên xwe lê belav nakin û êrîşan li ser wan pêk nayinin. Her weha ew li gor biryarên Encumena Ewlekarîya Navdewletî tê çêkirin. Dibe ku ev herêm, herêmên “Qedexeya belafiran” li nav xwe bihewîne, ku ev yek hin alîyan şer an tevahîya alîyên şer ji firîna li jora van herêman qedexe dike. Armanca van herêman parastina sivîlên ku ji şer reviyane û hêsankirina peydakirina alîkarîyên mirovî ji bo wan e. dibe ku Hêzên Parastina Aştîyê yên girêdayî NYyê yan hêzine din wan biparêzin.

Rêkeftinên Cinêvê yên sala 1949an û Protokolên wê behsa herêmên ewle bi awayekî yekser nekirine, lê behsa “herêmine parastî” û “herêmine neçekdar” kirine, ku ew jî avahî yan herêmine piçûk in ku alîyên şer li ser peydakirina parastinê bo sivîlên di van herêman de li hev dikin. Rêkeftinên Cinêvê rê dide alîyên şer ku ew “rêkeftinine taybet” çêkin û bi rêya van rêkeftinan rewşa parastina sivîlan çêtir bikin.

Bandora çêkirina herêmine ewle li ser qedexeya êrîşên li ser sivîlan li gor Zagona Navdewletî ya Mirovî tuneye  ji ber ku welatîyên sivîl di herêma ewle de bin an ji derveyî wê bin parastî ne.

  • gelo herêmên Ewle bi rastî ewle ne?

li gor tecrûbeyên navdewletî hate zanîn ku “Herêmên Ewle” kêm caran ewle dimînin, û gelek caran metirsî li ser jîyana sivîlan di hundirê wan de heye û soza aştîyê û parastinê tenê tiştekî aşopî ye eger garantîyên teqezkirî peyda nebin. Dibe ku êrîşeke pilankirî li ser herêma ewle were pêkanîn. Dibe ku zext li ser acansên mirovî hebe ku ew hevkarîyê li gel hêzên leşkerî yên ku kontrolê dikin, bikin da ku gihaştinek bo herêmên ewle bi awayekî dijî bingehên mirovahîyê were cîbicîkirin.

Dibe ku alîyên pêwendîdar herêmeke ewle çêkin  bi nêta ku ew welatîyan ji derbaskirina sînor qedexe bikin, li şûna ku ew parastinê ji wan re peyda bikin. Ev herêm weke behaneyekê bo nepijirandina daxwaza kesên ku doza koçberîyê dikin hatin bikaranîn an jî weke behaneyekê bo vegerandina koçberên ku ji ber şer koç kirine.

Ji alîyekî din ve, dibe ku hebûna leşkeran di nav sivîlan de bibe sedema armanckirina leşkerî ji van herêman re, li şûna ku ew weke herêmine ewle bimînin. Her weha dibe ku herêma ewle ji bo leşkerkirina çekdarn an jî zarokan werin bikaranîn.

Heman pirsgirêkên ku li kampên penaberan derdikevin, li herêmên ewle jî derdikevin, ku welatî nikarin bigihên karên xwe yan baxçeyên xwe û ev yek dibe sedem ku ew xwe bispêrin alîkarîyan bo peydakirina xwarinê û miqatebûna pijîşkî. Dibe ku jin rastî tundîya li dijî laşê xwe were ji ber wê rewşa civakî ya nearam û pibûna hejmara kesan û pêdivîya wan bi peydakirina av û dar û karan. Dibe ku danîna sîstemekê jî ji alîyê Hêzên Parastina Aştîyê jî ne pecan be.

Bi kurtasî, dîroka herêmên ewle yên parastina sivîl û hejaran dîrokeke reş e – ji Srîbrînîtşaya Bosna û Herskê Ya Kîbîhoya Rawendayê û Molaytîvoya Serelankayê.

Bosna û Hersk

Neserkeftina Hêzên Parastina Aştîyê di parastina bajarokê Srîbrînîtşayê, bû sedema yek ji mezintirîn tawanên cenga ku ji 1992an ta 1995an li Bosna û Herskê berdewam kir. Ketina Srîbrînîtşayê û taxên derdora wê li pêşîya hêzên Sirbîyên Bosnayê di destpêka tîrmeha 1995an de, lawazîya pabendîya civaka navdewletî bi herêmên ku weke ewle bi navê “Herêmên Ewle bi parastina Netwên Yekbûyî” di sala 1993an de, ragihandin.

