Daxûyaniya Çapemenî, Dûşem 19ê Nîsana 2021
Rejîma Sûriya yê Xaza Sarîn bi karanîbû di herdû êrîşên Xotayê 2013an û XanŞêxûn 2017an da, ku bi sedan kes hatin kuştin û çendîn kesên birîndar di nav wan da zarok. Niha Dozek lê Swêdî tê pêşkêşkirin li dijî endamên postbilind di rejîma Asad da bo sûcdarkirina bi tawanên şer û tawnên şer dijî mirovahî yê, ev doz tê pêşkêşkirin berî rojekê ji civîna dewletên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ku 193ê dewlet daku rewşa Sûriya yê gengeşebikin û mijarên din.
Dê gazinde bê pêşkêşkirin bo polîsî Swêdî ji aliyê ziyandîtiyên û rizgarbûyên Sûrî û rêxistinên civaka Sivîl (Bergeriyên li Mafên Sivîlî, Navenda Sûriya yê bo Ragihanidnê û Derbirîna Azad, û Arşîva Sûrî, û Destpexşeriya Adeletê bo Civaka Vekirî.
Ji bilî şehadetên zindî ya ziyandîtiyên êrîşên Xaza Sarîn ji XanŞêxûn û Xotayê, Dozê bi sedan delîl û belge li xwe digre, di nav da wêne û vîdiyo, û di nav da jî belgeyên ku diyar dikin cora çekên kîmawî ku bi kar hatine, û berpirên êrîşan destnîşan dike û zincîra berpirsan zelal dike.
Ayda Semanî, Rawêjkara Yasayî ya rêxistina Bergirî li Mafên Sivîlî, di dirêjahiya deh salên rabhûrî da û ji êrîşên destpêkê li ser xwepêşanderên ku alîgerên demokrasî yê li Sûriya yê, rejîma Sûriya yê çekên kîmawî bikarnîn bi awakî stratîjî wek amorekê li dijî kesên sivîl yên ku li wan deverên jêr kontrola opezisiyonê da, lewra nabe ku berpirsên van êrîşên qerêj ji sizadanê rizgar bin.
Tevî ku çendên penagerên sûrî yên ku li Swêdê dijîn di jêr bandora wan êrîşan da dijîn, berpirsên van tawanan bi azahî dijîn. Lê deslatdarên Swêdî dikarin lêpirsînê bikin di van tawanên navdewêetî da di rêya Destûra Daweriya Navdewletî da, ki derfetê dide deslatdariyên Swêdî sizadana bepirsên van tawanên navdewletî bike.
Hadî AlXetîb, daner û rêveberê Arşîva Sûrî, di rêya pêşkêşkirina dozê da, em dixwazin piştgîriya berxwedana ziyandîtiyan û rizgarbpyan bikin, û em hêvî dikin ku lêkolîna swêdî di van tawanan da sûcdar, berpirsên wan bên dadgehkirin û sizadan, û derfetk be di sînordarkirina bazdan ji sizadanê li Sûriya yê.
Swêd û Dewletên din berpirsin di sizadana tawangerên tawanên şer û tawanên şer dijî mirovahî yê, li gor Yasayên Navdewletî, û dozên wiha hatin pêşkêşkirin li dijî nûnerên rejîma Asad li Almaniya yê, di Çireyê Pêşîn 2020 û li Fransa yê di Adara 2021an da.
Mazin Derwîş, Rêveberê Giştî yê Navenda Sûriya yê bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, (karê hevbeş di navbera deslatdaran da, dê derfetên li darxistina biriyara girtinê, û derfetê dide bidestxistina Edaletê bo ziyandîtiyên bûyerê, lewra em ji polîs û dozgerê giştî li Swêdî dixwazin ku karbikin li ser êrîşan digel hevkarên Almanî û Fransî da).
Doz tê pêşkêşkirin roja berî civîna Dewletên rêxistina qedexekirina çekên Kîmawî (OPCW), ku Sûriya yê yekek ji 193 dewletên ku endamên di rêxistinê da, ku dê civîn rewşa îekên kîmawî li Sûriya yê gotûbêj bike ku çawa bi serneket.
Di dema ku karîn tune ye, dewletek îmzakirî ji endamtîyê bixin, lê şiyan heye ku tedbîrên pêweist bên kirin di bêparbûna dewletan ji maf û deskeftan, herwiha pejrandina cezyiyan li gor yasayên navdewletî, û veguhestina mijarê bo Komîta Giştî ya Netewyên Yekgirtî, ku çendîn dewletan prioje biriyr pêşkêşkirin bo bêparbûna Sûriya yê ji Maf û deskeftên wê di Rêxistinê da ku ew jî li dijî bikarnaîna wê çekên Kiîmawî.
Îrîk Wayit, Berpirsê Siyasetan di Destpexşeriya Edaletê bo Civaka Vekerî da, (derbaskirina biryarê nişanekê dide ku bikaranîna rejîma Sûriya yê ji çekên kîmawî ra cezayên diplomasî hene, lê dewlet dive kûrtit herin daku sizadana dewletên ku van binpêkirina dikin bikin, û dibe dewlet daxwaz bikin bo gotûbêkirinek taybet li Komîta Giştî ya Netewyên Yekgirtî, derbarî mijarê, ku dewlet karbin tedbîrên pitir bikin bo piştgîriya edaletê li Sûriya yê.