JI encumena ewlekarîyê tê xestin ku doza pêkanîna dadmendîyê biçesipîne
(New York)- Human Rights Watchê îroj got ku hê jî lêpirsîn di warê êrîşên kujer li ser nexweşxaneyan û karmendên di warê pijîşkî de li dora cîhanê nehatine çêkirin, tevî ku salek li ser doza Encumena Ewlekarîya Navdewletî bo stendina tedbîran derbas bûye.
Di 25ê gulana 2017an de, Antonio Goteres, Emîndarê Giştî yê Encumena Ewlekarîya NYyê dê di cîbicîkirina biryara 2289 de binêre ku ev biryar êrîşên li ser navendên pijîşkî şermezar dike û ji hikûmetan dixwaze ku li dijî berpirsên van êrîşan kar bikin. Ji Goteres tê xwestin ku ew bi berdewamî êrîşên li ser navendên pijîşkî bigihîne Encumena Ewlekarîyê û ne li hêvîya rapora salane be.
Bruno Augarty, cîgirê rêveberê cîbicîkarîyê di Human Rights Watchê de got: “êrîşên li ser nexweşxaneyan dijatîya qanûnên cengê dike, eger berpirsên van êrîşan neyên sizakirin, ev êrîş dê berdewam bikin. Êrîşên li ser nexweşxaneyan karekî bed e ji ber ku wêrankirina nexweşxaneyê û kuştina kesên ku di warê pijîşkî de kar dikin, dê di pêşerojê de gefê li jîyana kesên ku dê pêdivîya wan bi van kesan hebe, bixwe.”
li gor raporeke “Hemhengîya Parastina Tendurustîyê di şeran de” ku hemahengîyeke ji rêxistinên Navdewletî yên nehikûmî pêk te, di gulanê de hatibû belavkirin, hate zanîn ku êrîşên li ser navendên tendurustîyê û karmendên wan hê jî bi rêjeyeke pir bilind di 2016an de diqewimin.
Qanûna Navdewletî ya mirovî ya ku bi navê Qanûnên Cengê tê naskirin, êrîşên li ser navendên tendurustîyê û karmendên wan qedexe dike. Ji bo nirxandina awayên lêpirsînê di van mijaran de, Human Rights Watchê 25 êrîşên mezin ku di nav 2013an û 2016an de li 10 bajaran pêk hatine, dan pêş. Di lêvegerê de hate zanîn ku 20 êrîş ji wan tu lêpirsîn di wan de çênebûye û lêpirsînên ku di pêncên mayî de hatine çêkirin pir pûç bûn.
Tu tomet nahatin spartin bo kesên ku rola wan di van êrîşan de hebûn ku herî kêm 16 êrîş ji wan tawanên cengê ne. di nav van êrîşan de, hêzên leşkerî an grûpên çekdar ji Îsraîl, Efganistan, Okrayna, Komara Afrîkaya Navîn, Başûrê Sûdanê, Seûdîyê, Sûda, Sûrîye, Îraq, Lîbiya û DYAyê hebûn.
Di çarçoveya destpêşxerîya “Mafên Mirovan pêşî”, Ji NYyê tê xwestin ku hemû agahîyên êrîşan berhev bike û fişarê li hikûmetan bike da ku lêpirsîneke têkûz di wan êrîşan de çêbike.
Her bîst û pênc êrîşên ku hatin berçavgirtin, bûn sedema kuştina bêhtirî 200 kesî ji nav wan jî 41 karmendên pijîşkîyê her weha 180 jî ji wan birîndar bûn. Bandora van êrîşan li ser xizmetên tendurustî jî pir mezin bû ku di encamê de 16 nexweşxane bi parçekî an bi temamî an jî bi awayekî demkî hatin girtin.
Di her bîst êrîşên ku lêpirsîn di wan de çênebû, hikûmetê êrîş paşguh kirin û xwe ji berpirsyarîyê kişandin û xistin histê hin alîyên din bê ku lêpirsînê veke. Gelek caran desthilatan îdîaa kirin ku wan dest bi lêpirsînan kiriye lê negihan tu encamê yan jî tu lêpirsîn çênekirin.