Berpirsên parastina aştîyê di NYyê de, bersiva daxwaza alîkarîya ji hêzên wan yên ku li rojhilatî Bosnayê bi cih dibin, neda, vê yekî derbasbûna hêzên Sirbîyên Bosnayê bo wî bajarî hêsan kir. Van hêzan bidarvekirina bi komî der mafê 7000 mêr û lawî de bi cih anî. Di dema dagîrkirina wan ji bo vê “herêma ewle”, Hêzên Sirbîyên Bosnayê îxtîsab û tundîya cinsî û gelek binpêkirinên din der mafê jin, mêr û kalan de kirine. Mînaka Srîbrînîtşay bale dikşîne ser metirsîyên çêkirina “herêma Ewle” bêyî ku parastineke xurt û hêzeke leşkerî ku karibe li dijî êrîşan bisekine, ji koçberan re were peydakirin.

Serelanka

Di mehên dawî de ji cenga navxweyî yak u 26 salan li Serelankayê dom kir, di destpêka sala 2009an de, hêzên hikûmetê gelek caran bi awayekî ketober herêmên tijî sivîl bombebaran kir, Li gel piçûkbûna herêma ku “Enîya Pilingên Rizgarkirina Eltamîl” kontrolê li ser dike, hikûmetê ji alîyê xwe ve, di 3 boneyan de “Herêmên Qedexeya Berdana Guleyan” an “Herêmên Ewle” ragihand, û ji karmendan xwest ku koçî wê derê bibin. Hêzên Serelankayê yên Asîmanî belavok bi ser welatîyan de avêtin di wan de ji wn xwest ku ber bi wan cihan ve biçin, lê êrîşên hêzên hikûmetê berdewam bûn û Enîya Pilingên Rizgarkirina Eltamîl sivîl ji revê qedexekirin û ew weke mertalan bikar anîn.

Di çend heftîyan de, bi hezarên sivîlan li Serelankayê li herêmên enîyê ji ber bombebaran artêşa Serelankî, jîyana xwe ji dest dan, piranîya wan di herêmên ewle de bûn. Gelek caran artêşê raporên der barê qurbanîyan red kirine bi behaneya ku sedema hebûna qurbanîyan ew bû belavbûna hêzên enîyê di nav herêma ewle de.

Sivîlan li herêma ewle, êş ji ber kêmbûna xwarin, av û dermanan kişandin. Biryara hikûmetê di îlûna 2008an de yak u acensên mirovî ji derbasbûna herêmên enîyê qedexe kirin, bû sedema mezinbûna pirsgirêkên welatîyan. Bi sedema şer û nebûna çavdêrîyê gelek ziyan gihan  sivîlan.

  • çima herêmên ewle, ne ewle ne?

Nêt ji damezrandina wan çi be, herêmên Ewle her û her pirsgirêkine ewlehî çêdikin ku nayên çareserkirin. Gelek welatîyên sivîl di herêmên ewle de kom dibin, piranîya wan xwedî olekê an nijadekî destnîşankirî ne, ji lew re ew dibin armanceke kifşkirî ji bo alîyên şer ên ku dixwazin êrîşî wan bikin, her weha, çi herêmeke ewle hebe, ew dê şervanan bi alîyê xwe ve bîne, bi taybet endamên girûpên çekdar ên ne girêdayî dewletê ne, ji lew re ev herêm namînin ewle. Ev herêmên ewle, jêdereke desteserkirina alîkarîyan e jib o girûpên çekdar, ji lew re, welatîyên sivîl û her weha zarok jî rastî metirsîne din tên. Çêkirina herêmên ewle diyar dike ku welatîyên ne di hundirê vê herêmê de parastina wan ji kesê ku di hundirê herêmê de bêhtir e û metirsîya êrîşa li ser kesên ji derveyî herêmê ne bêhtir dibin.

  • Gelo tu “Herêmine Ewle” bi rastî hene?

Tu herêmeke ewle ta nuha serkeftineke xuya bidest nexistiye, lê gelek nerîn der barê herêma ewle ya ku ji bo kurdên ku koçberî bakurê Iraqê bûne hatine.

Bakurê Iraqê

Piştî binketina Iraqê di cenga Kendavê de ya sala 1991ê, hikûmeta navendî bi tundî raperîna Kurdan li Bakurê Iraqê çewisand. Derdora 450 hezar welatîyên kurd hewl dank u ber bi Tirkiyayê ve biçin, lê leşkerên Tirk li herêma sînorî ya çiyayî hatin danîn da ku wan koçberan vegerînin Iraqê û bi vî awayî binpêkirinek di Zagona Navdewletî ya Koçberan de çêkir.

