Semîra Xelîl

Semîra Xelîl, çalakvaneke siyasî ya aştîyane ye û berevanîyê di ber mafên mirovan de dike

Di 9ê Berfanbarê de sala 2013an de, endamên girûpeke çekdar ew ji Dûmaya Gundewarê Şamê revandin.

Çarenûsa wê û cihê wê, nediyar in.

Semîra Xelîl çalakvaneke siyasî ya aştîyane ye, di 9ê Berfanbara 2013an de li gel her sê hevkarên xwe (Rezan Zeytûna, Wa’il Hemada û Nazim Himadî) ji alîyê zilamine rûpêçayî hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate veguhestin.

Ew ji avahîya navenda belgekirina binpêkirinan û piştgirîya geşepêdana navxweyî û projeyên piçûk li Dûmaya Gundewarê Şamê, hatin revandin, ev dever jî girêdayî  Xûtaya Rojhilatî ye ku di bin kontrola gelek hêzên girûpên çekdar de ye û ji alîyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye. Navenda belgekirina binpêkirinan navendeke nehikûmî û serbixwe ye, binpêkirinên ku hikûmeta Sûryeyî der heqê mafê mirovan de di warê şer de dike, belge dike. Û piştgirîya geşepêdana navxweyî  û projeyên piçûk, alîkarîyên mirovî peyda dike, bi taybet ji bo navendên pizîşkî li devirine mîna Xûtaya Rojhilatî.

Çarenûsa wê û cihê wê nuha, nediyar in.