Mînakek li ser vê rewşê, di 2016an de, di êrîşa li ser navendeke tendurstîyê de li gundekî nêzî Mûsila Îraqê ku nîvê navendê hate wêrankirin û 8 kes hatin kuştin, ne hêzên Îraqî ne hêzên Hevpeymanan bi serkirdayetîya Amerîkayê îtiraf bi vê êrîşê kirin, tevî ku wan hêzan bi xwe jî êrîşeke asîmanî di wê rojê de li nêzî Mûsilê pêk anîbûn.
Di buyereke din de, di sibata 2016an de, êrîşên asîmanî du nexweşxaeyên herî mezin li Maeret Elnumana Sûrîyeyî armanc kirin, di encamê de nexweşxaneyek hate wêrankirin û 20 kes hatin kuştin ji nav wan jî 11 karmendên pijîşkîyê. Lê Rûsîya û Sûrîye, ku her du alîyên dibe ku berpirsên êrîşê bin, di cih de berpirsîyarîtîya xwe re red kirin û îdîaa kirin ku êrîş ji alîyê hêzên hevpeymana navnetewî bi serkirsdayetîya Amerîkayê hatine pêk anîn. Amerîka ev yek red kir. Tu alîyî lêpirsîn di buyerê de çênekir.
5 buyer ji her 25ên ku Human Rights Watchê berçav girtin, lêpirsîn li ser asteke pir nizim di wan de hatibû kirin. Lê Human Rights Watchê giha encama ku an pirsên giring derbarê wan rewşan bê bersiv mane, an jî tu encamp ji lêpirsînan nehatin girtin.
Mînak, tîma karê girêdayî Hevpeymanîya bi serkirdayetîya Seûdîyê , binpêkirinên hêzên xwe li Yemenê şopand û diyar kirk u êrîşa di tebaxa 2016an de li ser nexweşxaneya li Ebesa parêzgeha Hecayê şaşîtîyek bû, lê vê time negot gelo vê êrîşê qanûnên cengê binpêkirin an na.
Piştî êrîşa artêşa Amerîkayî di cotmeha 2015an de li ser navendeke tendirustîyê li Qendoza Efganistanê, ku di encamê de 42 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, rapora wezareta berevanîya Amerîkayê got ku êrîşê qanûnên cengê binpê kirin lê ew ne tawaneke cengê bû ji ber ku êrîşa li ser nexweşxaneyê ne qesdî bû. Tevî wilo jî, lê encamên lêpirsîna Amerîkayî didin xuyakirin ku xemsarî li cem hêzên Amerîkayî hebû û gihabû astekê ku weke tawaneke cengê bê dîtin.
Wezareta berevanîyê 12 leşker ceza kirin, her weha asta efseran nizim kir û bi eşkeretî lêborîna xwe li ser êrîşê stend û guhertinek di siyaseta xwe de çêkir da ku di pêşerojê de buyerên bi vî rengî neqewimin.
Hin ji van buyeran li deverên ku ji ber cengê wêranbûne çêbûn. Li deverên mîna Afrîkaya Navîn, Sûdan û Lîbiyayê. Tu lêpirsînên navxweyî di binpêkirinên qanûnên cengê de çênebûn.
Di hin rewşan de, komîteyên girêdayî NYyê lêpirsîn di êrîşên navendên tendirustî de kir, lê encama wan a herî baş ew bû daxwaza dozlêvekirinê.
Di gelek rewşan de, barê lêpirsînê dikeve ser mile awayên dadmendîya navdewletî de, mîna Dadgeha Sizakirinê yan Bilind, an bi rêya qanûnên elyata dadmendî ya cîhanî tê pêk anîn. Dadgeha Sizakirinê yan Bilind 2 êrîşên li ser navendên tendirustîyê li xwe girtin.
Augarty got “pêdivîya Encumena Ewlekarîyê bi karekî berfirehtir heye da ku êrîşên li ser nexweşxaneya rawestîne. Her weha divabe di cih de bersiva êrîşên metirsîdar li ser navendên tendirustîyê bide, bersiv jî ew e doza lêpirsînên zelal .”
Jêder: Human Rights Watch