Di Nîsana 1991ê, li gor biryara encumena ewlekarîya navdewletî 688 ya girêdayî gihandina (rêxistinên mirovî yên navdewletî bo hemû kesên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê li Iraqê heye) kar hate berfirehkirin û doza DYAyê û Fransayê û hin hevalbendên din jî li xwe girt û operasyona peydakirina rehetîyê ji bo herêma ku piranîya welatîyên wê kurd in bi armanca peydakirina xwarin, mal û cilan ji bo penaberên kurd, dest pê kir. Bi rêya operasyonine leşkerî, America, Britain û Franceyê heremeke qedexeya asîmanî ragihand. Tevî xweşbûna rewşa mirovî, lê hikûmeta Iraqê li dijî avakirina herêmeke ewle bû bi behanîya ku ev yek destwerdaneke di serwerîya Iraqê de û 200 endamên polîsê yên çekdar di Nîsana 1991ê de li herêma ewle belav kirin. Di tîrmehê de, 500 çavdêr ji NYyê bo çavdêrîya pabendîya Iraqê bi biryra 688an gihan Iraqê. Di mijdarê de, hêzên Iraqî xwe ji parêzgehê bakurî kişandin.

Di sala 1992an de, hikûeta Tirk îdîa kir ku şervanên PKKê xwe li Bakurê Iraqê veşartine, û êrîşê wê deverê kir. Di sala 1995an de, 35hezar leşkerên din bo herêma ewle hatin şandin. Hêzên Asîmanî yên Tirkiyayê, nuqteyên Partîya Karkerên Kurdistanê li herêmê armanc kirin; tevî ku qedexeya firînê li wê herêmê ragihandî bû. Dûbarekirina êrîşên Tirkiyayê û şerê navxweyî, gef li ewlehîya herêmê xwar û karê alîkarîyê û jinûavakirinê rawestand.

Di sala 1996an de, hejmara leşkerên navdewletî gelekî kêm bû, lê qedexeya asîmanî berdewam kir. Hêzên Hikûmeta Iraqê di 31ê tebaxa 1996an de ketin Hewlêrê de û bi sedan kes girtin û bi dehan jî bê dadgehkirin bi dar ve kirin. Hêzên Hikûmeta Iraqê êrîşî nivîsgehên rêxistinên mirovî kirin û di nav kaxez û belgeyan de geriyan û alavên kar û computer desteser kirin, her weha lêpirsînek jî bi karmendan re çêkirin. Rewş gelekî metirsîdar bû ji bo kurdan, bêhtir ji bo karmendên acensên alîkarîyan yên American û malbatên wan, ji lew re hikûmeta Americayê bêtirî 6500 kesî dûr xist.

Tevî gelek kêmasîyan ji nav wan jî binpêkirinên Tirkiyayê jib o peydakirina mafên koçberan, çavdêran dît ku operasyona peydakirina rehetîyê ya alternative ya herî bi bandor bû yan ya herî kêm şaşîtî bû jib o civaka navdewletî di ware parastina penberên Iraqî de, yên ku ji derbasbûna Tirkiyayê hatin qedexekirin.

  • Gelo welat dikarin koçberan ji parastinê bêpar bikin bi rêya vegerandina wan bo “Herêmên Ewle”?

Nabe mirovên ku ji ber şerê çekdarî direvin, ji daxwaza parastina navdewletî bo koçberan werin qedexekirin. Nabe hikûmet bi behaneya hebûna Herêmeke Ewle sînorên xwe li pêş koçberan bigirin. Hemû dewlet bi vekirina sînorên xwe ji bo pêşwazîkirina kesên ku jîyana wan an azadîya wan di bin gefê de ye – li gorî zagona navdewletî bo koçberan-  pabend in. “divabe ew her dem î’tîrafê bi kesên ku doza koçberîyê dikin, bike…. û parastinê ji wan re peyda bike” her weha ji hikûmetên din tê xwestin ku ew bi hemû awayan alîkarîya welatên mêvandar bikin. Çi hikûmeta  koçberên ku gef li jîyana wan an azadîya wan hatibe xwarin, vedigerîne, pabendîya xwe bi zagona navdewletî bo koçberan binpêdike.

