Xelîl Me’tûq

Xelîl Me’tûq, Parêzer e û berevanîyê di ber mafên mirovan de dike

di 2yê cotmehê de sala 2012an de li Sehnayaya Gundewarê same, ji alîyê desthilatên hikûmeta Sûryeyê ve hate girtin.

Xelîl Me’tûq rêvebirê cîbicîkarîyê ye li Navenda Sûryeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî û serkê Navenda Sûryeyî ya Berevanîya di ber Girtîyan de ye. Weke parêzer, wî berevanî di ber gelek çalakvanan de berî kirîzê û di dema kirîzê de, li pêş dadgehên leşkerî, yên ewlekarîya dewletê û yên sivîl, kiriye, ji nav wan jî Mazin Derwîş. Bi eşkeretî  nedadmendîya dadgehkirina xwespêrên xwe şermezar kir.

Sibeha 2yê cotmeha 2012an de, Xelîl Me’tûq ji mala xwe ya li Sehnayayê li Gundewarê Şamê derket û li gel hevalekî xwe bi nave Mihemed Zaza ber bi ofîsa xwe ve çû. Ji wê rojê ve, tu kesî Xelîl Me’tûq nedîtîye. Parêzereke Sûryeyî ku di girtina wî de vedikole teqez kirk u Xelîl Me’tûq di navenda ewlehîya siyasî de li Şama paytext, girtî ye. Tevî daxwazên malbata wî, lê desthilatên Sûryeyî ta nuha jî tu agahî derbarê cihê wî û çarenûsa wî nexistine dest kesî, ta nuha jî girtî ye û nepeydabûna agahîyan rewşa wî dixe asta windabûna bi neçarî, û ji ber ku ew wisa ne di bin sîya parastina qanûnî de ye, gelek metirsî li ser tendurustîya wî heye bi taybet ji ber ku ew ji berê ve nexweş e.

Çarenûsa wî û cihê wî nuha, nediyar in.