Giring e ku welatên cîran, sînorên xwe li pêş koçberan veke. Hikûmetên din jî divabe bangawazîyên acansên navdewletî bi cih bînin da ku alîkarîya dewletên mêvandar bikin ji bo peydakirina pêdivîyên koçberan. Hew weha divabe rêyên ewle û qanûnî ji bo jinûbicihkirina koçberan biparêze. Eger civaka navdewletî bi awayekî yekser an neyekser piştgirîya girtina sînoran kir bi behaneya avakirina herêmên ewle an kampan kir, ew bi vî awayî nameyeke metirsîdar ji bo bajarên ku dijatîya hatine koçberan dikin, dişîne.

  • Eger alîyên pêwendîdar li ser herêmeke ewle li hev kirin, çawa dikarin bikin ewle?

Dîroka herêmên ewle diyar dike ku ew ne birastî ewle ne. dibe ku qedexekirina belavkirina alîkarîya hêsantir be, û kesên ku pêdivîya wan bi koçberîyê hebe dê karîna wan bo derbaskirina sînorên navdewletî kêmtir be, dibe ku sivîlên ku ne li herêmên ewle bin jî xwe di bin metirsîyeke mezintir de bibînin. Tevî wilo, eger lihevkirinek li ser herêmeke ewle çêbû, divabe ev mijar berçav werin girtin da ku metirsî werin sînorkirin:

Divabe “herêma sivîl” xweşkayî parastî be. Çêkirina herêmeke bê çek ne bese. Qedexekirina derbasbûna hemû hêzên parastina aştîyê yan hêzên leşkerî ne têrker e û dibe ku di deminan de metirsîdar be jî. Herêmên qedexeya belafiran bêyî hebûna hêzeke bejayî nikarin herêma ewle biparêzin. Pêdivîya çi lihevkirineke avakirina herêmeke ewle bi garantîkirina hebûna hejmarekê ji hêzên parastina aştîyê li gel bingehine xurt ji bo parastina sivîlan, heye. Divabe karîna gihandina sivîlan bo vê herêmê jî gengaz be. Divabe Hêzên Parastina Aştîyê çekdar û pîşekar bin û ji bo rawestandina li dijî êrîşan jî amade bin. Her weha divabe welatên pêwendîdar karibin bo demekê dirêj pabend bin û hêzên navbûrî karibin bi zagona mirovî û zagona mafên mirovan pabend bin.

Divabe alîyên şer welatîyên ji derveyî herêma ewle nexin bin metirsîya êrîşan de. Sivîlên ku ji derveyî herêma ewle ne dimînin sivîl û nabe werin armanckirin.

Xweşkirina rewşa herêma ewle. Gelo tevlîkirina girûpn nijadî û olî yên cuda di herêmê de, dê herêmê biparêze an dê pirsgirêkine hundirîn çêbike? Gelo parastina gelek herêmên piçûk dê ji parastina yeke mezin hêsantir be? Gelo divabe hêzên parastina aştîyê di hundirê herêma ewle de bin yan ji derveyî wê bin.

Garantîkirina parastina mafê çûn û hatinê di herêma ewle de. Nabe herêma ewle mafê kesên ku dixwazin koçber bibin binpêbike. Çawa çûn û hatina bo vê herêmê dê were birêxistin? Pilanên rewşên awrte di dema ku pirsgirêk bikevin azadîya çûn û hatina sivîlan yan jî bi neçarî werin derxistin çi ne?

Garantîkirina hebûna zagon û sîstemeke bi bandor û zelal di herêma ewle de hebe. Teqezkirina karê hemû alîyan yê zelal li gel acansên hikûmî û navdewletî û rêxistinên nehikûmî û parastina ewlehîya welatîyan ya hundirîn. Weke mînak, çêkirina torên civakî bo parastina jin û keçan ji tundîya cinsî.

Amadekirineke zelal bo gihandina alîkarîyên mirovî bo acansên hikûmî navdewletî û rêxistinên ne hikûmî da ku alîkarîyên mirovî bigihêne welatîyên herêma ewle. Alîyên şer jî divabe erîbûna xwe li ser gihandina alîkarîyan bidin. Pêdivîya gihandina alîkarîyan bi çavdêrîyê heye da derengî nekeve kar de û awayên çareskirina pirsgirêkan jî bilez weriz bidestxistin. Eger Encumena Ewlekarîya Navdewletî herêmeke ewle bêyî erêbûna hikûmetê ava kir, divabe li gor beşê heftan ji peymana NYyê  ya garantîkirina gihandina alîkarîyên mirovî çêbike.

Herêm – Dewlet

  • Rûsiya
  • Tirkî
  • Rojhilata Navîn û Bakurê Afriqayê
  • Sûrye
  • DYA
  • Mijar
  • Koçber
  • Penaber

Jêder: Human rights watch